Mûstafa Karasû ji televîzyona Medya Haber re di hevpeyvîneke taybet de rojev nirxand û nerazîbûn nîşanî nirxandinên li ser rabûna tecrîdê da ku piştî hevdîtina bi Rêber Apo re kete rojeva raya giştî û destnîşan kir ku tecrîd hîn jî dewam dike.
Karasû diyar kir ku hevdîtinên bi parêzeran û malbatê re hîn jî têne astengkirin û got, "Eger destûr hatibe rakirin, hingî çima destûr ji hevdîtinan re nayê dayin?"
Karasû bal kişand ser polîtîkayên dewleta Tirk ên têkildarî pirsgirêka Kurd û anî ziman ku dema ew rastiya dewleta Tirk û tecrûbeyên dîrokî tînin bîra xwe, hingî pêwîstiyê pê dibînin ku bi baldarî nêzî pêvajoyên bi vî rengî bibin. Karasû destnîşan kir ku pêvajoyên beriya niha yên weke pêvajoya çareseriyê dihatin pênasekirin ji ber bêsamîmiyet û nebûna zîhniyeta demokratîk a dewletê bi dawî bûn.
Karasû destnîşan kir ku bingeha têkoşîna Rêber Apo her tim çareseriya demokratîk û çareseriya pirsgirêka Kurd a dûrî ji şer e û got, "Di hevpeyvîna xwe ya sala 1988'an de ji Mehmet Alî Bîrand re çi gotibû, îro jî heman tiştî dibêje."
Karasû bal kişand ser israra Rêber Apo ya li ser guhertina demokratîk û anî ziman ku ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê divê pirsgirêka Kurd bê çareserkirin. Karasû diyar kir ku heta mafên bingehîn ên gelê Kurd neyên naskirin guhertineke demokratîk pêk nayê û got, di pêvajoya Mutabaqata Dolmabahçeyê de jî nêzîkatiyeke bi heman rengî hate nîşandan, lê belê hikumetê ew Pêvajo têk bir.
Karasû destnîşan kir ku ji bo rakirina tecrîda li Îmraliyê û çareseriya pirsgirêka Kurd divê têkoşîn dewam bike û anî ziman, ji bo pêvajo bi rengekî erênî bi pêş ve biçe avêtina gavên teşwîqkirinê girîng e.
Nirxandina endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûstafa Karasû bi vî rengî ye:
"Beriya her tiştî sala nû ya mîladî ya her kesî pîroz dikim. Hêvî dikim ku ji her kesî re aramî û aştiyê bîne.
ŞEHÎDÊN MEHA ÇILEYÊ
Di meha Çileyê de gelek hevalên me yên hêja şehîd bûn. Di vê mehê de 4'ê Çileyê Pakîze Nayir, Fatma Ûyar, Sêvê Demîr şehîd bûn. 6'ê Çileyê hevalê Rêbar, hevalê Halîl, hevalê Mûrat şehîd bûn. 9'ê Çileyê jî Sara, Rojbîn û hevalên wan şehîd bûn. 23'ê Kanûnê hevrê Evîn, Abdurrahman Kizil, Mîr Perwer şehîd bûn. Em van şehîdên xwe hemûyan û şehîdên meha Çileyê hemûyan bi hurmet û minet bi bîr tînin.
Bêguman wateya van şehîdan ji bo me mezin e, xwedî wateyeke dîrokî ne. Hevala Sara bêguman ji damezrînera partiya me bû, bi salan li zindanê em bi hev re man. Hevalê Rêbar, hevalê Halîl jî di nava têkoşîna me de wezîfeyên gelekî girîng bi cih anîn. Hevrê Evrîn endama konseya me ya rêveber bû. Bi vî rengî di vê mehê de gelek hevalên me yên hêja şehîd bûn.
Hevala Sara tê naskirin, ji damezrînerên partiya me bû, gelekî girîng e. Bi taybetî di têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê de pêşengiya jinekê di vê astê de, pêşketin û asta têkoşîna azadiyê radixe pêş çavan, nûbûnê nîşand ide. Divê bi vî rengî bê destnîşankirin.
JIYANA SARA DÎROKA TÊKOŞÎNA AZADIYA JINÊ YE
Hevrê Sara ku ji damezrînerên partiya me bû, di heman demê de yek ji pêşengên berxwedana zindanan bû. Li zindanê ji bo berxwedan bi xurtî bê kirin, ji bo nirxên moralê yên berxwedanê bê afirandin bandoreke girîng a hevala Sara heye. Bêguman a herî girîng jî weke ku Rêber Apo got, jiyana Sara ji aliyekî ve dîroka têkoşîna azadiya jinê ya li Kurdistanê ye. Têkoşîna azadiya jinê ye, dîroka azadbûnê ye. Ev yek divê bi vî rengî bê nirxandin.
Ev xeta azadiya jinê ku bi Sara destpê kir, piştre bi tevlîbûna bi hezaran, bi deh hezaran jinan li nava van refan, bi şehîdketina bi hezaran jinan, hîn jî bi rengê têkoşîneke mezin dewam dike. Lewma hevala Sara di têkoşîna azadiya jinê de, di guhertina demokratîk a civaka Kurd de bi rastî jî xwedî roleke girîng e. Xeta azadiya jinê tê wateya kûrbûna li ser têkoşîna azadiyê û demokratîkbûnê ya li Kurdistanê. Xeta azadiyê ya jinê nirxekî bi vî rengî mezin tevlî têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd kir. Di vê mijarê de bêguman hevrê Sara xwedî roleke girîng e.
Rêber Apo her wiha ji bo şehadeta Sara got, komkujiya Dersimê ya duyemîn. Bi rastî jî êrîşek ji bo tinekirina Dersimê bû ku ji nû ve rabûye ser piyan û li ber xwe dide. Ji berv ê jî Rêbertî got, 'Komkujiya Dersimê ya dyemîn', 'Qirkirina Dersimê'.
Yekser hevala Sara kirin hedef, MÎT'ê plan kir. Komkujiyeke ku ji aliyê Hakan Fîdan ve hat plankirin û erêkirin ku niha Wezîrê Karên Derve yê dewleta Tirk e. Rastiya dewleta Tirk bi vî rengî ye. Ji aliyekî ve Hakan Fîdan hatibû Osloyê ji bo hevdîtinê bi me re bike. Weke aktorekî ku di çareseriya pirsgirêka Kurd de bi rengekî polîtîk rolê bilîze ketibû dewrê. Li aliyê din jî mohra xwe danîbû binê komkujiyekê ku dihat wateya qirkirina kurdan. Divê ev yek ti carî neyê jibîrkirin. Di van bûyeran de mirov dikare bibîne bê rastiya dewleta Tirk çi ye.
