Bi sedan şêniyên Şedadê li ser bangewaziya Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeyê daketin qadan û bi meşekê hevkariya PDK’ê ya bi dewleta Tirk a dagirker re şermezar kirin.
Meş ji pêşiya avahiya Meclisa Navçeya Şedadê destpê kir û heta Parka Serok Ocalan dom kir. Li wir meş veguherî mîtîngê.
Di mîtîngê de li ser navê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) şaxê kantona Hesekê, endamê Meclisa Kantonê Farûq Tozo axivî. Tozo destnîşan kir ku lêkirina dîwarê tevgereke provokatîv e û li dijî berjewendiyên Şengalê ye, armanc jî qutkirina Şengalê ji Rojava ye.
Her wiha Tozo diyar kir ku dema Şengal bi qirkirinê rû bi rû ma, şervanên YPG û YPJ`ê xwe gihandinê û wan ji çeteyan xilas kir û wiha domand: “Niha jî hikumeta Iraqê û PDK dixwazin bi lêkirina dîwarê her du herêman ji hev qut bikin. Ew plan û ajandeyên dewleta Tirk pêk tînin.”
Di dawiya meşê de şêniyan berxwedana civaka Êzidî û hêzên wê silav kir û lêkirina dîwarê şermezar kir.