BI DÎMEN

Zîlan Bêrîtan evîndara welatê xwe bû

Şervana ku canê xwe bexşî doz û azadiya welatê xwe kir Zîlan Bêrîtan, bi sekn û wêrekiya xwe bû mînak.

Mirov dema ku mêze dike dibîne. Bi dîtinê re dest bi fikirînê dike. Fikirîn ji pirs û gumanan re derî vedike. Bersiv dibe zemînê fêmkirinê û fêmkirin berpirsyariyê çêdike. Ew jî yek ji wan kesan bû ku bi baldarî li pirsgirêk û rewşa gelê xwe mêze kir. Çavên xwe li rûdanên li tenişta xwe negirt. Wê mêze kir. Pirs pirsî. Bersiv dît û bi bersivê re jî kete berpirsyariyeke dîrokî. Navê wê Zîlan Bêrîtan bû.

ZÎLAN BÊRÎTAN KÎ YE

Emel Ferhan bi nasnav Zîlan Bêrîtan di sala 1994’an de li bajarê Qamîşlo li nava malbateke ku bi nirxên welatperweriyê girêdayî bû, çavên xwe li jiyanê vedike. Malbata wê dixwaze zarokên xwe bi çanda xwe ya resen û dîroka xwe ya têkoşeriyê mezin bike, lewma ji wan re çîrok û serpêhatiyên şehîd û welatê rojê behs dikin. Ji vê bû ku Zîlan hîna di temeke biçûk de xeta azadiya jinê û şoreşgertiya welatê xwe dinase. Li rex çîrok û serpêhatiyên ku ji dapîra xwe bihîst, malbata wê jî ji gelek êş û azaran re şahidî kiribû. Zîlan jî bi berpirsyariya jineke ciwan, êşa gelê xwe dibîne û hîs dike ku deyndarê gel û welatê xwe ye. 

ZÎLANBÛN EGÎDBÛN E

Zîlan Bêrîtan di sala 2013’an de digihîje miradê xwe û lêgerîna xwe bi tevlîbûna di nava refên azadiyê yên YPJ’ê de digihîne lûtkeyê. Navê xwe dike Zîlan. Paşnavê xwe jî dike Bêrîtan. Hilbijartina navên du lehengên têkoşîna azadiya jinê, kûrbûn û îdeaya wê ya azadiyê nîşan dide. Ji ber dizane ku di vî welatî de şer bi egîdbûnê tê qezenckirin û Zîlanbûn jî Egîdbûn e. Zîlan bi sekna xwe ya şoreşgertî dibe şopdara xeta Zîlan û Bêrîtanan. Evîndara welatê xwe ye û wiha jî rêça şehîdan didomîne. Di jiyan û şoreşgertiya wê de têgîna bes kirim tune ye. Ji ber ew xeta berxwedan û tekoşînê di her kêliya jiyanê de esas digire. Zîlan dilsozê şehîdên şoreşê ye. Ew bi rastiya şehîdan re xwe çekdar dike. 

Zîlan di heman sala ku beşdar bû de tevlî pênagava yekemîn ya li bajarê Serêkaniyê dibe. Di pevçûnekê de bi giranî birîndar dibe, lê vê rewşê ji xwe re nake asteng. Ew felsefeya jina azad “Ya Şer dike azad dibe, ya azad dibe bedew dibe, ya bedew dibe tê hezkirin” esas digire. Dema mirov dibe xwedî armanceke mezin, wê demê tiştekî li pêşiya xwe nake asteng. Rêheval Zîlan jî bû milîtan û fedayiya armancê. Armanca wê pir mezin bû. Lewre li gor armanca xwe jî bi çalak bû.

‘MIN JI BÎR NEKIN, EZ ZÎLAN IM’

Di Kurdistanê de ji ber êrîşên dijwar yên dagirkeran şerê hebûn û azadiyê jî xwe ferz dike. Lewra bi hezaran keç û xortên bedew rêya vî şerê pîroz hildibijrin. Ji ber felsefeya vî şerî hezkirina jiyana azad e, di berdêla wê de xwe fedakirin jî rêgezeke jêneveger e. Kesên ku canê xwe dibexşin welatê xwe, ew kes xwedî dilên mezin û evîndarên jiyanê ne. 

Di sala 2019’an de, dewleta faşîst a Tirk bi planeke qirêj berê xwe da Girê Spî û Serêkaniyê. Li beramberî vê, ji hêla zarokên rojê ve ‘Berxwedana Rûmetê’ hate meşandin. Di wê şerê dijwar de faşîzma Tirk û çeteyên wî yên hov hemû cûreyên hovîtî pêk anîn. Bi sedan zarok, jin, kal û zilam bi çekên kimyewî hatin şewitandin. 

Ji bo pênasekirina wê hovîtiyê û berxwedaniya li beramberî wê, gotin li wateyekê digere. Ji ber tu hevok ewqas xurt nîn in ku bikaribin wê fedekarî û fedayîtiya gel û şervanan tam rave bike. Ji bo parastina rûmeta gel û welat gelek canên delal şer kirin û gihîştin lûtkeya pîroz. 

Di wê berxwedaniya dîrokî de jî Zîlan Bêrîtan li bajarê Serêkaniyê di eniya şer de bû. Bi coş û morala xwe ji hevalên xwe re bû mînaka hêzê. Di wê berxwedaniya dîrokî de Zîlan Bêrîtan digot, “Min ji bîr nekin, ez Zîlan im.” Kesên heya kêliya dawiya jiyana xwe, ruxmî dizanin wê şehîd bibin jî tim dikenin, mumkin nîne ku dîrok lehengiya wan ji bîr bike. Hîna jî dengê Zîlan, kenê wê di kolanên Serêkaniyê de deng vedide. 

Zîlan bi keneke geş ya li ser rûyê xwe, bi dilekî tejî hezkirin û bawerî şereke rûmetdar meşand û di dîroka 17’ê Cotmeha 2019’e de tevlî karwanên nemiran bû. Bi hezaran niha li ser şopa Zîlan têdikoşîn. Çawa ku cangorî Zîlan Bêrîtan bibû şopdara şehîdan, niha jî bi hezaran kes şopdarên wê ne.