SARA LI CÎHANÊ BÛ SEMBOLA XETA AZADIYA JINÊ
Têkoşîna hevrê Sara niha gelekî bi pêş dikeve. Li cîhanê bi pêş dikeve. Rêber Apo xeta azadiya jinê danî ser hîmên teorîk, hîmên dîrokî û vê yekê xeta azadiya jinê gelekî bi pêş ve bir. Lewma Sara êdî ne tenê li Kurdistanê li tevahiya Rojhilata Navîn û cîhanê veguheriye sembola Xeta Azadiya Jinê. Lewma şehîdên me ji windahiyekê wêdetir hevrêyên me ne ku nirxên mezin afirandine. Hemû şehîdên em bi vî rengî ne.
Hevrê Evîn jî di Komkujiya Parîsê ya 2'yemîn de şehîd bû. Ew jî hevrêyek bû ku li dilê Botanê ji dayik bû, mezin bû, nirxên Kurdîtiyê, nirxên Botanê di şexsê xwe de şênber kir û bû rêvebera têkoşîna azadiyê. Ev tiştekî gelekî girîng e. bi vî rengî Botan kaneke ji agirê têkoşîna me ya azadiyê ye, di heman demê de ji aliyê xeta azadiya jinê ve jî bi hezaran jinên Botanî mîna Evîn Boyî herikîn nava refên têkoşînê û di guhertina civakî ya li Kurdistanê de roleke dîrokî lîstin.
Şehîdên me yên 6'ê Çileyê Rûbar, Halîl, Mûrat bêguman di têkoşînê de salên dirêj ji temenê xwe dan. Ji sala 1976'an û pê ve li Dîlokê min hevalê Rûbar nas kir. Di sala 1976'an de hîn bi temamî tevlî nebû bû. Karker bû, karkerê înşaetê bû, şoreşgerekî sar bû. Wê demê hîn ciwan bû, piştre tevlî bû. Ji ciwantiya xwe û pê ve emrê xwe da têkoşînê. Malbata wî tevlî nava têkoşînê bû. Du xwişkên wî jî şehîd bûn. Yek jî zêdeyî 15 salan li girtîgehê ma. Dayika wî dayikeke me ye ku hîn jî ji nirxên moralê yên têkoşîna me ye.
Sêvê Demîr, Pakîze Nayir û Fatma Ûyar jî di berxwedana xwerêveberiyê de hatin qetilkirin. Ew jî ji nava dilê Botanê rabûn. Bêguman me heval Sêvê Demîr nas dikir. Carekê hat çiyê, me ew dît. Lê belê me nekarî hevalên din nas bikin. Sêvê Demîr gelekî bi coş, kelecan, sempatîk û zîrek bû. Ez van hevrêyan hemûyan careke din bi vê wesîleyê bi hurmet û minet bi bîr tînim.
TECRÎDA LI ÎMRALIYÊ DEWAM DIKE
Di Cotmeha 2024'an de hevdîtinek pêk hatibû. Hevdîtina bi malbatê re. Li wê derê Rêber Apo bi eşkere gotibû, tecrîd dewam dike. Her wiha ji Omer Ocalan re got, 'Ev der li min kirine mîna dojehê, xwestin bikin dojehê'. Rêber Apo bi xwe ji Omer Ocalan re ragihandibû bê bi çi rengî nêzî wî dibin.
Piştre demeke dirêj di ser re derbas bû. Hevdîtin pêk hat. Ya rast, ew ê hîn zûtir bihata kirin. Lê belê piştî ku li Sûriyeyê rejîma Esad hilweşiya, dema ku li Sûriyeyê rewşeke nediyar destpê kir, fikirîn ku peyamên Rêber Apo dibe ku ji bo wan neyînî be, lewma destpêkê nehiştin hevdîtin bê kirin.
Niha beriya her tiştî em tespîta vê yekê bikin. Tecrîd dewam dike. Divê bi vî rengî bê gotin. Bi Rêber Apo re hevdîtinek bû, bi vê hevdîtinê re mirov nikare bibêje tecrîd bi dawî bûye. Niha destûr ji hevdîtina bi parêzeran re nayê dayin. Destûr ji hevdîtina bi malbatê re nayê dayin. Çima destûr nayê dayin? Çima? Eger tecrîd bi dawî bûye çima rê nadin hevdîtinê? Her kes wê vê pirsê bipirse.
Li aliyê din, hevalekî li gel Rêber Apo 30 sal in di zindanê de ye. Li gorî qanûnan dema hiştina di zindanê de bi dawî bûye, divê derkeve. Lê belê bernadin. Çima bernadin? Ew jî tecrîd e. Ji ber vê bernadin. Rêbertî pê re diaxive, hevdîtinê dike. Fikrê Rêbertî wergirtiye. dibêjin, dema derkeve derve wê bibêje Rêbertî li ser vê mijarê bi vî rengî difikire, di vê mijarê de vê dibêje, belkî vî fikrî bigihîne civakê. Ji ber vê yekê vî hevalî bernadin. Bi gotina 'Heyet çû gel Rêbertî hevdîtin pê re kir', divê mirov van rastiyan jî ji bîr neke. Gotinek heye ku dibêje, bi kulîlkekê bihar nabe. Nêzîkatiya ku bibêje 'Bi hevdîtinekê re tecrîd bi dawî bûye, her tişt di rê de ye, baş dimeşe' wê nêzîkatiyeke kêm be. Bi taybetî dema mijar rastiya dewleta Tirk be divê mirov hîn bi baldarî tevbigere. Polîtîkayên vê dewletê diyar in. Polîtîkayên xwe yên li dijî Kurdan diyar in. 26 sal in zilm li Rêbertî tê kirin.
Bahçelî got, 'Bila DEM biçe, Îmrali bê li koma DEM'ê biaxive' lê binihêrin bê doh ji DEM'ê re çi digotin. Digotin, bieciqînin, biqedînin, hema bibêje hindik mabûn bibêjin serê wan jê kin, bigirin, mafê jiyanê nas nekin. Ji nişka ve çi bû? Ji nişka ve çi bû, gelo tiştek li serê wan ket? Dema ku mijar dewleta Tirk be, dema ku mijar polîtîkayên dewletê yên li ser pirsgirêka Kurd be bêguman şaş nîne ku mirov bi baldarî nêzîk bibin. Ev ne meseleya xweşbînî yan jî reşbîniyê ye. Ev yek nîşaneya wê yekê ye ku dema mijar bibe pirsgirêkeke gelekî cidî divê mirov hîn bi berpirsyarî nêzîk bibin.
Bêguman hevdîtina bi Rêberê me re baş bû. Baş bû ku agahî hat, tenduristiya wî baş e. Her wiha ragihandina fikrê Rêbertî girîng e. Nêta dewleta Tirk çi dibe bila bibe, nêzîkatiay xwe çi dibe bila bibe, em qîmetê didin hevdîtineke bi vî rengî, wateyê didin hevdîtinê. Pir pir girîng e ku Rêberê me hevdîtin bi heyetê re kir û nêrîna xwe anî ziman.
