Artêşa Tirk gundên Şêrawa û Şehbayê topbaran kir

Artêşa Tirk a dagirker gundên navçeya Şêrawa ya Efrînê û herêma Şehbayê topbaran kir.

Artêşa Tirk a dagirker gundên Aqîbê û Bênê yên navçeya Şêrawa ya Efrîn a dagirkirî, bi obusan topbaran kir.

Serê sibehê jî gundê Til Qirah ê kantona Şehbayê topbaran kir.

Li navçeya Til Rifetê jî ji ber bombardûmana bi balafireke bêmirov a biçek xisar li malekê bû.

Serê sibehê saet di 04:00 de jî li gundê Xaneser ê Dêrikê, dewleta Tirk a dagirker bi balafirên bêmirov ên biçek bombe li du wesayitan barand.

Li gorî agahiyên destpêkê, ji ber êrişê hin kes birîndar bûne.