Şehîdê QSD’ê El- Mensûr hate veşartin
Cenazeyê şervanê QSD’ê Mihemed El- Mensûr (Sefûk) ê di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bibû, bi tevlîbûna sedan welatiyan bi merasîmekê li Goristana Şehîd Xidir El-Hemada ya Ebû Xeşeb veşartin.
Cenazeyê şervanê QSD’ê Mihemed El- Mensûr (Sefûk) ê di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bibû, bi tevlîbûna sedan welatiyan bi merasîmekê li Goristana Şehîd Xidir El-Hemada ya Ebû Xeşeb veşartin.
Bi tevlîbûna sedan welatiyên Dêra Zorê, saziyên sivîl û leşkeran ve cenazeyê şervanê QSD’ê Mihemed El- Mensûr (Sefûk) ê 9'ê Tîrmehê di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bibû, li Goristana Şehîd Xidir El-Hemada veşartin.
Piştî ku cenazeyê şehîd bi karwanekê ber gihişte goristanê, merasîm bi deqeyek rêzgirtinê ve destpê kir.
Di merasîmê de şervanên QSD`ê Kerwan Serêkaniyê axivî û sersaxî ji malbatên hemû şehîdan re xwest û got ku şehîdan ji bo azadî û parastina ax welat, gel û rizgarkirina herêmê ji çeteyên canê xwe feda kirin.
Dîsa ji Rêveberên Saziya Malbatên Şehîdan Wefa El-Celal got ku bi saya tekoşîn û lehengiya şehîdan herêm bi ewlehî û aramî dijî.
Di dawiya merasîmê de nasnameya şehîd hate xwendin û radestî malbatê hate kirin.
Cenazeyê Şehîd El-Mensûr bi dirûşim û tilîliyan hate veşartin.