NÊZÎKATIYA RÊBERTÎ HER TIM JI BO ÇARESERIYA DEMOKRATÎK A PIRSGIRÊKÊ YE
Çima hevdîtinê bi Rêberê me didin kirin? Qala pêvajoyekê dikin, lê belê navê xwe nîne. Her kes bi navê wê zane. Gel jî zane, hêzên siyasî jî zane, cîhan jî zane. Bi Rêbertî re hevdîtin çima tê kirin? Ev yek pêwendiya xwe bi çi heye? Rêbertî girtiyekî ji rêzê nîne. Nûnerê gelekî ye, rêberê gelekî ye, ji ber ku gelek zane kiriye, bi rêxistin kiriye, têdikoşe, ew xistin zindanê, tecrîdeke giran lê ferz dikin. Ji ber ku gelekî li ber qirkirinê rakir ser piyan, ev pêkanîn li dijî Rêbertî tê kirin. Lewma bêguman hevdîtineke bi vî rengî pêwendiya xwe bi pirsgirêka Kurd re heye, lê belê çiqasî pêwendiya xwe pê heye, ew girîng e ku bê zanîn. Bi demê re em ê êdî vê hîn bibin. Bi demê re em ê zanibin ku ev hevdîtin encama nêrîneke çawa ya li pirsgirêka Kurd bû, çima ev hevdîtin bi vî rengî hate kirin. Bi demê re ev yek wê diyar bibe. Lê belê ev yek eşkere ye; Rêber Apo teqez têkoşîna xwe hemû ji bo azadiya gelê Kurd meşandiye û ji bo ev têkoşîn bi çareseriyeke demokratîk bi encam bibe kete nava hewldaneke mezin.
Di sala 1988'an de bi Mehmet Alî Bîrand re hevpeyvînek kir. Hîn jî her kes dikare wê bixwîne. Nêzîkatiya Rêber Apo wê demê çi be, niha jî bi heman rengî ye. Rêber Apo di çarçoveyeke gelekî maqûl de, di çarçoveyeke demokratîk de, li ser bingeha xwişk û biratiya gelên Tirkiyeyê hewl dide vê pirsgirêkê çareser bike. Jiyana xwe di vê oxirê de derbas kiriye. Wê bi çi rengî nêzîkatî li Rêber Apo bê kirin? Hevalê Cûma got, Rêber Apo tiştekî li dijî gelan nake. Berjewendiya gelan çi be, ya rast çi be, di vê demê de ya rast çi be, li gorî wê yekê nêzîkatiyê nîşan dide. Beriya her tiştî divê her kes bi vê zanibe. Nêzîkatiya Rêber Apo bi vî rengî ye. Rêber Apo pêvajoya dîrokî dinirxîne, rewşa polîtîk a heyî dinirxîne, li gorî wê nêzîkatiya rast çi be wê nîşan dide. Rêber Apo her tim ji bo çareseriya vê pirsgirêkê, ji bo çareseriya li ser bingeha rast, ji bo çareseriya li ser bingeha xwişk û biratiya gelan di nava nêzîkatiyê de ye û xwedî xeteke hevgirtî ye. Wê yekê îro jî dimeşîne. Bêguman xeta têkoşînê, polîtîka li gorî dem û cih dikare hin guhertinan derbas bike.
Niha ev hevdîtina Rêbertî girîng e. Bêguman her kes li gorî xwe dinirxîne. Rêbertî li wê derê dibêje çi? Dibêje, 'Paradîgmayek hatiye danîn. Ez ê piştgiriyê bidim vê paradîgmayê, ez tevlî dibim'. Lê belê Rêbertî çi dixwaze bibêje? Mebest ji paradîgmayê; em vê pirsgirêkê bêyî şer û tundiyê çareser bikin. Ne cara yekê ye ku vê dibêje. Çil sal in vê dibêje. Di parêznameyên xwe de got. Di hemû notên hevdîtinê de ev yek got. Belê, dibêje bila ev pirsgirêk bêyî şer û tundiyê çareser bibe. Rêber Apo her tim got, çareserî ev e. Bêyî şer xwest pirsgirêk bi rêyên demokratîk û nîqaşê bê çareserkirin. Ya ku Rêber Apo îro jî dibêje heman tişt e. Mebest ji paradîgmaya nû ev e. Dixwaze vê pirsgirêkê dûrî ji şer, li ser bingeha demokratîk çareser bike.
ARMANC PÊKANÎNA GUHERTINA DEMOKRATÎK A LI TIRKIYEYÊ YE
Ji hevdîtina bi Rêbertî re xusûsên bingehîn ên ji 7 xalan hate destnîşankirin. Di wê derê de mijare herî girîng ev e. Guhertina demokratîk. Bi dîtina min gotina diyarker guhertina demokratîk e. Rêber Apo destnîşan kir ku armanca hemû gotin û gavan ji bo pêkanîna guhertina demokratîk e. Armanc pêkanîna guhetina demokratîk a li Tirkiyeyê ye. Di sala 2015'an de jî nêzîkatiya Rêber Apo bi vî rengî bû. Bingeha mutabaqata Dolmabahçeyê ew bû. Niha hinek dibêjin, 'Ew pêvajo ji aliyê PKK'ê ve hate qedandin', yan jî gelek tişt xwestin, ji ber vê qdiya. Tiştekî bi wî rengî nîne. Kê ew pêvajo xera kir? Pêvajoyek hebû. Belê. Pêvajoya ku desthilatdariya AKP'ê bixe nava pêvajoya çareseriyê. Bi mutabaqata Dolmabahçeyê re diket nava wê pêvajoyê, lê jê derket. Rastî ev e. Piştre jî çi bû? Hilbijartinên 7'ê Hezîranê bû. Beriya wê komkujiya DAÎŞ'ê bû. Di 24'ê Tîrmehê de jî bi dehan balafiran bombe li ser serê me barandin. Ji xwe Davûtoglû gotibû 'Me beriya salekê xwe amade kiribûn'.
Rêber Apo vê pêvajoyê bi rengê ku guhertina demokratîk pêk bîne dinirxîne. Esas ev e. Pêkanîna guhertina demokratîk. Guhertina demokratîk tê wateya demokratîkbûna welêt. Ji bo guhertina demokratîk pêk were ji bo demokrasiyê pêwîstî bi çi heye? Divê pirsgirêka Kurd bê çareserkirin, gav bêne avêtin. Bêyî çareseriya pirsgirêka Kurd guhertina demokratîk dibe gelo? Ma tiştekî bi vî rengî dibe? Ji xwe çima li Tirkiyeyê demokrasî pêk nayê, çima dijberî li demokrasiyê tê kirin? Çima AKP, MHP, dewlet dijberî li demokrasiyê dikirin? Ji ber ku ne amade bûn. Digotin eger demokratîkbûn pêk were wê Kurd sûdê jê werbigirin. Demokratîkbûn pêk were wê pirsgirêka Kurd çareser bibe. Wê perwerdeya bi zimanê dayikê pêk were, ziman, nasname û çand wê bê qebûlkirin. Ji ber vê yekê dijberî li demokrasiyê dikirin.
