Welatiyên Kobanê: Bi lêkirina dîwar rêya fermanek nû vedikin

Welatiyên Kobanê bertek nîşanî lêkirina dîwarê di navbera Rojava û Şengalê de da û gotin:“Armanca dîwarên di navbera Şengal û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de tên lêkirin ew e ku Êzidî bi tenê bên hiştin û careke din bi fermanê re rû bi rû bimînin.“

Liv û tevgera leşkerî ya artêşa Iraq û PDK’ê li derdora Şengalê roj bi roj zêdetir dibe. Hikûmeta Iraqê ji bo zext û dorpêçkirina li ser Şengalê girantir bike, serî li rê û rêbazên nû dide. Ev demeke artêşa Iraq û PDK ketiye nav hewldaneke nû ku bi taybet ji milê sînorê Rojavayê Kurdistanê ve, derdora Şengalê bi lêkirina dîwaran û sîman dorpêç dike. Şêniyên Kobanê bertek nîşanî lêkirina dîwar dan û diyar kirin ku armanca dîwarên di navbera Şengal û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de tên lêkirin de ew e ku Êzidî bi tenê bên hiştin û careke din bi fermanê re rû bi rû bimînin.

‘PDK DIXWAZE KURDAN JI HEVDÛ PARÇE BIKE‘

Ciwanê bi navê Şoreş Eto diyar kir ku hişmendiya PDK û dewleta Tirk ya li dijî Kurdan hemane û got: “Mala Barzanî qaşo qala doza Kurdî dike, lê tu eleqeya vê malbatê bi doza Kurd re tuneye. Piştî ku Şengal ji aliyê gerîla û şervanan ve hate rizgarkirin û vir de PDK dixwaze têkiliya Rojava û Şengalê ji hev qut bike. Li aliyekê em di nava lepên DAIŞ’ê de hiştin û reviyan. Li aliyekê jî dixwaze Kurdan parçe bike. PDK û Iraq bi lêkirina dîwar dixwaze Kurdan ji hevdû qut bike.“

‘PDK JI DERVEYÎ BÊBEXTIYÊ TU ARMANCA WÊ NÎNE‘

Eto anî ziman ku tekana hêza Kurd ya ji bo azadiya Kurdan têkoşînê dide PKK ye û wiha dawî kir: “PKK’ê ji bo azadiya Kurdan bi hezaran şehîd li ser vê axê da ye. Eger PKK tunebûya vê gavê em ê ji tunebûyan. PDK’ya ku ji derveyî bêbextiyê tu hedef û armanca wê tuneye, niha dixwaze me Kurdan ji hevdû parçe bike. Bi dijminê xwînxwar ê Kurdan re li hev dike. Dagirkerên Kurdan dixwazin Kurdistanê hîn zêdetir parçe bike û di nava Kurdan de dûrbînan ava bike ku Kurd negihêjin armanca xwe.“

‘MALA BARZANÎ TIMÎ ÎXANET LI KURDAN KIRIYE‘

Welatiyê bi navê Mihemed Osman Mustefa jî bertek nîşanî lêkirina dîwar da û ev tişt got: “Bi lêkirina dîwar dixwazin ji nûve Kurdistanê bikin parçe. Îro li Şengalê hevpeymanek nû ya parçekirina Kurdistanê bi destê Iraq û PDK’ê pêk tê. Em tu carê vî dîwarê şermê naxwazin û em yek parçe ne. Ji xwe ji dîrokê heta niha mala Barzanî bi Kurdan re îxanetê dike. Wê Kurd vê îxanetê tu carê jibîr neke.“

‘PDK CAREK DIN DIXWAZE KURDISTANÊ PARÇE BIKE‘

Welatiyê bi navê Feqiyê Evdê jî destnîşan kir ku bi hevpeymana Sykes-Picot xaka Kurdistanê hate parçekirin û wiha got: “Bi peymana Sykes-Picot Kurdistan bû çarparçe, niha PDK bi lêkirina dîwar dixwaze axa Kurdistanê bike pênç parçe. Divê tu carê dîwar di nava Kurdan de nêyê lêkirin. Bi lêkirina dîwar PDK û mala Barzanî îxaneta xwe dibare dike. Ji dîrokê heta niha PDK bi dijminê Kurdan re tev digere û ji bo destkeftiyên Kurdan ji holê rake roj û şev dixebite. Divê li her alî Kurd li dijî lêkirina dîwar ya di nava Kurdan de derkeve û vê bêbextiya PDK’ê ya li dijî Kurdan tundî şermezar bike.“