BI DÎMEN

Şehîdên Parîsê li Romayê hatin bibîranîn

Li paytexta Îtalya Romayê ji bo şehîdên Parîsê çalakiya bîranînê hat lidarxistin.

Bi wesîleya salvegera şehadeta 3 jinên şoreşger ên Kurd ên li Parîsê şehîd bûn, li ber Konsolosxaneya Fransayê ya li paytexta Îtalya Romayê çalakî hat lidarxistin. Kurdistanî û dostên wan ên Îtalî bi daxwaza edaletê li qada Campo de' Fîorî hatin ba hev.

Çalakî bi pêşengiya Komîteya Jineolojiyê ya Kurdistanê, Rete Kurdistan û Tevgera Jinên Kurd a Navneteweyî (UKI) hat lidarxistin. Gelek kes, gelek nûnerên sendîka û saziyên çep-demokratîk beşdarî çalakiyê bûn.

Di çalakiyê de li ser wateya rojê axaftin hatin kirin û ji dewleta Fransayê daxwaza edaletê kirin. Hat diyarkirin ku Şoreşa Jinê ya Rojava di pêvajoyeke krîtîk re derbas dibe û hat destnîşankirin ku divê her kes xwedî li vê şoreşê derkevin.

Çalakî bi dirûşmeya "Jin, Jiyan, Azadî" bi dawî bû.