NEBÛNA MEJIYÊ DEMOKRATÎK PÊVAJOYA DERBASBÛYÎ TÊK BIR
Ê bêguman em ê jî niha bipirsin; AKP, MHP ên ku ji bo Kurd sûdê jê wernegirin dijberî li demokrasiyê dikirin, niha bûne xwediyê mejiyê guhertineke demokratîk ku Kurd jê sûdê werbigirin? Bêguman em ê li vê bifikirin û bipirsin. Lewma em ê li pratîkê binihêrin. Ya ku çareseriya pirsgirêka Kurd dixitimîne zêdebûna daxwazên tevgera azadiyê nîne. Tiştekî bi vî rengî nîne. Ne ji ber zêdebûna daxwazan e, ji ber nebûna zîhniyetê ye. Zîhniyet demokratîk nîne, zîhniyet ne alîgirê çareseriya pirsgirêka Kurd e. Ji ber vê neyê nayê çareserkirin. Pêwendiya xwe bi zêdebûna daxwazan re nîne. Rêber Apo nêzîkatiya herî maqûl nîşan da. Tevgera me jî nîşan da. Lê belê zîhniyet neguherî, înkarê dewam kir.
DIVÊ BI ÇAVÊ DEMOKRATÎKBÛNÊ LI MESELEYÊ BINIHÊRIN
Niha Ahmet Turk gotiye 'Em bazariyê nakin'. Tiştên ku bazarî li ser neyên kirin hene. Me jî li girtîgehê li ber xwe dan. Bi îradeyê em li hev kom bûn. Her wiha wê demê di encama berxwedana girtîgehê de me hevdîtin bi wezîran re jî kir. Me digot, ma bazarî li ser mafên mirovan dibe? Bazarî li ser mafên mirovan nabe. Me digot, em ê bi malbata xwe re hevdîtinê bikin, ma bazarî li ser vê dibe? Me digot, wê êşkence neyê kirin, jiyan hinekî asayî be. Ma bazarî li ser vê dibe? Ma bazarî li ser mafên mirovan dibe? Ji bo demokrasiyê mafên Kurdan jî hene. Zimanê dayikê bila hebe yan na, Kurd bila xwedî mafê xwerêveberiyê be yan na, hebûna Kurdan bê naskirin yan na? Ma bazarî li ser van dibe? Ev mafên xwezayî yên Kurdan e.
Divê mirov bi çavê demokratîkbûnê li vê binihêrin. Nêzîkatiya Rêbertî bi vî rengî ye. Beriya 2015'an jî hevdîtin hatin kirin, di hemû hevdîtinan de hewldanên wî ji bo demokratîkbûna li Tirkiyeyê bû. Dixwest bêhnê bîne ber hêzên demokratîk, wan xurt bike. Hewl dida hêzên demokratîk ên li Tirkiyeyê li hev kom bike. Mînak, lihevkomkirina çep a Tirkiyeyê, hêzên demokratîk ên Tirkiyeyê. Hemû hewldanên Rêber Apo yên wê demê ji bo afirandina atmosfereke demokratîkbûnê bû. Ji ber ku Rêber Apo vê dibîne, heta ku Tirkiye demokratîk hebe, heta ku guhertina demokratîk pêk nîne pirsgirêka Kurd çareser nabe. Ji ber vê jî guhertina demokratîk û mafên bingehîn ên pirsgirêka Kurd ji hev nayên qutkirin.
Em piştgiriyê didin hewldanên Rêberê xwe. Ji ber ku Rêberê me her tim ji bo başiya gelan, ji bo berjewendiyên gelan hewl da. Rêber Apo ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê, ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd wê vî karî bimeşîne. Ji ber vê yekê dixwaze pêşî lê veke. Dibêje, 'Belê bangek hate kirin, eger nêta we hebe baş e, nêta we ya çareseriyê hebe baş e, ez jî heme'. Lê belê eger nêta xwe çareserî be. Rêber Apo ev yek bi şênberî nîşan da. Ji ber ku banga li Rêber Apo pêwendiya xwe bi pirsgirêka Kurd re heye.
NÊZÎKATIYA KURDAN JI BO ÇARESERIYA PIRSGIRÊKA KURD E
Rêber Apo ne tenê Meclîsê, xwest hemû hêzên demokratîk ên Tirkiyeyê bixe nav. Hê tiştek li holê nîne, hin derdikevin û dibêjin nizanim wê di 15’ê Çileyê de, 14’ê Sibatê de çi bibe. Rêber Apo çima meclîs nîşan da? Hê meclîs nîqaşa vê yekê nekiriye û nexistiye meriyetê. Li Meclîsê çi nîqaş çêbûne? Meclîs çi ye? Meclîs îradeya gel e. Peywira wê çi ye? Qanûn çêkirin e. Ma ne wisa ye? Ma wekî din çi karê meclîsê heye? Eger meclîs bi rola xwe rabe, wê çi bibe? Meclîs wê hin qanûnan çêbike. Eger pêwîstî pê hebe ew ê destûra bingehîn biguherîne. Dema ku qala guherînên destûra bingehîn tê kirin, hin kes li ser hilbijartina Erdogan an jî tiştekî din nîqaşê dikin. Çi têkiliya wê heye? Ji bo Kurdan, ji bo azadiya Kurdan, ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd, ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê guhertineke destûra bingehîn çênabe, di destûra bingehîn de wê guhertin nebe, nizanim ji bo Serokkomariya Erdogan wê guhertineke qanûnî bê kirin, wê deng bide. Ma qey tiştek wiha dibe? Li gorî min ev nîqaşek ji rêzê ye. Eger Kurd wê nêzîkatiyekê nîşan bidin, wê bi çareseriya pirsgirêka Kurd re eleqedar be.
Dibe ku armanca AKP-MHP’ê cuda be. Di nava Kurdan de guman hene. Em jî dibêjin divê em pêngavan bibînin. Ev mijarek cuda ye. Wê demê wezîfeya mûxalefetê çiye? Wezîfeya wê astengiyên li pêşiya çareseriya pirsgirêka Kurd rakirin û eger niyetên cuda hebin, eşkerekirina wan e. Eger tê xwestin pirsgirêka Kurd û Rêbertî weke amûr bên bikar anîn, hûnê çi bikin? Hûn ê jî çareseriya pirsa Kurd ji bo demokratîkbûnê nîşan bidin û hûn ê rûyê wê yê rast derxin holê. Di rewşeke bi vî rengî de tişta bê kirin ev e.
Mesele li pirsgirêkê bi awayekî xweşbînî ango reşbînî nêrîn nîne. Divê pêvajo bi awayekî rast bê destgirtin. Kes li gotinan nanêre. Her gotin dibe ku bê kirin. Hevdîtin pêk tên. Wê bi hemû partiyan re jî hevdîtin çêbibin. Divê nêrînê her kesî jî bê girtin. Di vê çarçoveyê de, di dema hevdîtinên li meclîsê de wê çi bê nîqaşkirin? DEM Partî diçe, bi partiyan re hevdîtin pêk tîne, meclîs wê bikeve dewrê, wê çi bêje? Eger nîqaşeke cidî be, eger partî û meclîs bikevin dewrê, li ser destûra bingehîn û daxwazan dibe ku axaftin bên kirin. Ma qey tenê wê ji bo sohbetê be. Kîjan qanûn wê bên destgirtin girîng e. Divê li ser vê mijarê bê rawestandin.
