Birêxistinkirina Hîzbulkontra (Huda-Par) -V

Serokê Giştî yê AKP'ê û Serokkomarê Tirk Erdogan Huda-Par ne ji bo 200 hezar dengan xist bin sîwana xwe. Ji bo avakirinan 'navendeke siyasî' ya bi xwe ve girêdayî ya li Kurdistanê weke gaveke girîng dît.

HÎZBULKONTRA

Serokê Giştî yê AKP'ê û Serokomarê Tirk Erdogan bi rayeya xwe 4 hikûmxwarên ku ji ber sûcên cuda di girtîgehê de bûn efû kir. Biryarnameya Serokomariyê ya mijara gotinê di Rojnameya Fermî de hat weşandin. Bi biryarê re cezayê muebbetê Orgeneral Çetîn Saner ku di çarçoveya Doza 28’ê Sibatê de cezayê muebbetê girtibû û Mehmet Emîn Alpsoy ê ku di çarçoveya Doza Hîzbûllahê de cezayê muebbetê yê giran xwaribû, hatin rakirin.

Mehmet Emîn Alpsoy ê ji Wanê ye û Erdogan cezayê wî rakir, 3 kes li Enqereyê bi êşkenceyê qetil kiribû û li jêrzemîna mala birayê xwe veşart. Alpsoy wek “berpirsyarê baskê leşkerî" yê HîzbûlLahê bi cezayê muebbetê hat mehkûmkirin. Mehmet Emîn Alpsoy li dadgehan li xwe mikur hat ku di navbera salên 1990-1996’an de endamê Hîzbûllkontrayê ye. Her wiha di heman dadgehan de kurê wî Abdurrahman Alpsoy ê doktorê Zanîngeha Hacettepeyê ye diyar kir ku ew ‘ji bo prestijê’ tevlî Hîzbûllahê bûye. Her wiha kurê wî yê din Şehmus Alpsoy jî ji ber ajokariya kamyona ku cenazeyên mirovên bêguneh ên ji aliyê Hîzbûllkontra ve hatin qetilkirin tê de bûn, kiriye hat mehkûmkirin. Xwediyê mala ku cenaze lê hatin dîtin birayê wî Hasan Alpsoy bû.

Weke ku me li jor jî anî ziman, AKP'ê di sala 2010'an de bi berdana lîder û tetîkkêşên Hîzbûlkontra yên kujerên bi hezaran mirovên bêguneh, ji girtîgehê îşaret dabû wê rolek nû û mîsyoneke nû bide Hîzbûlkontrayê û HUDA-PAR jî li ser vê yekê ava bû.

Dînamîka sereke ya bû sedem ku AKP û HUDA-PAR hevkariyê bikin, di hewldana derbeya 2016'an de derket holê. Rêxistina Gulen li Kurdistanê pir xurt bû. Bi hevkariya AKP'ê re nehişt komên îslamî yên din mezin bibin. Dema ku cemaet hat tasfiyekirin, ji bo li gorî berjewendiya dewletê ev valahî were dagirtin pêdivî bi vesazkirinek nû hebû. Stûna vê vesazkirinê jî tarîkat û cemaet in. Mînak koma Menzîl a li Semsûrê yan jî komên weke Yenî Asya, Sileymanciyan û Meşveret ên ku bi kevneşopiya Saîd-î Nursî ve girêdayî ne, lê di heman demê de hatine Tirkkirin, li Kurdistanê li qadên wan mezin bûn. Dewlet li hevkarekî ku di şer û aştiyê de jê sûd werbigire geriya. Huda-Par di warê “qanûnî” de ji bo vê lêgerînê temam bû. Piştî hewldana derbeya 15’ê Tîrmehê li herêmê ji xeynî burokrasiya dewletê yekane rêxistina ku beşdarî "nobeda demokrasiyê" bû HUDA-PAR bû. Di rastiyê de hevkariya ku di sala 2016’an de destpê kir, bi tifaqa ku di hilbijartinên 2023’yan de pêk anîn, xusleteke siyasî bi dest xist.

Erdogan ji bo 200 hezar dengan bigire bi HUDA-PAR’ê re tifaq nekir. Pêwîstiya Tifaqa Cûmhûrê bi seknekê hebû. Pêwîstî bi gotinên Peymana Stenbolê red bike û nirxên malbata îslamî pîroz bike hebû. Armanca wan ew bû ku hilbijartinan veguherînin şerê çandê. Em dikarin bêjin ku wan ev yek bi dest xistin. Ji aliyê din ve hevkariya di navbera HUDA-PAR û AKP'ê de ji bo avakirina sekneke siyasî ya derveyî HDP'ê li Kurdistanê gaveke girîng bû.

