Şêniyên Eyn Îsayê bi meşekê xwedî li gerîla derketin

Bi dehan koçberên ji Girê Spî û şêniyên Eyn Îsayê ji bo xwedîderketina li gerîla meşeke girseyî lidar xistin.

Meş ji aliyê Yekîtiya Jinên Ciwan a Herêma Firatê ve hate lidarxistin û şêniyên Eyn Îsayê û koçberên Girê Spî tevlî bûn.

Girseya gel ji Xaçerêya Dîsîplîna Leşkerî dest bi meşê kir û li xaçerêya şaredariyê mîtîng lidar xist.

Endama Koantona Kobanê ya Yekîtiya Jinên Ciwan Hebûn Mihemed li mîtîngê axivî û êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û hevkariya PDK'ê ya bi dagirkeriyê re şermezar kir.

NERAZÎBÛNA LI DIJÎ XIYANETÊ

Hebûn Mihemed diyar kir ku Malbata Barzanî xizmetê ji planên dewleta Tirk a dagirker re dike û dewleta Tirk jî hewl dide bi dagirkirina herêmê re gelan qir bike.

Hebûn Mihemed destnîşan kir ku gelên herêmê bi taybetî jî ciwan li hemberî dagirkeriya Tirk li ber xwe dan û bi ser ketin. Hebûn Mihemed diayr kir ku ti hêz nikare vê îradeyê bişikîne.