Rêber Apo digot, “Ez ne kesî dixapînim û ne jî têm xapandin.” Yek ji rêgezên têkoşîna Rêber Apo yê herî bingehîn ev e. Ne xapandin û ne jî bê xapandin. Rêber Apo şexsiyetek bi vî rengî ye. Her kes wê wisa bigire dest û wisa nêzîk bibe. Rêber Apo têkoşîneke siyasî dimeşîne. Bi rastî jî xitimandinek heye, bêçareseriyek heye, dixwaze rêyek jê re veke. Li cihekî yekî tiştek got, dixwaze bi çareseriyek cuda bimeşîne. Ev şêwazê Rêber Apo ye.
DIVÊ TECRÎD BÊ ŞIKANDIN
Divê bê zanîn ku tecrîd hê jî dewam dike, nehatiye şikandin. Tê gotin divê şertên Rêbertî werin başkirin, şertên wekhev hebin, heke niyet baş be, bi rastî jî dixwazin tiştekî baş bikin, wê demê çima şert û mercên jiyanê yên Rêbertî nayên guhertin? Divê ev biguhere. Rêber Apo di pêvajoya ewil de ji bo niyeta wan biceribîne gotibû, ''Bila sekreteryaya min were, ez bi hin kesan re hevdîtinan bikim, bila hevalên din werin. Bi aliyên cuda re hevdîtin pêk bînim.” Rêber Apo berpirsyariyeke dîrokî hildigire ser milê xwe. Ji bo azadiya gelê Kurd xwedî berpirsyarî ye. Di vî alî de bêguman divê ev tecrîd were şikandin. Divê em ji bo vê têbikoş in.
Ya ku AKP û MHP’ê aniye vê nuqteyê, têkoşîna gerdûnî ye. Piştî sala 2015'an plana hilweşînê pêk anîn, xwestin hilweşînin, lê nebû. Li aliyê din jî têkoşîneke mezin hebû. Têkoşîneke gerdûnî bû. Ev têkoşîn wan tengav dike. Têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd wan dixe nava zorê. Têkoşîna giştî wan dixe nava zorê. Êdî wan jî siyasetek xist meriyetê. Siyaset çi ye? Erê. Tişta ku em niha hemû diceribînin, bibînin ev e. Pêvajo dê çawa be? Rêber Apo wê hin tiştan bibêje, wê pêk were? Wê bikevin pêvajoya veguherîna demokratîk? Endamên DEM Partiyê li ser paqijkirina rê diaxivîn. Bi hezaran mirov di girtîgehan de ne. Ji bo Ahmed Turk bi hinceta terorê sê serdem in qeyûm tayînê cihê wî dikin. Niha jî bi navê mirovê herî maqûl e hûnê wî tevlî heyetê bikin. Bi vê yekê re dewlet politikaya qeyûm bê ka çiye radixe pêş çavan. Eşkere ye ku ew qeyûm ji bo şikandina îradeya gel tên tayînkirin. Nizanim, cezayê kî/ê heye, ev hemû hincet in. Niha ev yek hê zêdetir derket holê. Bi girtina Ahmet Turk a ji bo heyetê re, eşkere bû ku ew qeyûm hemû vala ne. Bila gel û her kes vê rastiyê bibîne. Rastiya AKP’ê bibîne.
DIVÊ HEVSEROKÊN DEM PARTIYÊ TEVLÎ HEYETÊ BIBIN
Ji bo heyetê em vê yekê bibêjin. Heyeta heyî berê jî bi Rêbertî re hevdîtin kiribû. Sirri Sûreyya, Pervîn Bûldan û Ahmet Turk jî di heyeta ku berê çûne Îmarliyê de bûn. Ew jî dikarin tevlî bibin. Lê Devlet Bahçelî bangek kir. Got bila DEM Partî biçe Îmraliyê. Çima di nava heyetê de hevserokên DEM Partiyê nîn in? Bi rastî jî çima cih nagirin? Eger DEM Partî wê biçe, rêveberên DEM Partiyê hene. Bi qasî ku ez dizanim Sirri Sûreyya Onder niha ne di nava rêveberiyê de ye. Pervîn Bûldan hevseroka HDP’ê ye. Ahmet Turk jî hevşaredar e. Dixwazim vê yekê bêjim bangek ji bo DEM Partiyê hat kirin. Hat gotin bila DEM Partî biçe Îmraliyê. Çima hevserokên giştî yên DEM Partiyê di nava heyetê de nîn in? Herî kêm divê yek ji wan di nava heyetê de ba. Bi rastî jî qet nebe ji bo em bêjin di wê heyetê de hevserokek heye.
Dixwazim vê mijarê bînim ziman. Em dibêjin erêniye, lê sistahiyek heye. Belê, eger tê xwestin di çareseriya pirsgirêka Kurd de gaveke demokratîk were avêtin, divê her kes destekê bide. Helbet em ê destekê bidin. Ji bo hemû gotin û pêngavên ku ji aliyê Rêber Apo ve bê avêtin, em amade ne ku destek bidin. Ji aliyê me ve pirsgirêkek nîne. Lê belê em ti carî rastiya dewleta Tirk ji bîr nekin. Em ji ber sedemên dîrokî vê yekê dibêjin. Ji ber pratîka wan em vê yekê dibêjin. Ev ne tenê guman û hesasiyet e, di heman demê de rastiyek e. Di vî alî de dema mijar dibe rastiya dewleta Tirk, her tim hinek divê bi baldarî nêzîkatî çêbibe. Rêbertî hem vê pêvajoyê dimeşîne hem jî bi awayekî hesas tevdigere. Divê yekser kes nekeve nava rehetiyê. Pirsgirêkeke dîrokî ye. Bêguman di vê pêvajoyê de ji bo demokratîkbûyîna Tirkiyeyê, ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd pêwîstî bi hewldan û teşwîqê heye. Belê, dikare bê teşwîqkirin. Ji bo tevlîbûna her kesî divê teşwîq bê kirin. Ev ne şaş e, lê ya girîng ew e ku mirov bi hesab be.
Ya esasî jî divê têkoşîn nesekine. Divê têkoşîn dewam bike. Hê li holê tiştek nîne. Sedemek ku em têkoşîna xwe sist bikin nîne. Ji ber vê yekê divê kampanya ji bo azadiya Rêbertî ji aliyê gelê me ve li her qadê bêyî ku têkoşîna xwe sist bike, bidomîne.
