Êrîşî gundên Til Temirê tên kirin

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi obusan du gundên Til Temirê bombe dikin.

Li gorî agahiyên hatin girtin, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên Tewîla û Til Tewîl ên Til Temirê didin ber obusan. Êrîş li gorî saeta herêmî saet 17:45’an destpê kir. Agahiyên berfirehtir nehatin girtin.

Artêşa Tirk şeva Pêncşemê jî li gel gundên Ahmedî û Evdêkoy ên Girê Spîî gundê Qibûr Qerajina kiribûn hedef. Li gelek malên li gundê  Qibûr Qerajina şewat derketibû.

Dewleta Tirk her rojê bi awayekî sîstematîk jîngehên sivîl ên welatiyên dikevin Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bombe dikin. Ji êrîşên dagirkeriyê yên 9’ê Cotmeha 2019’an û vir ve bi sedan sivîl ji ber van êrîşan mirin û bi sed hezaran kes jî neçar man ku malên xwe biterikînin.