BI DÎMEN

'Azadiya Abdullah Ocalan yekane rêya rizgariya ji tundiyê ye'

Siyasetmedarê Kurd Lezgîn Botan anî ziman ku gelê Kurd ê ku xwe bi fikrê Rêber Apo bi rêxistin kiriye, zextê li dewleta Tirk dike û got, "Azadiya Birêz Ocalan rêya yekane ya derketina ji tundî û şer e."

LEZGÎN BOTAN

Lezgîn Botan ji ANF'ê re axivî û anî ziman ku fikir û felsefeya Rêber Apo ji bo çareseriya pirsgirêkên li Tirkiye û Rojhilata Navîn modela herî guncaw e.

'JI BO VEGUHERÎNA DEMOKRATÎK A LI ROJHILATA NAVÎN YEKANE ALTERNATÎF'

Lezgîn Botan diyar kir ku Rêber Apo destnîşan dike ku avaniya pir nasnameyî ya herêmê tenê bi zemîneke demokratîk dikare hebûna xwe dewam bike û got, ev feraseta siyasê li hemberî pirsgirêkên sîstema netewe delwetê yekane alternatîf e.

Botan bi bîr xist, perspektîfa ku Rêber Apo di Newroza Amedê ya 2013'an de danî holê ji aliyê dewleta Tirk ve hate sabotekirin û got, di sala 2015'an de dewleta Tirk şer da destpêkirin û ji hingî ve tundî zêde bûye. Botan bi dewamî got, "15 bajar hatin serûbinkirin, mirovên sivîl hatin qetilkirin. Şer ji Bakurê Kurdistanê derbas bû û li Rojava Efrîn û herêmên hatin dagirkirin. Jiyan li qadên sivîlan hate herimandin. Li Başûrê Kurdistanê li hemberî gerîla çekên kîmyewî jî di nav de her rê û rêbaz hate bikaranîn. Li gel vê yekê jî gelê Kurd li hemberî vî şerê têkbirinê li ber xwe da û têk neçû. Di rewşa heyî de yekane rêya çareseriyê, perspektîfên Birêz Ocalan e."

'EGER ÇARESERIYA DEMOKRATÎK BIKETIBÛYA MERIYETÊ WÊ PÊŞÎ LI HILWEŞÎNÊ BIHATA GIRTIN'

Lezgîn Botan ragihand ku Rêber Apo ji salên 2000'î û vir ve diyar dikir ku herêm wê bi lez bikeve nava pêvajoyeke hilweşînê, dema ku ev yek dianî ziman hişyarî jî dikir û got, "Bi hilweşînên heyî re ev pêşdîtin piştrast bû. Eger modela çareseriya demokratîk a ku Birêz Ocalan pêşniyar dikir bihata bicihanîn, wê li Rojhilata Navîn û Sûriyeyê ev hilweşîna mezin bihata astengkirin."

'EGER DEWLET ÇARESERIYÊ DIXWAZE DIVÊ HEMÛ ASTENGIYAN RAKE'

Botan destnîşan kir ku sîstema demokratîk, pir çandî, pir zimanî ya bi pêşengiya Kurdên li Rojava hate avakirin, nîşan dide ku modeleke bi vî rengî pêkan e, lê belê Tirkiye hewl dide modela zordar û navendîperest a li Tirkiyeyê li ser Sûriyeyê ferz bike, ev nêzîkatî nayê qebûlkirin.

Botan diyar kir ku Tirkiye li Rojhilata Navîn nikare bibe dewleta diyarker, hêza esasî ya li herêmê Îsraîl û welatên Rojavayî yên li pişt disekinin e û got, "Berxwedana gelê Kurd polîtîkayên faşîst ên Tirkiyeyê têk bir. Kurdên ku xwe li ser bingeha felsefeya Birêz Ocalan bi rêxistin kirine, bi modeleke mirovî, hurmeta li hiqûqê û vehewandina hemû cihêrengiyan, nêzîkatiya înkar û faşîst a Tirkiyeyê li Sûriye û Rojhilata Navîn pûç kirin."

'HETA KU AZADIYA RÊBER APO NEYÊ PÊKANÎN, AŞTÎ NABE'

Botan destnîşan kir ku hevdîtinên dema dawî bi Rêber Apo re hatin kirin ji bo welêt firsendeke mezin e û got, "Ev hevdîtin ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê, ji bo lawazkirina rejîma faşîst û avakirina sîstemeke azad a gelan dikare bibe gaveke girîng."

Botan ragihand ku divê dewleta Tirk dest ji hewldanên bêcidiyet ên berê berde û got, "Şert e ku modela çareseriya demokratîk a Birêz Ocalan bikeve meriyetê. Ji bo ev pêvajo bi rê ve biçe divê Birêz Ocalan azad bibe. Bikaranîna mafê hêviyê, rakirina astengiyên li pêşiya Birêz Ocalan pêwîstî ye."

Di dawiya axaftina xwe de Botan got, "Eger daxwaza demokrasî û aştiyê tê kirin, divê ders ji tevlîheviyên li Rojhilata Navîn bê derxistin û modela çareseriyê ya Birêz Ocalan bê bicihanîn. Ev model wê di pêkanîna aştiya li Tirkiye û Rojhilata Navîn de xwedî roleke krîtîk be. Ji bo vê jî divê Birêz Ocalan azad bibe û karibe bi her beşên civakê re hevdîtinê bike. Eger bi rastî jî çareseriyek tê xwestin, divê astengiyên li pêşiya Birêz Ocalan bêne rakirin û karibe hevdîtinê bi hemû beşan re bike."