REJÎMA ESAD JI BER KU NEKARÎ ÇARESERIYÊ JI PIRSGIRÊKAN RE PEYDA BIKE, HILWEŞIYA
Berê hate nirxandin bê HTŞ'ê çawa Şam bi dest xist. Ya rast ya heyî serketina HTŞ'ê nîne, xistina Şamê ye. Gelek hêz û hêmane ketin dewrê û Şam xistin. Ji xwe berê lawaz bûbû, nekarîbû çareseriyê hilberîne. Tevgereke siyasî, partiyek, dewletek dema li hemberî pirsgirêkên bê çare bimîne, nikaribe hilberîne wê hilweşe. Şamê nekarî çareseriyê ji pirsgirêkan re peyda bike. Ne ji pirsgirêkên penaberan re çareserî peyda kir. Ne jî ji pirsgirêkên muxalefetê re. Ne ji pirsgirêka Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re çareserî peyda kir, ne jî di mijara polîtîkaha herêmê de nêzîkatiyeke çareseriyê nîşan da.
Eger Sûriye gihîştibe vê nuqteyê, di vir de rola Tirkiyeyê gelekî girîng e. Tirkiyeyê xwest Sûriye yekser bikeve û bikeve bin kontrola Îhvan-Muslîm û kontrola xwe. Ji ber vê yekê jî ewqasî tev da, sor kir. Her wiha ji bo Kurd jê sûdê wernegirin xwest hilweşîna desthilatdariya Sûriyeyê bi lez pêk were. Ji ber vê yekê ewqasî dest li pirsgirêka Sûriyeyê werda. Şerê navxweyî sor kir. Her wiha dibêjin 4-5 milyon penaber ber bi xwe ve kişand. Ew bi zanebûn kişandin. Bi zanebûn ew vekişandin ku li ser wan polîtîkayê bikin. Îro ev yek tê dîtin. Ji ber vê yekê çawa ku di rewşa heyî ya Sûriyeyê de ku hilweşiya ye rola Tirkiyeyê heye, di mezinkirina HTŞ'ê de jî bandora Tirkiyeyê heye. Ji ber ku li deverên Tirkiye lê serdest bû HTŞ hebû. HTŞ li Efrînê û Idlibê bû. Li wê derê jî Tirkiye serwer bû. Ne ji Tirkiyeyê bûya dikarîbû bima? Nikarîbû. Her wiha ne ji piştgiriya koalîsyonê bûya nikarîbû bima. Demekê wê Rûsya û Sûriye biketibûna herêmê, DYE'yê dest li wan werda. Qebûl nekir. Tirkiyeyê jî ji aliyê lojîstîkî ve piştgirî dida.
Bêguman rejîma Esad hilweşiya. Li pişt vê Îngilistan heye, koalîsyon heye, Tirkiye jî di vê mijarê de bi kar anîn. Niha Tirkiye timî dijberiya Îsraîlê dike. Niha Sûriye, rêveberiya Esad ji bo ewlehiya Îsraîlê hate hilweşandin. Bawerî neda. Ya rast helwesteke wan a lihevkirinê hinekî hebû, lê belê ji ber ku bi temamî bawerî neda, li Sûriyeyê desthilatdarî hate hilweşandin. HTŞ li Şamê bû serwer. Ji bo Sûriyeyeke ku ewlehiya Îsraîlê ji xwe re dike esas, Şam hate hilweşandin, HTŞ ket nava Şamê. Îro Tirkiye rabe çiqasî dijberiya Îsraîlê bike bila bike, wê di hilweşandina Sûriyeyê de rol lîst ku li ser bingeha ewlehiya Îsraîlê wê bê avakirin. Ya eşkere ev e. HTŞ jî bi vî rengî ye. Niha Trump got, 'Erdogan mirovekî bi aqil e' û pesnê wî da. Mîna ku hevalê Abbas got, wî jî weke beq xwe nepixand. Trolan jî rabûn propagandaya Erdogan kirin. Ka we digot emperyalîzm. We digot DYE bi vî rengî, bi wî rengî ye. Rabûn dibêjin serokê DYE'yê pesnê Erdogan da; ew gihand ezmanan. Bi rastî jî ev nayê fêhmkirin.
Niha, hin tirşikçiyên Celal Bûcak hene. Yek sixêfekê lê bike, sîleyekê lê bixe dibêje 'aa sîle li min xist. Aa ji min re got ker kurê kerê'. Rewşa van jî bi vî rengî ye. Trump ji Erdogan re got, tu bi aqil e, lê mebesta xwe ew bû ku bibêje, 'Bi aqil be. Em li Rojhilata Navîn ji bo ewlekariya Îsraîlê siyasetê dimeşînin. Şer dikin. Li pêşiya vê yekê nebe asteng'. Ji xwe Erdogan jî bi ti awayî nêzîkatiyek ku li pêşiya ewlehiya Îsraîlê bibe asteng nîşan neda. Belê. Ji ber vê yekê ji Erdogan re got, tu bi aqil e. Xwest bibêje, 'Tu bi aqil e, tu şaşitiyê nake. Tu li pêşiya polîtîkayên me nabe asteng'. AKP'yî rabûn ew gihand ezmanan. Erdogan jî nepixî. Got, 'Di nava Sûriyeyê de rola xwe heye'. Got, 'Li ser Sûriyeyê bandora xwe heye. Ew Sûriye nikare bibe Sûriyeyeke welê ku ewlekariya Îsraîlê bixe nava xeteriyê. Wê bibe Sûriyeyek ku ewlehiya Îsraîlê pêk bîne. Em Sûriyeyeke bi vî rengî dixwazin. Tu yê jî bi vê rolê rabe'. Yanî rol da. Ji Erdogan re got, 'Sûriyeya nû wê bi vî rengî be. Di vê mijarê de tu berpirsyar e'. Erdogan û Tirkan ev yek nepixandin. Xuya ye ewqasî pêwîstiya wan pê heye ku hinek rabe pesnê wan bide. Serokê DYE'yê ev yek kir ku heta wê rojê jê re digot, bi filan rengî ye, bi bêvan rengî ye. Ew dixwaze vê bibêje, 'Erdogan tu bi aqil e. Tu yê li gorî me tevbigere. Tu yê nebe dînê sîstema me. Tu biaqilê sîstema me ye'. Xwest vê bibêje.
