‘Êrîş berdewamiya komploya li dijî Rêber Ocalan e’

Gelê Efrînê diyar kirin ku hetanî dagirker ji axa wan derbikeve wê berxwedana wan dom bike û bal kişandin ku dagirkirina Efrînê berdewamiya komploya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan e.

Meclisa Kantona Efrînê meşek bi boneya salvegera 3`yemîn a êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li dijî kantona Efrînê û berxwedana şêniyan li dijî êrişan, hate lidarxistin. Bi sedan şêniyên navçeya Ehres, Ehdas û Kampa Serdemê tevlî meşê bûn.

Şênî tevî rewşa hewayê û baranê, li ser rêya di navbera Kampa Serdem û gundê Til Qerah a girêdayî navçeya Ehdas a Kantona Şehbayê de kom bûn.

Meş li qada Kampa Serdem veguherî mîtîngê. Di mîtîngê de endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Efrînê Asiya Ebid axivî û got “Rûsya û civaka navneteweyî berpirsên êrişên dewleta Tirk ên li dijî Kantona Efrînê û sûcên li dijî şêniyên herêmên dagirkirî ne.”

Asya bal kişand li ser berxwedana şêniyên Efrînê û destnîşan kir ku ew ê berxwedana xwe berdewam bikin û li hember hemû rewşên zehmet bisekinin heta Efrînê ji destê dagirker û çeteyan rizgar bikin.

Her wiha Endama Kongreya Star a Herêma Efrînê Nemet Elîko qala rola girîng a jinan a di berxwedana Efrînê de kir û got: "Berxwedana Serdemê şahidê rola sereke ya jinên Efrînê di eniyên şer de li dijî çeteyên artêşa dewleta Tirk e."

Namet da zanîn ku rizgarkirina Efrînê ji dewleta Tirk a dagirker, wê bi pêşengiya jinên azad pêk were.

Piştre Endamê Meclisa Kampa Serdem Reşîd Qeblan diyar kir ku êrişa dewleta Tirk a dagirker a li dijî Efrînê berdewama Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdılah Ocalan e. Qeblan piştrast kir ku ew li ser rêya neteweya demokratîk dimeşin û ew ê bi rihê berxwedan û têkoşînê Efrînê rizgar bikin.

Mîtîng bi berzkirina dirûşmeyên û silavkirina Berxwedana Serdemê bi dawî bû.