DEM Partî: Em bang li her kesî dikin ku cidî tevbigerin

DEM Partiyê têkildarî nêzîkatiya li Rêber Apo banga cidiyetê li her kesî kir û got, "Em bang dikin ku dest ji zimanê gefxwarin û şantajê bê berdan."

Di daxuyaniya DEM Partiyê de hate gotin, "Bi hevdîtina Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê ya bi Birêz Abdullah Ocalan re atmosfereke xweşbîn li nava raya giştî afirî. Dibetiya çareseriyê bi xwe aramî xist nava civakê û kir ku hêvî şîn bibe. Partiya me ku di têkoşîna aştî û çareseriyê de berdêlên giran daye, ne tenê aktorekî siyasî yê vê demê ye, di heman demê de kedkarê wê ye. Lewma li dijî şer e, alîgirê aştiyê ye, li dijî çareseriyê rêyên çareseriyê diafirîne. Kes nikare vê rastiyê berevajî bike û ber bi cihekî cuda ve bikişîne."

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin, "Haya me jê heye ku hin hêz hewl didin nirxandinên siyasî yên aktorên me yên siyasî û partiya me weke 'gefxwarinê' û 'dijberiya li pêvajoyê' nîşan bidin, bi vî rengî ji xwe re hinceta revê biafirînin. Lê belê kes di vê mijarê de nikare tiştekî bi dest bixe. Kes nikare DEM Partiyê wke 'dijberê pêvajoyê' nîşan bide.

Em baş zanin bê kî li dijî çareseriyê ye. Yên ku heqaretê li partiya me û nirxên me dikin, yên ku her roj gefê li gelan dixwin dijberê herî mezin ê çareserî û pêvajoyê ye."

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin, "Di mijara nêzîkatiya li Birêz Ocalan de ku pêvajoyê bi fedakarî û biryardariyeke mezin dimeşîne, em bang li her kesî dikin ku bi cidî tevbigerin. Armanca hêzên ku pêvajoyê dikin mijara derew û maganîzê, êrîşa li dijî nasnameya polîtîk û îdeolojîk a Birêz Ocalan e.

Bila kes bi zexelî bi rêya hêza medyayê ya li ber destê xwe ji niha ve atmosfereke reva xwe nefirîne. Gelê me yê ku çareseriyê dixwaze wê rê nede van hewldanên erzan.

Çareseriya demokratîk û aştiya bi rûmet wê teqez bê vî welatî. DEM Partî wê nehêle derfetê çareseriyê ji holê bê rakirin. Partiya me wê ji her demê bêhtir bi hesasiyet û berpirsyarî vê pêvajoyê dewam bike.

Em bang li hemû derdoran dikin ku bi heman berpirsyariyê tevbigerin û dest ji zimanê gefxwarin û şantajê berdin."