TIRKIYE NAVENDÎBÛNÊ LI SER SÛRIYEYÊ FERZ DIKE
Niha Sûriyeya nû wê çawa be? Berî her tiştî ew ê ewlehiya Îsraîlê bixin talûkeyê û dê li holê Sûriyeyek nemîne. Jixwe Golanî dibêje, "Ez ji bo kesî ne tehdîd im." Da ku xwe bide qebûlkirin ji qula derziyê derdikeve. Jixwe lixwekirina kravatê jî nîşan dide ku da ku xwe bide qebûlkirin ketiye çi halî. îfadeya tiştê ku ew bûye ji bo ku were pejirandin e. Niha ji Golanî re dibêjin “biaqil be, anegorî pergalê tevbigere”. Ya rastî şîretan li Tirkiyeyê jî dikin. Îbrahîm Kalin hat, paşê Wezîrê Karên Navxweyî hat, paşê cîgirê Kalin hat û li Şamê hevdîtin kirin. Hemû wiha şîretan li Şamê dikin. Esasê hişyarkirina Şamê jî ev e: Tu dê çawa nêzî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bibî? Tu dê wê herêmê çawa pasîvîze bikî? Tu dê wê çawa belav bikî? Ji ber ku hemû polîtîkayên wan li dor têkbirina têkoşîna azadiyê ya Kurdan tên pêşxistin, ji bo ku siyaseta Sûriyeyê jî bi xwedî heman armancê be tên û li ser vê yekê diaxivin. Jixwe Tirkiye ji Golanî re dibêje "wek me bibe hikûmeteke navendî". "Tu mafî nede tu kes, kom û civakê", helbet Sûriyeyeke wiha çênabe." Heger Sûriye demokratîze nebe û civakên wekî Kurd, Elewî û Durzî nebin xwedî mafên civakî, li wê Sûriyeyê dê aramî pêk neyê. Netew-dewlet dike ku perçe bibe. Ji ber ku rejîma Esad nekarî vê yekê bike hilweşiya. Rejîma Seddam ji ber wê hilweşiya. Divê bi vî rengî bê dîtin. Ji Golanî re dibêjin, "heger tu mafên civakan bidî wan, ev wê Sûriye'yê bi vî rengî perçe bike." Ev aqilê te ye. Aqilê te perçe dike.
Niha yê Elman diçe, yê Îngilîz diçe, yê Ereb diçe. Wekî kêriyê ne. Her kesî berê xwe daye Şamê. Diçin û şîretan li wan dikin. Te dît Tirk jî diçin û şîretan dikin. Her dixwaze Sûriyeyeke li gor dilê xwe ava bike.
Golanî nikare wisa bi tena serê xwe û bi gotina xwe Sûriyeyê ji nû ve ava bike. Bixwaze jî dê encamekê jê negire. Tekane rêya wî ew e ku dê ji xwe re biail be û guh nede gotinên Tirkiyeyê. Wê mafên civakî û olî yên Kurd, Ereb û Durziyan qebûl bike. Sûriye dê wiha bibe yek. Bereksî wê şer û pevçûn e. Ango ez ê bi Kurdan re şer bikim, bi Elewiyan re şer bikim û bi Durziyan re şer bikim.
Niha em dibihîzin ku dê meclisa gel ava bike. Kongreya gel an meclisa damezrîner? Qaşo dê bi xwe ava bike. Ma wisa dibe? Eger nûnerên gelan, Kurd, Elewî, Durzî û bi taybetî jî jin nebin wê çi bibe? Eger nûnerên gelan, Kurdan, Elewiyan, Durziyan û jinan nebe dê çi bibe? Divê jin di wê pergalê de cih bigirin. Divê em esas ji hişmendiya serdest a mêrperwer bitirsin. Ew metirsî ji hemû tirsan mezintir e. Dê jin, Kurd, Elewî, Durzî û nûnerên wan di kongreyê de cih negirin. Tişteke wiha nabe.
Eger helwesteke balê dide rastiyên Sûriyeyê nîşan bide, dibe ku rewşa Sûriyeyê baş bibe.Bereksî wê li Sûriyeyeke wiha aramî dê pêk neyê. Nirxandina me wiha ye: Kurd, li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xwedî pergaleke xweser in. Di tevahiya serdema şerî de herêma herî biîstikrar Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bû. Ne mimkin e ku hikûmeta Şamê bêyî ku bi wê re li hev bike, Sûriyeke nû ava bike. Ez careke din dubare bikim; çima rejîma Esad hilweşiya, çima têk çû, çima nekarî bi ser bikeve? Bila vê yekê ji xwe bipirsin, ew ê bersivê peyda bikin.
NE SMO, DEWLETA TIRK ŞER DIKE
Berî her tiştî Artêşa Mîllî ya Sûriyeyê (SMO) çi ye? Çeteyên paramîlîter in. Ne karê Ereban e. Komeka çeteyan e ku bi destê Tirkiyeyê hatiye avakirin. Pirsgirêka sereke ya Tirkiyeyê çi ye? Dijminahiya Kurdan û têkbirina têkoşîna azadiya gelê Kurd e. Ev çete çima êrîşan dikin? Ji ber polîtîkayên dewleta Tirk êrîşan dikin. Dewleta Tirk naxwaze Kurd li tu derê dinyayê azad bin, bibin xwedî statu û ji ber vê yekê êrîşan dike. Hêzeke berhevkirî ye û praniya wê jî ji Çeçenistanê hatine, ji vî alî û wî alî hatine. Lê binêrin, ji Tirkiyeyê kesek çûye û bûye Tûxgeneralê HTŞ'ê. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî gel, elên herêmê, Minbicî, Kobanêyî û Reqayî şer dikin. Şereke wiha li dar e. Jixwe ji ber vê yekê çete her roj di bin parastina SÎHA û ÎHA'yên dewleta Tirk de êrîş dikin. Dewleta Tirk şer dike. SMO filan tune ye. Bila ew SÎHA rojekê neyên, balafir rojekê bilind nebin, wê hemû çeteyên SMO'yê baz bidin û birevin. Loma ev şerê dewleta Tirk e.
Me berê jî gotibû. Gelên Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dê pergala xwe ya demokratîk biparêzin. Di dema şerê navxweyî de cihê herî aram bû. Dibe ku pirsgirêk çêbûbin, lê di warê aborî de jî cihekî aram bû. Di her warî de cihekî aram bû. Li her aliyî pirsgirêk hebûn. Wan pergalên xwe ava kiribûn. Bê guman niha Kurd, Ereb û Suryan wê pergala ku ava kirine biparêzin. Pergaleke demokratîk e. Jixwe Ereb bi xwe herêmên xwe bi rê ve dibin. Dibistanên wan hene, çanda wan heye, karê xwe bi rê ve dibin. Loma dê ev êrîş bên şikandin. Jixwe tê şikandin. Tevahiya gelê Bakur û Rojhilatê jî di nava vî şerî de ye. Loma dê ev siyaseta dewleta Tirk bêşik têk biçe. Heta ev şer dê rûyê heqîqî yê dewleta Tirk zêdetir derxîne holê. Qaşo digotin Sûriye aram e. Yê ku niha li Sûriyeyê gefan li aramiyê dixwe û şerî didomîne dewleta Tirk e. An na li meydanê şerek tune ye. Heger dewleta Tirk çeteyên har û dîn neke, li Sûriyeyê şer tune ye. Her kes vê yekê dibîne. Bi vê boneyê ez hemû kesên ku di vê berxwedanê de şehîd bûne bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînim. Ji bo hemû şervanên azadiyê serketinê dixwazim.
