Artêşa Tirk li Mabatayê agir bi malan dixe

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li navçeya Mabatayê ya Efrînê agir bi malan dixe.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li Efrînê sûcê mirovayetî, xweza û dîrokê dikin.

Hate hînbûn ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li navçeya Mabatayê ya Efrînê agir bi malan dixe.

Kesên ji herêmê agahî dan ANHA’yê û diyar kirin ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li başûrê navçeyê li herêma Geliyê Cafer agir bi malan dixe û herî kêm 15 mal hatine şewitandin.

Têkildarî mirî û birîndaran jî agahiyên zelal nehatin bidestxistin.