Şêniyên Kobanê li fîlmê 'Kobanê' temaşe kirin

Komîna Fîlm a Rojava, fîlmê 'Kobanê' li hola Navneda Baqî Xido ya Çand û Hunerê ya Kobanê nîşan da. Fîlm gelekî bala şêniyên bajêr kişand.

Bi sedan ji şêniyên kantonê, li hola Navenda Baqî Xido ya Çand û Hunerê li fîlmê 'Kobanê' temaşe kirin.

Fîlm li ser cenga Kobanê hate amadekirin ku li dijî DAÎŞ'ê salên di navbera 2014'an û 2015'an de pêk hatiye û cara yekemîn DAÎŞ li bin hate xistin.

Ozlem Yaşar derhêneriya fîlmê kiriye ku Medya Doz nivîsiye. Fîlm ji aliyê Komîna Fîlm a Rojava û Tevgera Çand û Hunera Demokratîk (TEV-ÇAND) sala 2021'ê hate çêkirin. Dema wê 2 saet û 30 deqe ne. Film li herêmên cuda yên kantonê ku şerên rastîn beriya çenda salan li dijî DAÎŞ'ê qewimîne, hate kişandin.

Her wiha li holê wêneya Mehsa Emînî hate taliqandin ku li Îranê piştî êşkenceya 'polîsên exlaqê' jiyana xwe ji dest da.

Komînê eşkere kir ku wê di 20'ê Îlonê û heta 26'ê Îlonê de her roj saet di 19:00'an de li hola Navenda Baqî Xido ya Çand û Hunerê fîlm bê nîşandan.