Çalakiya li deriyê Sêmalka 102 roj li pey xwe hişt

Di çalakiya li Deriyê Sînor ê Sêmalkayê ku 102 roj beriya niha destpêkiribû de careke din xiyaneta PDK’ê hat şermezarkirin û hat gotin; “Cenazeyan radestî malbatên wan bikin û deriyên sînor vekin.”

Çalakiya li Deriyê Sînor ê Sêmalkayê ya bi armanca wergirtina cenazeyên gerîlayên şehîd ên li Xelîfanê di kemîna çekdarên PDK’ê de hatibûn şehîdkirin hatî destpêkirin, di roja 102’yemîn de bi biryardarî didome.

Îro danê sibehê endamên Desteya Tenduristiyê ya Herêma Cizîrê berê xwe da Sêmalkayê da ku piştgiriyê bidin çalakvanan.

Piştî ku gihaştin Sêmalkayê, Cîgira Desteya Tenduristiyê ya Herêma Cizîrê Bêrîvan Derwêş axivî û diyar kir ku kiryarên wiha PDK’ê ber bi xiyanetê ve dibin.

Bêrîvan Derwêş destnîşan kir ku ew ê heta wergirtina cenazeyên şehîdan piştgiriyê didin malbatên şehîdan û çalakvanên li Sêmalkayê. Her wiha bang li rayedarên Başûr kir ku bersiva daxwazên malbatên şehîdan bidin û deriyên sînor vekin.

Bêrîvan Derwêş di dawiyê de bang li rêxistinên hiqûqî û mirovî kir bi erka xwe ya mirovî rabin, cenazeyan radestî malbatên wan bikin û deriyên sînor vekin.

Tê payîn ku Edamên Meclisa Malbatên Şehîdan a Dêrikê sibê beşdarî çalakiyê bibin.