Çeteyê bi navê Amîr El Qetî hate kuştin

Odeya Çalakiyan ya Xezeba Zeytûnê bi daxuyaniyekê ragihand ku şervanên wan li navçeya Reco ya Efrînê çeteyê girêdayî koma El Cephe El-Şamiye yê bi navê Amîr El-Qetî kuştine.

Odeya Çalakiyan ya Xezeba Zeytûnê bi daxuyaniyekê nivîskî da xuyakirin ku şervanên wan 11’ê Îlonê li dijî çeteyê bi navê Amîr El-Qetî yê girêdayî koma El Cebhe El-Şamiye çalakiyek kirine û çete hatiye kuştin.

Di daxuyaniyê de Odeya Çalakiyan ragihand 11’ê Îlona 2018’an ku li ser rêya navçeya Reco ya Efrînê li dijî çeteyê El Cebhe El-Şamiye yê bi navê Amîr El-Qetî çalakiyek kirine û di çalakiyê de hatiye kuştin.

Her wiha Odeya Çalakiyan ya Xezeba Zeytûnê soza tolhilîna ji çete û hêzên dagirker ên Efrîn û Bakurê Sûriyeyê dagirkirine dubare kir û got: “Wê çalakiyên me di serî de li Efrîn û heta Idlib û Ezazê dewam bikin.”