Şehîd Mihemed Mûsa li Hesekê hate veşartin
Cenazeyê şehîdê Hêzên Erka Xweparastinê Mihemed Mûsa li goristana Şehîd Dijwar a li gundê Dawudiyê ya Hesekê hate veşartin.
Cenazeyê şehîdê Hêzên Erka Xweparastinê Mihemed Mûsa li goristana Şehîd Dijwar a li gundê Dawudiyê ya Hesekê hate veşartin.
Bi sedan şêniyên bajarê Hesekê, cenazeyê şehîdê Hêzên Erka Xweparastinê Mihemed Mûsa ji ber navenda Meclisa Malbatên Şehîdan a Hesekê wergirtin û bi kerwanekî wesayîtan ku bi wêneyên şehîd hatibû xemilandin ber bi goristana Şehîd Dijwar ve ketin rê. Di merasîmê de şervanê QSD'ê Munîr Taha (Lewend Qamişlo) yê li Baxozê şehîd bibû, hate bibîranîn.
Li goristanê deqeyeke rêz hate girtin û şervanên QSD, YPG, YPJ û Erka Xweparastinê merasimek leşkerî lidar xist.
Di merasîmê de endamê rêveberiya Meclîsa Malbatên Şehîdan Ehmed Eseed û ji fermandarên Hêzên Erka Xweparastinê Salim Îbrahîm axivîn.
Di dawiya merasîmê de cenazeyê şehîd Mihemed Mûsa di nava diruşme û tilîliyên dayikan de hate veşartin.