DIVÊ HEMÛ ALÎ BEŞDARÎ MEŞÊN PIŞTGIRIYA ROJAVAYÊ BIBIN
Çalakiyên ji bo Rojava tên kirin kevneşopiyek e. Di têkoşîna li dijî DAÎŞ'ê de, di berxwedana Kobanê de hemû gelê Kurd, gelên Tirkiyeyê, Hêzên Demokrasiyê yên Tirkiyeyê, jin, Elewî û hemû rêxistinên demokratîk hatin Pirsûsê û piştgirî dan berxwedana Kobanê. Dîsa di 6-7-8'ê Cotmehê de hemû gelê Bakur piştgiriyeke mezin da. Cîhanê piştgirî da. Bi vê moral û vê piştgirîyê ew şer bi ser ket. Vê piştgiriyê di serkeftina şerê Kobanê û têkbirina DAÎŞ'ê de roleke gelek girîng lîst. Kevneşopiyeke wiha heye.
Niha ew kevneşopî careke din pêş dikeve. Hem li Nisêbînê hem jî li Pirsûsê gel piştgiriyê dide. Meş jî bi rastî baş bûn. Em tevahiya van meşan silav dikin. Divê ew meş xurttir bin. Divê hemû rêxistin û saziyên demokratîk ên Tirkiyeyê, jin, ciwan, Elewî û sendîka werin û piştgiriyê bidin kesên li Pirsûs û Nisêbînê nobedê digirin. Divê li dijî vê siyaseta dewleta Tirk derkevin. Dewleta Tirk vî şerî dimeşîne. Di vî warî de sekna li Pirsûsê bi rastî sekneke baş e. Sekna li Nisêbînê jî gelekî giring e. Divê ev berdewam bike. Divê ji her derî tevlêbûn hebe, qutbûn çênebe. Heta ku şerê li wir raweste û gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê piştrast nebe ku ew ê rastî êrîşan neyê, divê ew çalakî bidomin. Bi vê boneyê hemû berxwedêran bi rêzdarî silav dikim.
ZINDANÊN DEWLETA TIRK NE KÊMÎ ZINDANÊN REJÎMA ESADÎ NE
Di mijara zindanan de jî hewce nake mirov bêje ka dewleta Tirk çawa ye. Rabûye behsa xirabiyên Rejîma Beasê dike. Tu ewil li xwe binêre. Tirkiye welatê zilmê ye. Li zindanan zilim heye. Her roj yek xebera mirinê tê. Berî nexweşan didin mirinê. Dibe ku li gor nifûsa xwe, li cîhanê hemara herî bilind a jinên girtî li Tirkiyeyê ye. rastiya Tirkiyeyê li holê ye, ew dijminê jinan e. Ji bo ku zilm û fişara xwe veşêre, xwe bi kiryarên Esad dinixumîne. Nizanim li filan zindanê çi bûye çi nebûye. Her kes dizane bê ka di zindanên te de çi diqewimin.
Li qereqolên Tirkiyeyê hîn jî êşkence tê kirin. Di salên derbasbûyî de bi taybetî piştî sala 2015’an li qereqolan tecawizî li ciwanên girtî kirin. Gelek mînakên vê hene. Hin kesan jî behs nedikir. Suleyman Soylû emrê vê yekê dabû. Her cure xirabî dikirin.
Loma Tirkiye kiryarên Esad tenê ji bo veşartina xirabiyên xwe bi kar tîne. Helbet em nabêjin rejîma Esad rejîmeke baş bû. Tişteke wiha nîne jixwe. Tirkiye tenê propagandaya xwe dike.
NE DIYAR E BÊ TIRKIYE ÇI BÎNE SERÊ IRAQÊ
Bi rastî jî hikumeta Iraqê nizane bê çi dike. Tirk ketine aqlê wan, ji ber ku dewleta Tirk nas nakin, bi wan xapiyan. Hinek dibêjin di nava hikumeta Iraqê de hinekan bertîl wergirtine. Tu çawa dikare hebûna dewleta Tirk rewa bike? Hikumetên berê gotin bila destpêkê ji Başîka derkeve, Tirkiyeyê jî got, 'Ez dernakevim'. Niha derxistin li aliyekî hîn bêhtir çalak bûye, wê li wê derê perwerdeyê bibînin. Di nava xefletê de ne. Nayê zanîn bê sibe Tirkiye çi bîne serê wan. Ji xwe têkliya xwe bi DAÎŞ'iyan re heye. Têkiliya xwe bi hin derdorên Sûnî re heye. Têkiliya xwe bi PDK'ê re heye. Ne diyar e bê wê çi bînin serê Iraqê. Haya Iraqê jê nîne bê çi kiriye. Welê lê hatiye ku nikaribe bifikire. Divê ev yek bi vî rengî bê gotin.
Lê me fam nekir çima saziyên jinan ên li Silêmaniyê hatin girtin. Çawa dibe? Xwerêxistinkirina jinan mafeke demokratîk e. Bi ya min ev ne tiştên rast in. Ji xwe hat rexnekirin. Ez di vê mijarê de tişeteke cuda nabêjim.Em wisa bawer dikin ku dê YNK an jî rêveberiya li Silêmaniyê di vê mijarê de xeletiyeke din neke. Lê em jî hewl didin fam bikin ka çima û çawa pêk hatiye.
2025 WÊ BI SERKETINÊN HÎN MEZIN DERBAS BIBE
2024 ji bo me weke saleke ji têkoşîneke mezin derbas bû. Bi rastî jî weke saleke têkoşînê ya zehmet derbas bû. Me gelek şehîd dan, birîndarên me çêbûn. Hemû şehîdan bi minet û bi hurmet bi bîr tînim. Bi taybetî di şexsê Asya û Rojger de hemû şehîdên me bi minet û rêzdarî bi bîr tînim. HPG'ê navê hevalên di sala 2024'an de şehîd bûn eşkere kiribû. Wan hemûyan bi hurmet bi bîr tînim.
Bû saleke mezin a ji têkoşînê. Her wiha di mijara xwedîderketina li Rêbertî de jî bû saleke mezin a têkoşînê. Gerîla bi rastî jî berxwedaneke mezin kir hem li Bakur hem jî li Herêmên Parastinê yên Medyayê. Dewleta Tirk li cihê ku bi cih bûbû asê ma. Ev îrade û biryardariya sala 2024'an wê têkoşîna me di sala 2025'an de hîn xurt bike.
Bila her kes zanibe. Xeta Rêbertî, Apoyî, xeta PKK'ê her sal têkoşînê mezin dike. Gelê Kurd êdî bûye gelekî welê ku ji bo azadiya xwe têdikoşe. Rastiya gelekî bi vî rengî heye. Rêxistineke bi vî rengî heye. Xeteke îdeolojîk a bi vî rengî heye. Xeteke bi vî rengî ya siyasî heye. Bêguman ev yek wê têkoşînê hîn xurt bike. Sala 2025'an wê bibe saleke ji serketinên hîn mezin. Li ser vê bingehê sala 2025'an careke din li her kesî pîroz dikim. Ji hemû hêzên têkoşer re serketinê dixwazim."