Ambargoya li ser Şêxmaqsûd û Şehbayê û siyaseta çaresernekirinê ya Şamê
Ji 13’ê Adarê ve taxa Şêxmaqsûd bênan tê hiştin. Ambargoyên rêveberiya Şamê dixwaze rêveberiya xweser bêhêz bihêle, lê ev polîtîka wê nikare gel teslîm bistîne.
Ji 13’ê Adarê ve taxa Şêxmaqsûd bênan tê hiştin. Ambargoyên rêveberiya Şamê dixwaze rêveberiya xweser bêhêz bihêle, lê ev polîtîka wê nikare gel teslîm bistîne.
Şehba û taxa Şêxmaqsûdê ya Helebê ku bi berxwedana xwe ya li hemberî çeteyên dewleta Tirk navdar e, rastî ambargoya xwarin, derman û ekonomîk ên hêzên rêveberiya Şamê tê. Kontrola çûn û hatina van qadan di destê rêveberiya Şamê de ye.
Rêveberiya Şamê ji bo ku Rêveberiya Xweser ji hêzê bixe, gel birçî bihêle û wan teslîm bistîne, li qadên wekî Reqa, Tebqa û Dêrazorê ji Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tawîzan bistîne ambargoyan dike û carinan jî hêzên Tûgaya 4’emîn a ku di nav hêzên Şamê de bûne çete, ji bo rant û berjewendiyê di dema derbasbûnê de ambargoyê pêk tînin.
Rêveberiya Şamê 4 sal in li ser van qadan ambargoyê dike û di 2 salên dawîn de ev ambargo zêde kiriye. Ji 13’ê Adarê û vir ve hêzên Tûgaya 4’emîn destûrê nade ku xwarin biçe Şêxmaqsûd, Eşrefiye û Şehbaya ku 10 kîlometreyan li bakurê van deran e. Birina arvan, tup û gazê jî ji binî ve hatiye qedexekirin.
Ambargoya dawîn li Şehbayê di warê tupê gazê de xwe da der. Li Şehbayê 100 hezar kesên ji Efrînê bi giştî 150 hezar kes lê dijîn. Li taxên Şêxmaqsûd û Eşrefiyeyê ya ku 200 hezar kes lê dijîn ji ber ku ev hefteyek e arvan tune, her 7 firne jî girtî ne.
LI ŞÊXMAQSÛDÊ ŞERÊ GEL A ŞOREŞGERÎ YA LI HEMBERÎ ÇETEYÊN TIRK
Taxên Şêxmaqsûd û Eşrefiyeyê û taxên li bakurê Helebê 10 kîlometreyan li başûrê Şehbayê ne. Ev der wekî Efrînê ji ber rewşa xwe ya cografîk bûye cihê hesas a Şoreşa Rojava.Lê bi îrade, berxwedan, biratiay gelan û israra wan a di xwerêveberiyê de ji hemû Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re bûn mînak. Şehba ya ku 4 sal in di bin êrişa dewleta Tirk de ye jî mirov dikare heman nirxandinê bike.
Ji dawiya sala 2012’an ve li taxa Şêxmaqsûdê hêzên rêveberiya Şamê tune. Di navbera salên 2014-2016’an de 30 komên çeteyên girêdayî dewleta Tirk êrişî taxa Eşrefiyeyê kiribûn. Nîvê taxê di Tîrmeha 2016’an de ji aliyê hêzên YPG û YPJ’ê hatibûn azadkirin.
Piştî ku hêzên rejîmê ji taxê hatin derxistin di 26’ê Tîrmeha 2012’an de Meclîsa Gel a Şêxmaqsûdê û piştre Meclîsa Gel a Eşrefiyeyê hatin avakirin. Di dawiya sala 2012’an de rêveberiya Şamê ji hewa û ji erdê ve û çeteyên Tirk jî êrişî taxê kirin. Ev êriş di navbera salên 2013-2014’an de zêdetir bû. Heta Tebaxa 2016’an ev êriş domiya. Di vê pêvajoyê de beşeke mezin a gel koçî Efrînê kirin. Ji ber êrişên giran bi hezaran kesên li taxê di bin ambargoya ekonomîk de man û Şerê Gel a Şoreşgerî dan destpêkirin û tevî YPG û YPJ’ê û Cephet El Ekrad li ber xwe dan.
ŞÊNIYÊ ŞÊXMAQSÛDÊ HELEB PARASTIN
Hevserokê Giştî yê Meclîsa Gel a Şêxmaqsûd û Eşrefiyeyê Muhamed Şêxo diyar kir bi berxwedana van taxan Heleba di bin kontrola rejîma Şamê hatiye parastin. Li ser vê taxê niha jî ambargoyên rejîma Şamê heye, lê dema mirov li berxwedana wan a piştî sala 2012’an dinihêre, vê rastiyê dibîne. Ev êriş û berxwedan piştî sala 2013’an zêdetir bû.
