BI DÎMEN

Şehîdên Parisê li Stuttgart û Atinayê hatin bibîranîn

Şehîdên Parisê Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan, Leyla Şaylemez ên 9’ê Çileya 2013’an de û E Evîn Goyî, Mîr Perwer û Abdurrahman Kizil ên ku 23’ê Kanûna 2022’an li paytexta Fransa Parsê hatin qetilkirin, li Stuttgart û Atinayê hatin bibîranîn.

Yek ji damezrînera Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) Sakîne Cansiz (Sara), Nûnera Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) ya Parisê Fîdan Dogan (Rojbîn) û Endama Tevgera Ciwanên Kurd Leyla Şaylemez (Ronahî) ên 9’ê Çileya 2013’an de, Endama Konseya Rêveber a KCK’ê Evîn Goyî, hunermend Mîr Perwer û Abdurrahman Kizil ên ku 23’ê Kanûna 2022’an li paytexta Fransa Parsê hatin qetilkirin, li bajarê Stuttgart ê Elmanyayê û paytexta Yewnanistanê Atinayê hatin bibîranîn.

STUTTGART

Şehîdên Parisê bi pêşengiya TekoJin û Komuna Jinan a Meryem li bajarê Stuttgart ê Elmanyayê bi çalakiyekê hatin bibîranîn. Çalakiya bîranînê li Rotebuhlplatzê hat lidarxistin. Kurdsitanî û dostên wan tevlî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de hat xwestin ku Komkujiya 9’ê Çileyê ya Parisê di salvgera xwe ya 12’emîn de bê ronîkirin.

Di çalakiyê de danezana jinên ciwan û TJK-E’yê hat xwendin. Di çalakiyê de bêyî navber dirûşmeyên “Şehîd namirin” û “Sara, Rojbin, Ronahî û Jin, Jiyan, Azadî” hatin berzkirin.

Di çalakiyê de êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî hatin protestokirin.

Çalakî bi dirûşmeyan bi dawî bû. 

ATINA

Li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Atinayê jî bi boneya salvegera Komkujiya 9’ê Çileyê ya Parisê çalakiya bîranînê hat lidarxistin. Bîranîn bi rêzgirtina ji bo giyanê şehîdan dest pê kir.

Di bîranînê de axaftin hatin kirin û bal kişandin bi ser têkoşîna şehîdên Parisê. Di bîranînê de hate gotin ku em ê ala têkoşînê ya şehîdan bilind bikin.

Di bîranînê de li ser jiyan û têkoşîna şehîdan sînevîzyon hat pêşandan.

Bîranîn bi dirûşmeyên “Şehîd namirin”, “Bijî Serok Apo” û “Jin, Jiyan, Azadî” bi dawî bû.