13 çeteyên êrişî Til Temirê kirin hatin kuştin

Dewleta Tirk a dagirker û komên wê yên çete doh bi şev êrişî gundên Til Temirê kirin. Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Til Temirê bi tundî bersiva êrişê dan. Di şer de 13 dagirker hatin kuştin.

Dewleta Tirk û çeteyên wê doh bi şev êriş birin ser gundên Erîşa, Qasimiyê û Dawûdiyê yên Til Temirê. Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Til Temirê di cih de bersiv dan û şerekî dijwar qewimî.

Di şer de 13 çete hatin kuştin û gelek jî birîndar bûn. Şervanan her wiha dest danîn ser cebilxaneya dagirkeran.