BI DÎMEN

Li Saarbruckenê êrîşên dagirkeriyê hatin protestokirin

Li Saarbruckenê êrîşên dagirkeriyê hatin protestokirin û ji bo ronîkirina komkujiyên Parîsê banga tevlîbûna meşa girseyî ya 11'ê Çileyê li Parîsê bê lidarxistin, hat kirin.

Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a bi mehan e li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk tîne, li bajarê Saarbrucken ê Elmanyayê bi mîtîngekê hat protestokirin.

Kurdistanî saet di 18:00 de li navenda bajêr li hev civiyan û diyar kirin ku dewleta Tirk a dagirker jin û zarok jî di nav de komkujiyan pêk tîne.

Di axaftinana de berxwedana QSD’ê û gelê Rojava hat silavkirin, banga tevlîbûna meşa Parîsê ya 11’ê Çileyê ya ji bo protestokirina komkujiyên Parîsê bê lidarxistin, hat kirin.

Di çalakiyê de dirûşmeyên "Bijî berxwedana QSD’”, "Bijî berxwedana Rojava", "Jin Jiyan Azadî, Sara Rojbîn Ronahî", "Hoch die internationale Solidaritat" û "Qatil Erdogan" hatin berzkirin.