Şêniyên Tebqa, Reqa û Dêrazorê ber bi Tişrînê bi rê ketin
Bi sedan kes ji şêniyên kantonên Reqa, Tebqa û Dêrazorê ji bo tevlî çalakiya nobedariya bendava Tişrînê bibin ketin rê.
Bi sedan kes ji şêniyên kantonên Reqa, Tebqa û Dêrazorê ji bo tevlî çalakiya nobedariya bendava Tişrînê bibin ketin rê.
Bi sedan kes ji şêniyên Reqa û Dêrazorê ji bo herin bendava Tişrînê li çerxerêya Firûsiyê ya li bajarê Reqayê kom û ji wir ketin rê. Tê payin ku şêniyên Reqa û Dêrazorê li bajarokê Mehmûdlî yê bakurê Tebqayê bigihên şêniyê Tebqayê û bi hev re ber bi bendava Tişrînê ve biçin. Şênî wê tevlî çalakiya nobedariya parstina bendava Tişrînê bibin ku kete roja xwe ya 8`mîn.
Ev cara duyemîn e ku şêniyên Dêrazorê, Tebqa û Reqayê ber tev li çalakiya li bendava Tişrînê dibin.