Di salên 2013-2014’an de DAÎŞ û El Nûsra jî di nav de çeteyên di bin kontrola dewleta Tirk êrişî van taxan kirin û gel hatin Şêxmaqsûdê û berxwedana xwe ya li vir domandin. Di sala 2016’an de jî herî kêm 20 komên çeteyan ên ku El Nûsra jî tê de bûn, hêzên YPG, YPJ, Cephet El Ekrad di Tîrmeha 2016’an de hin kolanên Şêxmaqsûdê, nîvê taxa Eşrefiyeyê û heşt taxên Helebê di şevekê de azad kirin. Piştî ku YPG û YPJ kete tevgerê rêveberiya Şamê jî dest danî ser nîvê taxa Eşrefiyeyê. Dewleta Tirk diyar kir ji ber berxwedana gel a li Şêxmaqsûd û Eşrefiyeyê wan nekarîn Helebê dagir bikin. Taxa Şêxmaqsûd taxa herî bilind û herî mezin a Helebê ye, berxwedana li vir hemû Heleb parast.
EV NE AMBARGOYA PÊŞÎN E
Di Adara 2018’an de dema ku dewleta Tirk êrişî Efrînê kir, ji bo ku gel biçe Şehbayê YPG û YPJ’ê peymanek çêkir. Li gorî vê peymanê ji xeynî Şêxmaqsûd û Eşrefiyeyê 8 taxên ku di sala 2016’an de azad kiribû dewrî hêzên rejîmê kir. Îro YPG, YPJ û Asayîş kontrola xwe li ser hemû Şêxmaqsûdê û nîvê Eşrefiyeyê pêk tînin, li van taxan hêzên rêveberiya Şamê tune. Di têketinên taxan de bendên kontrolê hene. Ev bend di destê hêzên Tûgaya 4’emîn û îstîxbarata rejîmê de ye. Rêyên Heleb-Şehbayê, Minbîc-Heleb û hemû rêyên derdorê di bin kontola rejîmê de ye.
Piştî dagirkirina Efrînê herî kêm sed hezar şêniyên Efrînê hatin li van taxan bi cih bûn. Li van taxan herî kêm 200 hezar kes dijîn.
Meclîsa Gel a Demokratîk a Şêxmaqsûdê ya ku di sala 2012’an de hate avakirin û piştî azadkirina Eşrefiyeyê Meclîsa Gel a Demokratîk a Eşrefiyeyê di sala 2017’an de hatibûn avakirin. Ev meclîs hê jî hene. Ev her du meclîs bi koordînasyoneke hevpar a bi navê Meclîsa Giştî ya Eşrefiye û Şêxmaqsûdê tevdigerin.
Li van taxan gel bi 41 komunan xwe rêxistin kiriye. Li van deran xebatên ekonomîk, atolyeyên tekstîlê û hin kargehên biçûk hene. Beşeke gel li hin herêmên Helebê yên di bin kontrola Şamê de dixebitin û li van deran bazirganiyê dikim. Tûgaya 4’emîn di derbasbûnan de wan sekinandin, bertîlan dixwazin û dest datînin ser telefonan.
JI 13’Ê ADARÊ VE GEL BÊNAN E
Di 13’ê Adara 2022’an de hêzên Tûgaya 4’emîn gule li kamyona şekir reşand. Vê kamyonê ji Benda Kontrolê ya Cizîrê şekir dianî taxa Şêxmaqsûdê. Piştî vê bûyerê êdî xwarin, derman û sotemenî neket Şehba û taxên Eşrefiye, Şêxmaqsûdê.
Hevserokê Giştî yê Meclîsa Gel a Şêxmaqsûd û Eşrefiyeyê Muhamed Şêxo bal kişand ser ambargoya li ser her du taxan û got “Ji 13’ê Adarê ve arvan neketiye taxa me. Di depoyên me de piçek arvan hebû, me ew bi kar anî. Lê êdî ew jî qediya. Ji ber vê ev hefteyek e li taxê nan tune. Piçik be jî destûrê didin derbasbûna tiştên din û dermanan lê ev tişt jî nikare pêdiviya 200 hezar kesan bi cih bîne. Siyaseta ambargoyê ya li ser taxên me ne nû ye, 4 sal in hene, di 2 salên dawîn de zêdetir bûne. Ev ambargo li ser Eşrefiye û Şehbayê jî tê kirin. Li Şehbayê ya ku dewleta Tirk û çeteyên dewleta Tirk êriş dikin jî ji bo bidestxistina xurekan astengî heye. Astengiya herî mezin di warê tupan de heye.
