Şervanê QSD'ê Serhed bi merasîmekê hate veşartin

Şervanê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Remezan Demir (Kortay Serhed) li Dêrikê hate veşartin.

Şervanê QSD'ê Kortay Serhed, dema ku li ser peywira xwe ya leşkerî bû şehîd bûbû. Ji bo şervan li Dêrikê li Goristana Şehîd Xebat Dêrik merasîmek hate çêkirin.

Ji ber hêla vîrûsa koronayê destûr hate dayin ku kêm kes tevlî merasîma cenaze bibin.

Li Merasîma nûnerên Cenaze Meclîsa Malbatên Şehîdan û rêxistinên civaka jî hazir bûn û merasîm bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir.

Endamê Meclîsa Malbatên Şehîdan a Dêrikê Elî Ehmed axivî û sersaxî da malbatê. Elî got, ''Ev xaka pîroz bi şehîdên ku canê xwe feda kirin hate parastin.''

Piştî axaftinan belgeya şehîdbûnê hate xwendin û dane Meclîsa Malbatên Şehîdan. Cenazeyê şervan piştre bi dirûşmeyan hate veşartin.