Êrîşên artêşa Tirk a dagirker li Cindirêsê didomin

Artêşa Tirk a dagirker bi balefirên şer û helîkopterên tîpa kobra bombeyan li navçeya Cindirêsê ya Efrînê dibarîne.

Ji danê sibê ve êrîşên li djî navçeya Cindirêsê ya Efrînê bê navber didomin.

Di van seat an de artêşa Tirk a dagirker bi balefirên şer û helîkopterên tîpa kobra bombeyan li navçeya Cindirêsê dibarîne.

Artêşa Tirk a dagirker îro di êrîşa li dijî gundê Mîska Jorin ya navçeya Cindirêsê de 4 sivîl qetil kirîbû.

Di êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk de heta niha zêdetirî 200 sivîl hatine qetilkirin. Balefirên şer û helîkopter bê navber ji bo durxisitina gel ji herêmên berxwedanê bombeyan li ser gel  dibarîne.