GEL DI ŞERÊ GIRAN DE STÛYÊ XWAR NEKIR
Di salên 2012-2013’an de jî ji ber şer û êrişan jî li taxên Şêxmaqsûd û Eşrefiyeyê nan tunebû. Meclîsa gel û hin kesan bi dildarî gelek xetere dan ber çavê xwe û hewl dan nan û xurekan bînin taxan. Di 7’ê Hezîrana 2012’an de dema ku sê kesan hewl didin arvan bînin taxan di êrişa balefirên rejîmê de hatin qetilkirin. Di dema şerê giran de jî gelek pêşeng û kesên hewl dan xurekan bînin Şêxmaqsûd û Eşrefiyeyê li ser rêyan ji aliyê çeteyan ve hatin qetilkirin. Lê dema ku astengî gelekî zêde bû jî gel tu carî stûyê xwe xwar nekir.Rejîm bi van ambargoyan hewl dide gel li hemnberî meclîsa me serî hildin. Dixwazin bibêjin ‘Binihêrin rêveberiya we nikare bi ser bikeve, hûn birçî dimînin’ Lê her roj gelek kes tên meclîsan û dibêjin ‘Me berê çawa birçîbûn nas nekir û em teslîmî wan nebûn, îro jî em ê li ber xwe bidin.”
ŞAM NAXWAZE ÇARESERÎ PÊK WERE
Li gorî agahiyên ku me ji çavkaniyan stendine rêveberiya Şamê xwe nake berpirsyariya ambargoya di 13’ê Adarê de hatiye destpêkirin û ji bo ku Tûgaya 4’emîn a girêdayî wê ambargoyê rake jî tu gav neavêtiye. Wekî ku Muhamed Şêxo jî gotiye ev ambargo ne nû ne.
Piştî dagirkeriya Efrînê rejîma Şamê li derdora Şehbayê çalak bû. Tevî bajarê Til Rifatê, li 6 navçe û 70 gundan , li Şehbayê gelên Efrîn û Şehbayê rêveberiyên xwe yên xweser ava kirine. Rejîm ji vî tiştî aciz e. Ev rewş ji bo taxên Şêxmaqsûd û Eşrefiyeyê jî wisa ye. Rêveberiya Şamê dixwaz hemû sazî û rêveberî di destê wê de be. Rejîma Şamê xwe nêzî demokratîkbûnê nake û îradeya xwerêveberî û rêveberiya xweser jî nas nake. Rejîma Şamê ne bi tenê li van qadan ambargoyê dike. Li Reqa û Dêrazorê jî bi ambargoyan hew dide di warê bajar û petrolê de jî tawîzan bi dest bixe. Rejîma Şamê berpirsyariya ambargoya di13’ê Adarê de wernagire û ev jî lîstikeke wan e. Tûgaya 4’emîn bûye çete lê dîsa jî divê neyê jibîrkirin ku ew fermanê ji Şamê distînin û di bin berpirsyariya Şamê de ne.
Rêveberiya Şamê ya ku bi saya alîkariya Îran û Rûsyayê li ser xwe ye, îro heke Sûriye bûye 4 parçe û hê jî li ser xwe be, ev bi saya YPG, YPJ û QSD’ê ye û bi saya Rêveberiya Xweser e.
Bi saya piştgiriya Îran û Rûsyayê û dema ku Rûsyayê herêmên Kurdan ji dagirkeriya Tirkan re vekir, Şamê hinek herêm xist bin kontrola xwe. Lê wekî ku di mînaka Tûgaya 4’emîn de jî tê dîtin artêşa Sûriyeyê û milîsên wan di warê parastina welat de roleke baş nelîstin û bûne çete.
Li Sûriyeyê şer didome. Şerê Ukraynayê rê li ber vî tiştî vedike ku dewleta Tirk û çeteyên wê dîsa bixwazin êrişî Helebê bikin. Dewleta Tirk dixwaze Rûsya di şerê Ukraynayê de ji hêzê bike û ew jî karibin dîsa êrişî Heleb û Şamê bikin.
Di rewşeke wisa de tekane tişta ku wê karibe Sûriyeyê biparêze, demokratîkbûna rejîmê, makeqanûan demokratîk û naskirina îradeya xwerêveberiyê ye. Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û gelê li Şêxmaqsûd û Eşrefiyeyê di bin êrişên herî giran de jî di vî tiştî de israr kirin.
Rêveberiya Şamê ji be biryara DYE ya bi navê Qanûnên Sezar a ku di Hezîrana 2020’an de xistiye meriyetê, Kurdan û Rêveberiya Xweser sûcdar dike. Ev qanûn li Sûriyeyê rê li ber xisarên mezin vedike û gel êdî nikare tiştan bikir. Rêveberiya Xweser li herêmên xwe hewl dide vê xisarê kêmtir bike. Bi qasî DYE rejîma Şamê jî berpirsê Qanûnên Sezar e.
Heke Şam dixwaze ji krîzaa ekonomîk a Sûriyeyê derkeve, divê ji bo çareseriyê gavan biavêje û tevî rêveberiya xweser li ser bingeha demokratîk lihevkirinê pêk bîne.