BI DÎMEN

Kurdên li Ewropayê ji bo Ocalan li kolanan bûn

Kurdistaniyan li gelek bajarên Ewropayê ji bo Ocalan çalakî lidar xistin. Kurdan û dostên wan xwestin, derhal bi Ocalan re hevdîtin bê kirin.

Piştî hewldana darbeyê ya 15'ê Tîrmehê, fikarên li ser ewlekarî û jiyana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan roj bi roj zêde dibin. Kurdistaniyan li gelek bajarên Ewropayê ji bo Ocalan çalakî lidar xistin. Kurdan û dostên wan xwestin, derhal bi Ocalan re hevdîtin bê kirin.

KOLN: Bi pêşengiya TEV-ÇAND'ê li Koln Bahnhofvorplatzê mîtîngek hat lidarxistin û Kurdistaniyên ji Dusseldorf û Bonnê jî beşdar bûn. Hevserokê NAV-DEM'ê yê eyaletê Halît Taşkiran di axaftina xwe ya li vir de ragihand, ku piştî hewldana darbeyê a li Tirkiyeyê fikarên wan ên li ser jiyana Ocalan zêde bûye û got, "Rewş û tenduristiya Serok Apo xeta sor a gelê Kurd e. Heta agahî ji Rêberê me bê, em ê çalakiyên xwe bidomînin."

DORTMÛND: Zêdeyî hezar kes li ber stasyona trenê il hev civiyan û tecrîda li ser Ocalan şermezar kirin. Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz li vir peyivî û diyar kir, Kurd nêzî azadiyê ne û berxwedana gelê Kurd wê Rojhilata Navîn azad bike.

NURNBERG: Kurdistanî û dostên wan ên Elman li avahiya Yekîtiya Sendîkayên Elman li hev civiyan. Girseya gel piştre dest bi meşê kir û der barê rewşa Ocalan de gelek belavok belav kir. Di axaftinên li vê çalakiyê de hat ragihandin, AKP darbekar e û tecrîda li ser Ocalan jî weke nîşaneyek vê rastiyê, hat destnîşankirin.

PEÎNE: Li navenda bajêr bi qasî du saetan çalakî hat lidarxistin. Hevserokên Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Peîne Hekîma Yûsûf Mehmet Karakaş li vir axivîn û xwestin tecrîda li ser Ocalan bê rakirin.

HANNOVER:  Komîsyona Çandê ya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Hannoverê mîtîngek pêk anî û Platforma Hunermendên Kurdên Êzidî jî destek dan. Li ser rewşa Ocalan gelek belavok hatin belavkirin.

BASEL: Li bajarê Basel ê Swîsreyê TEV-ÇAND'ê bi heman armancê mîtîngek lidar xist. Di belavoka TEV-ÇAND'ê ya li qada mîtîngê hat xwendin de hat ragihandin, bi tecrîda li ser Ocalan re hewl tê dayîn gelê Kurd bê qedandin.

WINTERTHUR: Komuna Jinê ya Arjîn Garzan a Wînterthûrê di çarçoveya kampanya "Bi hezaran name ji bo Rêbertî" de name ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re şand. Tevgera Jinên Kurd a li Swîsreyê jî da zanîn, ku heta hevdîtin bi Ocalan re bê kirin, ew ê çalakiyên xwe bidomînin.

STOCKHOLM: Li paytexta Swêd Stockholmê, li ser banga Meclîsa Jinên Kurd Amara, xwepêşandanek hat lidarxistin û Navenda Civaka Demokratîk a Kurd, PYD û Partiya Azadiyan a Mezopotamyayê destek dan çalakiyê. Di xwepêşandana li meydana Medborgarplatsenê de daxwaza rakirina tecrîda li ser Ocalan hat kirin.

PARÎS: Li paytexta Fransa Parîsê li ser banga Civaka Demokratîk a Kurdên li Fransayê (CDK-F) li meydana Bastîlle çalakiyeke protestoyî hat lidarxistin. Endamê Dîwana Serokatiyê ya KCDK-E Mûrat Ceylan li vir peyivî û bibîr xist, ku Ocalan ji bo Kurdan xeta sor e. Ceylan destnîşan kir, ku ew ê serî li ber şantaja AKP'ê serê xwe netewînin. Serokê CDK-F Vedat Bîngol jî ragihand, heta tecrîda li ser Ocalan were rakirin ew ê çalakiyên xwe bidomînin û banga tevlîbûna li van çalakiyan li Kurdistaniyan kir.

LORÎENT: Kurdistanî û dostên wan li meydana Place Arîstîde Brîandê li hev civiyan, fikarên xwe yên li ser rewşa tenduristiyê ya Ocalan bilêv kirin û xwestin tecrîd derhal were rakirin. Di çalakiyê de nameyên ji CPT re bên şandin ji aliyê beşdaran ve hatin îmzekirin.

STRASBOÛRG: Bi beşdariya zêdeyî 200 Kurdistaniyên ji herêmên Alsace û Lorraîne, li Place Kleber a li navenda Strasboûrgê çalakî hat lidarxistin. Di daxuyaniya li vê çalakiyê de hat destnîşankirin, ku ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd û hemû pirsgirêkên din, azadiya Ocalan divê.

MÎLAN: Li bajarê tûrîstîk ê Îtalyayê Mîlanê, bi heman armancê li meydana Merkantînî çalakiyek hat lidarxristin. Di çalakiya ku bi sedan kes lê amade bûn de, tecrîd hat vegotin û daxwaza hevdîtina bi Ocalan re hat kirin. Ji Zanîngeha Katolîk Prof. Paolo Branco li çalakiyê axivî û xwest, tecrîda li ser Ocalan derhal bê rakirin û azad bibe. Branco destnîşan kir, ku ji bo azadiya gelên li Rojhilata Navîn Ocalan xwedî roleke gelekî mezin e. Ji sendîkaya ARCI Lûcîanî Mûhlbaûer û ji partiay Rîfondazîone Lûca Karpellonî jî beşdarî çalakiyê bûn.

...