Şêniyên Efrîn û Şehbayê li dijî dorpêça hikûmeta Şamê meşiyan

Şêniyên Efrîn û Şehbayê li dijî dopêça hikûmeta Şamê ya ku 6 sal in li ser herêma Şehbayê ferz dike meşiyan û peyama “dorpêç nikare îrade û berxwedana me lewaz bike” dan.

Hêzên Hikumeta Şamê bi riya bendên kontrolê yên tûgaya çaremîn ji 6 salan ve dorpêçeke giran li ser herêma Şehba ferz kiriye.

Ji 23’ê Mijdarê ve ji ber kêmbûna sotemenî û hemû pêwîstiyên jiyanî, herêma Şehba rû bi rûyê karesateke mirovî ye. Hemû derfetên jiyanê weke (kehrebe, xizmetên tenduristî, xizmetguzarî û h.w.d) lê hatine qutkirin.

Li dijî vê yekê îro koçberên Efrînê û xelkê Şehbayê meşiyan. Meş ji çerxerêya navçeya Ehdas destpê kir û ber bi benda kontrolê ya hêzên hikumeta Şamê ve ya li ser rêya Helebê ve dewam kir.

Di meşê de pankartên 'Dorpêçkirin rêyên jiyanê disekinîne û êşan zêde dike’, ‘Na ji dorpêçkirina Şehbayê re’, ‘Gelo Rêxistinên Mirovî li Kuderê ne’, ‘siyaseta dorpêçê karesateke mirovî bi xwe re tîne' û pankartên ku dorpêçê şermezar dikin, hatin hildan. Her wiha dirûşmeyên 'Yeke yeke yeke gelê Sûrî yek e’, ‘Bijî xwişk û biratiya gelan’ û ‘Na ji dorpêçê re' hatin berzkirin.

Koçberên Efrînê diyar kirin ku siyaseta dorpêçê wê nikaribe vîn û berxwadana wan bişikîne. 

Ji bo bîranîna hemû şehîdên têkoşîna azadiyê deqeyek rêz hate girtin. Piştre li ser navê gelê Efrîn û Şehbayê Mistefa Hesen axivî. Hesen dorpêça hikumeta Şamê ya li ser herêma Şehbayê şermezar kir û wiha got: "Eger hikumeta Şamê difikire wê bi vê dorpêça dermirovî îradeya gelê me bişkîne, şaş difikire. Ji ber ku gelê li vir gelek rêxistinkirî ye û ti carî bi van siyasetên weke dorpêçê wê neyê xepandin. Berovajî wê asta berxwedana xwe bilindtir dikin."