Çeteyan 3 şivan li Efrînê revandin
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji gundê Kurzêlê yê navçeya Şêrawa ya Efrînê 3 şivan revandin.
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji gundê Kurzêlê yê navçeya Şêrawa ya Efrînê 3 şivan revandin.
Çeteyên Cebha Al Şamiyê ku ser bi artêşa Tirk a dagirker ve ye, li navçeya Şêrawa ya Efrînê 3 şivan revandin.
Li gorî agahiyan, çeteyan her sê şivanên revandî birine zindana Basûtê ku di nava gel de bi navê zindana Qelea tê naskirin û êşkenceyên giran lê tên kirin.
Navê şivanên hatine revandin: Kawa Adil Hec Ewaş, Ebdo Husên Husên, Mezlom Ebdo Hemo.