Şervanên Minbicê pêgerek din a keşfê ya çeteyên DAÎŞ’ê xistin

Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê balafirek din a keşfê ya çeteyên DAIŞ’ê xistin.

Di roja 53’yan a Operasyona Şehîd Fermandar Feysel Ebu Leyla ya rizgarkirina Minbicê dewam dike, şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê, pêşveçûna xwe ya li nava bajar didomînin.

Hate ragihandin ku şervanên Minbicê saet derdora 19.00’an de balafirek keşfê ya çeteyên DAIŞ’ê ku li ser bajar digeriya, xistin.

Çend roj beriya niha jî balafirek keşfê ya çeteyan ku teqemenî li ser hatibû bicîhkirin, ji aliyê şervanan ve hatibû xistin.