NÛ BÛ

Îsraîlê êrîş bir ser başûrê Şamê: 3 kes mirin - NÛ BÛ

Artêşa Sûriyeyê ragihand ku Îsraîlê ji Girên Golanê êrîş bir ser başûrê Şamê.

Li gorî ajansa nûçeyan a fermî ya hikumeta Şamê Sana û Reûtersê, çavkaniyên leşkerî yên Şamê diyar kirin ku sîstema wan a parastinê roketên Îsraîlê xistine û ev yek jî tenê bû sedema xisara madî.

Nîvê şevê li taxên derve yên Şamê dengê teqînekê hate bihîstin.

Artêşa Îsraîlê li ser sûcdariyên artêşa Sûriyeyê yekser şîrove nekir.

Li gorî Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê di êrîşên Îsraîlê de yek jê Îranî yek jê Iraqî “sê şervanên komên alîgirê Îranê” mirin. Hat ragihandin ku di êrîşê de “tesîseke girêdayî Hîzbûllaha Lubnanê” ya li başûrê Şamê hatiye hedefgirtin.

Hat diyarkirin ku li heman herêmê nuqteyeke din jî hatiye hedefgirtin, lê ev der ji aliyê “komên alîgirê Îranê” ve hatiye valekirin.

Li gorî Çavdêriyê Îsraîlê roja Duşemê li heman herêmê êrîşî baregeheke ayîdê Muhafizên Şoreşê yên Îranê û Hîzbûllahê kiribû û di encama êrîşê de 8 kes miribûn.

Îsraîl bi salan e li Sûriyeyê êrîşê dibe ser komên alîgirê Îranê, di serî de Hîzbûllahê. Îsraîlê ji 7'ê Cotmehê dema destpêkirina şerê Xezeyê û vir ve êrîşên xwe yên li ser Sûriyeyê zêde kir.