Nobeda “rêzgirtina ji îradeyê re”: Heta encamê bigirin, em ê çalakiya xwe bidomînin

Nobeda “rêzgirtina ji îradeyê re” ya li Colemêrgê, grûbên ku ji Mûş û Wanê hatin dewr girtin. Di nobetê de peyama “Heta ku encamê bigirin, em ê çalakiya xwe bidomînin" hate dayîn.

Nerazîbûna li dijî desteserkirina Şaredariya Colemêrgê hatiye kirin, berdewam dike. Bi ferman û biryara Wezareta Karên Navxweyî qeyûm tayînî şaredariyê hatibû kirin. Nobeda bi dirûşma “Rêzgirtina ji îradeyê” re ji 25’ê Hezîranê ve li ber Walîtiya Colemêrgê hatiye destpêkirin, di roja 3’yemîn de berdewam dike. Grûbên ji navçeya Milazgarê ya Mûşê û navçeya Westanê ya Wanê hatin, nobedê dewr girtin.

Parlamenterê DEM Partiyê yê Colemêrgê Onûr Duşunmez û rêveberên DEM Partiyê yên Colemêrgê, şandeyên ku hatin bajêr pêşwazî kirin. 

Bi lêdana çepikan heta cihê nobedê meşiyan û pankarta “Em ê tecrîdê rakin û qeyûman bişînin” hat vekirin. Di meşê de bênavber dirûşmên wek, “Colemêrg warê me, şaredarî karê me”, “Colemêrg ya me ye, şaredarî ya me ye”, “Bijî berxwedana Colemêrgê” û “Berxwedan jiyan e” hatin berzkirin. 

'EM HELWESTA NEHEQ QEBÛL NAKIN’

Li ber Walîtiyê daxuyanî hat dayîn û Hevserokê DEM Partiya Colemêrgê Kadîr Şahîn axivî û destnîşan kir ku çalakiya wan bi biryardarî bi beşdariya komên ji bajar û navçeyên din tên berdewam dike.

Encumenê Şaredariya Elbakê Mehmet Salîh Ozdemîr jî da zanîn ku ji bo ew nerazîbûn nîşanî qeyûm bidin hatine bajêr û heta ku çalakiya wan bi encam bibe wê çalakiyên xwe bidomînin û got: “Em helwesta neheq û bêhiqûqî ya qeyûman qebûl nakin.” 

Grûba ku nobedê dewr kir û grûba duyemîn ku nobedê dewr girt, heta ber avahiya DEM Partiyê meşiyan.