Artêşa Tirk li Efrînê darên zeytûnê dişewitîne

Êrîşên der mirovî yên artêşa Tirk a dagiker ya li Efrînê bê navber didomin. Bi hezaran darên zeytûnê yên li gundê Xoyan a girêdayî navçeya Mabata ya Efrînê ji aliyê artêşa Tirk û çeteyên wê ve hatin şewitandin.

Talankirina xwezayê ya artêşa Tirk a dagirker didome. Baxçeyê zeytûnan ên dikeve pişt kargeha zeytûnê ya li bakurê rojhilatê gundê Xoyan a girêdayî navçeya Mabata ya Efrînê şewitandin.

Bi hezaran darên zeytûnê bûn xwelî, şewat ber bi navçeya Şiyê ve diçe. Bi hezaran dar li ber şewatên ne, çete rê nadin ku gundî biçin agir vemirînin.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê rojên borî jî, li herêma Geliyê Tîra ya girêdayî navçeya Reco ya Efrînê qadekî 2 hektar ku 3 hezar darê zeytûna lê hebû şewitandibûn.