BI DÎMEN

Çeteyan li Tişrînê derba giran xwarin: 63 çete hatin kuştin

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker ku doh êrişeke giran birin ser bendava Tişrînê û derdora wê, derbeke giran xwarin. Hate ragihandin ku 63 çete hatin kuştin, 37 çete jî birîndar bûn. Her wiha gelek wesayitên leşkerî jî hatin îmhakirin.

Navenda Ragihandinê ya QSDˈê der barê bîlançoya duh a şer û pevçûnên li bakurê bendava Tişrînê û gundewarên li başûrê rojhilatê bajarê Minbicê de, daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin: "Di şer û pevçûnên duh (çarşem) ên li bakurê bendava Tişrînê û başûrê rojhilatê bajarê Minbicê de, hejmara kuştiyên çeteyên dewleta Tirk a dagirker bû 63 û 37 çete jî birîndar bûn. Rewşa gelek birîndaran giran e.

Duh sibehê çeteyên dewleta Tirk a dagirker bi desteka balafirên şer û yên bêmirov ên dewleta Tirk a dagirer êrişeke berfireh li dijî gundên Elûş, Til Erîş û Girê Syriatel ên li derdora bendava Tişrînê û başûrê rojhilatê Minbicê û girê gundê Til Zemale pêk anîn. Hêzên me bersiva êrişan da û şerekî giran derket. Di şer de ku heya saetên êvarê dom kir, 63 çete hatin kuştin.

Her wiha tankek, 5 erebeyên leşkerî û 3 erebeyên zirxî yên bi tîpa BMB hatin rûxandin.

Ji ber berxwedana hêzên me, çete neçar man birevin û kuştî û erebeyên xwe yên wêrankirî li dû xwe hiştin."