Bi hezaran kes li Kobanê li dijî dagirkeriyê rabûn

Li Kobanê bi hezaran kes êrîşên dagirkeriya dewleta Tirk a li Efrîn û Başûrê Kurdistanê protesto kirin.

Bi hezaran welatiyên ji herêmên Minbic, Tebqa, Reqa, Kobanê, Dêra Zorê û Girê Spî ji bo protestokirina êrîşên dagirkeriya Tirk li ser herêmên parastinê yên Medyayê û binpêkirinên wê yên li Efrînê li gundê Qereqozanê yê Kobanê hatin ba hev û çalakiyek protesoyî lidar xistin.

Di mîtîngê de pankartên bi nivîsên "Ji dagirkeriya Tirk re na", "Bimre dagirkeriya Tirk û bijî biratiya gelan li Rojava û Başûrê Kurdistanê" hatin vekirin.

Hevserokê Meclîsa Rêveber a Herêma Firatê Enwer Muslim axivî û got: "Gelê me hîna peyamên xwe yên diyar ji cîhanê re rêdike, dibêje ew ji bilî projeya netewa demokratîk a jiyana hevbeş ti projeyên din napejirînin. Em binpêkirinên Tirkiyê li ser gelên Bakur û Başûrê Kurdistanê red dikin. Lewre divê em têkoşîna xwe dewam bikin û dengê xwe bighînin qadên navdewletî û bêjin ji binpêkirinên Tirkiyê û bêdengiya navdewletî re êdî bes e."

Muslim bang li hikûma Iraqê, hikûmeta Başûrê Kurdistanê û civaka navdewletî kir ku helwestên xwe yên di derbarê êrîşên Tirkiyê de diyar bikin.

Serokê Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Îbrahîm El-Qeftan jî di çalakiyê de axivî anî ziman, serdema desthilatdaran qediya û serdema jiyana azad, demokratîk û jiyana hevbeş destpê kir û got: "Ji desthilatdariya navendî re na, serdema dîktator û dagirkeran divê bi dawî bibe. Divê hikûmeta Tirk ji hesabên xwe vegere, dagirkerin û binpêkirinên xwe yên li ser gelê Sûriyeyê jî bi dawî bike.”

Hevseroka Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Sivîl a Minbic û Gundewarên wê Nezîfe Xelo destnîşan kir ku Erdogan dixwaze hêzeke terorê bi rêya çetayan ava bike û gefan li herêmên rizgarkirî dixwe û wiha domand: "Sekna me ya li vir ji bo şermezarkirina dagirkeriya Tirk a li herêmên me ye. Piştî aramanî li herêmê pêk hat, Erdogan bi rêya çeteyên xwe hewl dide hêzeke terorîst ava bike, gefan li herêmên me yên rizgarkirî dixwe. Divê civaka navdewletî berpirsyartiya xwe ya li hemberî êrîşên dewleta Tirk li ser gelên me bîne cih û dagirkeriya Tirk li ser xaka me bi dawî bike."

Endmaa Meclîsa Jinan a Reqay Xalya Kecwan jî axivî û destnîşan kir wekî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê gelên Başûrê Kurdistanê û Iraqê jî ber terorê êş kişand û got: "Wan jî bi ciwanên xwe şerê terorê kirin û xaka xwe rizgar kirin. Dagirkeriya Tirk bi şerê taybet gefan li herêmên me yên rizgarkirî dixwe. Herî dawî dest bi şewitandina dixlûdanên şêniyan kirin, da ku vîna gelê me bişkîne."

Mîtîng didome.