Şehîdên Pirsûsê li Gaziyê hatin bibîranîn

Şehidên Pirsûsê li Stenbolê, ji hêla endamên Komeleya Federasyona Ciwanên sosyalîst ( SDGF) ve, li Taxa Gaziyê bi meşekê hatin bibîranîn.

33 ciwanên sosyalîst bi mebesta ku tevlî ji nû ve avakirina Kobanê bibin, par 20’ê Tîrmehê hatibûn Pirsûs a Rihayê û di êrîşa xwekuj a DAÎŞ’ê de jiyan xwe ji dest dayin, di salvegera komkujiyê de li Stenbolê hatin bibîranîn. Meşa ku di pêşengtiya SGDF’ê de pek hatî, bi tevlêbûna bi sedan ciwanî li Taxa Gaziyê pêk hat. Girseya ku li ber Mala Cemê ya Geziyê civiyayî li vir pankarta, ‘’Ti xewneroş wê nîvco nemînin, şehîdên Pirsûsê nemirin’’ ber bi Goristana Gaziyê ve meşî.

Girse bi dirûşmên ‘’Şehîdên Pirsûsê nemirin’’, ‘’şehîd namir in’’, ‘’Kujer AKP, hevkar AKP’’ meşiya, di destê protestovanan de wêneyên 33 ciwanên rêwiyên xewneroşkan hebûn.

Piştî ku girse gihaşt Goristana Gaziyê ji bo kesên ku di komkujiyê de jiyana xwe dest dayin deqeyekê rêzgirtin girtin.

Hevserokê SGDF’ê Ogûz Yuzgeç li ser gorên Îsmet Şeker û Cemîl Yildiz ku di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dabûn axivî û got, ‘’ Ew çûn da ku dest li xewnên zarokên Kobanê bidin. Bi hevkariya faşîzma AKP-DAÎŞ’ê hatin qetilkirin.’’

Yuzgeç got, hikûmeta AKP’ê ji komkujiyê agahdar bûye û pêşiya vê negirtiye. Yuzgeç wiha anî ziman; ‘’AKP îro li kuçeyan behsa demokrasiyê dike lê kes bawer nake. Duh yên ku xwîna gel dirijandin, pişta hev difirkandin îro serê hev dixwin.’’

Ji Însîyatîva Malbatên Pirsûsê Mesût Çekî jî wiha got: ‘’Em ji niha û şûn ve jî em ê li pey xewnerojkên 33 rêwiyên xewnerojkan bimeşin.’’ Piştî axaftinan Elewiyan helaw belav kirin û dawî li bîranînê hate.