Şandeyek ji Şengalê li Berlînê hevdîtin pêk anî

Şandeyek ji Şengalê ku Sûad Mûrad Xelef (Hêza Şengalî) jî di nav de bû li Berlînê bi parlamenteran re hevdîtin pêk anî.

Şandeya ji Şengalê ku Sûad Mûrad Xelef a bi navê Hêza Şengalî tê naskirin pêşengî jê re dikir, li paytexta Elmanya Berlînê hin hevdîtin pêk anî.

Şandeya Şengalê bi hevkariya Mala Êzidiyan a Berlînê û Meclîsa Binevş Edessa li parlamenta Elmanyayê bi nûnerên partiyên siyasî re rûnişt.

Şandeya Şengalê bi Hevseroka Partiya Çep Janine Wiesler, Parlementerê SPD Dirk Ulrich Mende, Seroka Komîsyona Mafên Mirovan a Meclîsa Berlînê Renata Alt, Parlamenterê Partiya Çep ê Berlînê Ferhat Koçak, Berdevka Saziya Jina Deutscher Frauenring û bi Damigra re hevdîtin pêk anî. 

Di hevdîtinê de li ser rewşa Şengalê û metirsiya êrîşên li ser Şengalê, rewşa dersînorkirina Êzîdiyan û rewşa civaka Êzidiyan a li Elmanya nîqaş hat kirin.