Çeteyên li Efrînê kom bi kom diziya zeytûnan dikin
Çeteyên dewleta Tirk ên li Efrînê kom bi kom diziya zeytûnan dikin.
Çeteyên dewleta Tirk ên li Efrînê kom bi kom diziya zeytûnan dikin.
Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatine girtin, nêzî 80 çeteyên dewleta Tirk li Efrînê diziya zeytûnan kirine. Tê gotin, çeteyan zeytûnên ku dizîne birine kargehan û hewl dane zeytê jê derxînin.
BI ZORÊ ALA TIRKAN DIDIN DALIQANDIN
Wekî din, dewlet û çeteyên Tirk ên dagirker hewl didin bi zorê alên xwe bidin daliqandin. Tê gotin, gefê li kesên ku alên wan danaliqînin dixwin ku cezayê pereyan li wan bibirin.
Êrîşên ji bo dagirkirina Efrînê 20'ê Çileyê dest pê kirin. 18'ê Adarê navenda bajêr hate dagirkirin. Li hemû herêmên hatine dagirkirin bi rengekî rêk û pêk sûcên şer tên kirin û mafên mirovan tên binpêkirin. Ji bilî komkujiyên ku di dema êrîşên dagirkeriyê de hatin kirin, hema hema her roj agahiyên li ser kuştina mirovan, êşkence, talankarî, destdirêjî û destavêtinê tên.
Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî destpêka meha Tebaxê daxuyaniyek da û diyar kir ku li Efrînê bi rengekî giran mafên mirovan tên binpêkirin û destnîşan kir ku dewleta Tirk a li bajêr dagirker e, ji van kiryaran berpirsyar e. Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan jî di nava meha Hezîranê de raporek weşand û diyar kir ku komên ser bi Tirkiyeyê li Efrînê mal û milkên sivîlên Kurd desteser û talan kirine.