Parêzeran ji bo çûyîna Îmraliyê serlêdan kirin
Ji bo dîtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliylê ku 40 meh in agahî jê nayê wergirtin parêzeran serlêdan kirin.
Ji bo dîtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliylê ku 40 meh in agahî jê nayê wergirtin parêzeran serlêdan kirin.
Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo karibin muwekîlên xwe bibînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.
Serlêdan ji aliyê parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Sûzan Akîpa, Îbrahîm Bîlmez, Emran Emekçî û Cengîz Yureklî ve hate kirin.
Parêzeran ji bo dîtina muwekîlên xwe yên din Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş jî heman serlêdan kirin.