Şandeya USCIRF bi nûnerên Êzidiyan re civiya

Şandeya USCIRF bi nûnerên Êzidî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re civiyan.

Şandeya Komîsyona Azadiya Olan a Navneteweyî ya DYE’yê (USCIRF) gera xwe li Bakur û Rojhilatê Sûriyê didome. Şandeyê îro bi nûnerên Mala Êzidiyan û Yekîtiya Êzidiyan a Efrînê re hevdîtin pêk anî. Hevdîtin li navenda Mala Êzidiyan a Herêma Cizîrê ya li bajarê Amûdê pêk hat.

Şandeya Şandeya Komîsyona Azadiya Olan a Navneteweyî ya DYE’yê ya bi armanca şopandina rewşa herêmê, jiyana pêkhate û olan di bin sîwana Rêveberiya Xweser de, roja Çarşema borî gihişt Bakur û Rojhilatê Sûriyê.

Şandeya ku cîgira serokê Komîseriyê Nadine Menza û keşeyê wîlayeta Tennessee Nashville, Steve Burger pêk dihat, serdama Mala Êzidiyan a li herêma Cizîrê ya li navçeya Amûdê kir.

Hevserokên Mala Êzidiyan a Herêma Cizîrê Farûq Tozo û Leyla Mehbû, Hevserokê Yekîtiya Êzidiyan a Efrînê Mistefa Nebo û endamên Desteya Rêveber a Meclisa Êzidiyan pêşwaziya şandeyê kirin.

Herdu aliyan rewşa êzidiyên li Sûriyê ya piştî şoreşê, asta rêxistinbûyîna wan, jiyana wan a pêkhateyên din re û pêvajoyên ku tê re derbas bûn, nîqaş kirin.

Tê payîn ku şande wê vê êvarê bi berpirsên Komîteya Olan a li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re hevdîtinê pêk bîne.

Şandeyê di roja yekemîn a hatine xwe de, bi nûnerên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Kongreya Star û Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) re civiyabûn.