BI DÎMEN

'Şehîd Sara ji bo me Xwedawenda berxwedanê ye'

Ji fermandaran Asrîn Semsûr û gerîlaya YJA Starê Sara Serdar şehîdên komkujiya Parîsê bi bîr anîn û gotin, şehîd Sara hem bi hebûna xwe hem jî bi berxwedana xwe wate da têkoşîna azadiyê.

Fermandara YJA Starê Asrîn Semsûr û gerîlaya YJA Starê Sara Serdar di 12'emîn salvegera komkujiya Parîsê de ji ANF'ê re axivîn.

Fermandara YJA Starê Asrîn Semsûr bi bîr xist ku şehîd Sara (Sakîne Cansiz) di şertên zehmet de tevlî têkoşînê bû û wiha axivî, "Kes ne li bendê bû ku li Kurdistanê tevgerek weke PKK derkeve holê. Bi taybetî jî kesî texmîn nedikir ku di nav vê tevgerê de jin wê rol û mîsyonek wiha rabin. Heval Sara, ligel her cûre zehmetiyan jî têkoşînek xurt raber kir. Bi berxwedana xwe li Kurdistanê ji gelek têkoşînan re pêşengî kir. Ked û têkoşîna heval Sara ji aliyê hemû jinên cîhanê ve mînak hat girtin. Em hemû mîlîtanên Rêber Apo ne û di heman demê de mîlîtanên fermandar Sara ne. Beriya şehadeta heval Sara jî gelek kes nave wê radikir, piştî şehadetê ev nav bêhtir bi wate bû. Ev yek nîşan dide ku hevala Sara felsefeya Rêber Apo di kesayetiya xwe de şênber kir.

Heval Sara, hem bi hebûna xwe hem jî bi berxwedana xwe têkoşîna azadiyê bêhtir watedar kir. Rêber Apo şehadeta heval Sara weke duyemîn komkujiya Dersimê bi nav kir. Ev pênase wateyek dîrokî û kûr e. Biryardariya heval Sara ji bo gelê Kurd bû çavkaniya îlhamê. Rêber Apo berî bi salan ji Sara re gotibû, 'tu yê bibî jinekê ku di cîhanê de tê nasîn.' Lewre Rêbertî jiyan, potansiyel û enerjiya heval Sara dîtibû. Bi rastî jî heval Sara li hemû cîhanê weke pêşenga jin a azad tê nasîn. Ligel hemû zehmetiyan berxwedanek mezin raber kir û têkoşîna xwe gihand her kesî. Em wek mîlîtanên PKK û PAJK'ê rêz û hezkirinek mezin ji heval Sara re digirin. Dixwazin jiyana wê nas bikin û têkoşîna wê mînak bigirin.

Şehîd Sara remza bawerî û xîretê ye. Jiyan û şehadeta wê bû wesîle ku bi hezaran Sara werin dinyayê. Em jî bi îlhama ku ji berxwedana wê digirin têdikoş in. Şehîd Sara ji ber felsefeya Rêbertî esas werdigirt hate qetilkirin. Lê belê, wê berxwedana heval Sara hebûna xwe bidomîne. Heval Sara wê her tim ji têkoşîna me re bibe ronahî. Erka me ya ku xwedî li nixên wê derkevin û têkoşîna wê dewam bikin. Bi şopa Şehîd Sara re çûyînê re em ê destketiyên gelek mezin bi dest bixin, sekna wê her tim rêya me ronî bike."

JI BO TOLA HEVREYÊN PÊŞENG BIGIRIN TÊKOŞÎNA XWE HÎN MEZINTIR DIKIN

Gerîlaya YJA Starê Sara Serdar jî got ji bo tola hevreyên xwe yên pêşeng bigirin têkoşînê hîn mezintir dikin û wiha axivî: "Heval Sara ji hevalên jin ên ku destpêkê tevlî PKK'ê bûn bû. Li Kurdistanê têkoşînek pir mezin raber kir. Bi hezaran jin ji têkoşîna wê îlham girt û tevlî têkoşîna azadiyê bû. Bi saya têkoşîna Şehîd Sara jin hem li nav tevgerê hem jî li nav civakê fêrî berxwedanê bûn û hêza xwe naskirin. Heval Sara jinên ku destpêkê tevlî PKK'ê bûne yek ji wan e. Partiya me PKK partiya jinan e. Ji ber vê em berpirsyartiyek pir mezin radikin ser xwe. Em îro bi saya hevalên xwe şehîd hatin vê astê. Her şehîdek dibe hinceta mezinkirina têkoşînê. Çalakiya fedaî ya heval Asya Alî û Rojger Helîn piştrastbûna vê ye. Weke gerîlayên YJA Starê soza ku me daye hevreyên şehîd em ê pêk bînin. Em ê teqez Kurdistanek azad ava bikin."