Çeteyên Enqerê li Efrînê welatiyek qetil kir

Li Efrînê ku di bin dagirkeriya dewleta Tirk de ye, welatiyek bi hovane hate qetilkirin.

Li gorî çavkaniyên xwecihî çeteyên Enqerê li taxa Eşrefiyê ya navenda bajêr xwestin mala Mihyedîn Oso talan bikin.

Hate ragihandin ku Oso li dijî êrîşê derketiye û çeteyan êşkence lê kir. Çeteyan piştre serê Oso jêkirin û ew qetil kirin.

Hate diyar kirin ku Mihyedîn Oso ji gundê Qetme yê navçeya Şera ya EfrÎnê ye û demeke dirêj li navenda bajêr dijî.

Di mehên dawî de li Efrînê sûcên şer û zextên dewleta Tirk û çeteyên wê zêde bûn. Ji meha Tîrmehê ve bi sedan sivîl hatin revandin û aqûbeta gelek ji wan nayê zanîn.

Efrîn dibin dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê de ye. Dewleta Tirk 20’ê Çileya 2018’an êrîşî Efrînê kir û 18’ê Adarê bajêr dagir kir. Ji êrîşên dagirkeriyê heta niha bi awayekî sistematik sûcên şer tê kirin. Her roj malên gel desteser dikin, sivîlan ji bo fîdyeyê direvînin, êşkence û înfaz tê kirin.