*Mîsyona bingehîn a HUDA-PAR’ê

Suleyman Soylû bi xwe jî diyar kir ku tifaqa AKP'ê ya bi HUDA-PAR’ê re ne tenê tifaqa hilbijartinê ye. Damezrîner û rêveberê Lêkolîna MetroPOLL'ê Ozer Sencar jî got, “Fêdeya HUDA-PAR’ê ya li Tifaqa Cûmhûrê wê ji zirara wê kêmtir be. Ya ku em ji HUDA-PAR’ê re dibêjin Hîzbûllah e, dîroka wan a kuştina mirovan bi girêka berazan re heye. Mebesta min ne kesên di rêveberiya siyasî ya de ne. Lê dîroka wê li holê ye. Eger muxalefet vê yekê bi kar bîne, wê fêdeya wê ji zerarê wê kêmtir be.”

Tu carî têkoşîna netewî ya Kurd nebûn rojeva Hîzbûllah/ HUDA-PAR’ê û daxwazek di vî alî de çênebû. Belê, rola wî ew bû ku li hemberî tevgera rizgarîxwaza neteweyî ya Kurd li kêleka dewletê be. Wî ev alî ne bi Kurdayetiyê, bi rêya Îslamiyetê kir. Ger em vê bînin beramberî hev, dibe ku cerebeya Mozambîkê bêtir ji me re tiştan bibêje. Mîsyona Hîzbûllahê dişibe Renamo ya ku li dijî Frelimo yê ku li dijî mêtingeriya Portekîzê şer dikir, hate damezrandin.

Dema Hîzbûllah dest bi çalakiyên xwe yên yekemîn kir, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nirxandinek kir. Ji bo Hîzbûllahê got; “Ev ne misilmanên rast in” û gotina xwe ji wir ava dike: “Civaka Kurd civakeke oldar, bawermend e. Gel oldariya xwe ya rojane bi kûrahî dijî. Lê bernameya siyasî ya ku ji aliyê Hîzbûllahê ve hatiye pêşkêşkirin, nêzîkatiyeke ku tu têkiliya wê bi oldariya rojane ya gelê Kurd re nîne, gelekî îdeolojîk e û li ser esasê birêvebirina tevahiya jiyanê û hilberîna di nava desthilatdariya îdeolojîk de ye.”

Di rastiyê de HUDA-PAR niha dest bi rola xwe ya destwerdana bîrdozî ya di pêkhateya sosyolojîk a Kurdistanê de kiriye. HUDA-PAR/Hîzbûlkontra ku bi hin êrîşan bi taybetî li Amedê dest bi afirandina tirsê kir. Di 9’ê Hezîranê de li dijî pêşandana govendê ya ku ji aliyê dibistana govendê ya bi navê Swing Amed ve li qadeke vekirî hatibû organîzekirin, êrîşî ser Starbucks û Burger Kingê kir. Di 22’yê Hezîranê de êrîşî şaxên Starbucks û Burger Kingê kir û gef li jinên ku di hewzê sîteyekê de melevaniyê dikirin, xwarin û ew tacîz kirin û bi êrîşên çekdarî û bombeyên bi deng ên li kafeyan hewldan vê yekê bidin hîskirin.

Dema ku polîtîkayên qeyûman destpê kir, mekanîzmayek nû ku perçekirinê ji herêmê bi rêxistin bike û belav bike, hat vakirin. HUDA-PAR di vê mekanîzmayê de çalak e. Wek mînak tê gotin ku HUDA-PAR di Midûriyeta Perwerdehiya Neteweyî ya Amedê de xwedî rêxistineke xurt e. Di heman demê de bi mekanîzmayên burokratîk ên li Amedê di rêxistinkirina xebatên çand û hunerî de jî hêz digrin. Bi hevkariya burokrasiya dewletê ber bi armanceke hevpar ve diçin. Eşkere ye ku aqilê dewletê di nava planên demkurt, navîn û demdirêj de hene.

AKP di çarçoveya êrîşên topyekûn ên li hemberî DEM Partiyê de, bi taybetî li Kurdistanê her cure piştgiriyê dide HUDA-PAR’ê. AKP a ku bi salan bi rêya bi sedan şaredariyên ku qeyûm lê hatibûn tayînkirin, bi îhaleyên dane komele û saziyên nêzî HUDA-PAR’ê û ew fînanse kir, bi sedan personelên nêzî HUDA-PAR’ê li şaredariyan bi cih kir. Her wiha îhaleyên gelek karên ku li herêmê ji aliyê dewletê ve tên kirin, didin avahîsazkarên nêzî wan û bi vî awayî fînansmana wan tê misogerkirin.

Di van demên dawî de hem di şaredariyan de hem jî di saziyên din ên dewletê de xebatkarên HUDA-PAR’ê  hatine bicihkirin. Bi taybetî di nava Wezareta Tenduristiyê de xebatkarên nêzî HUDA-PAR’ê li Kurdistanê tên wezîfedarkirin.  

Li hinek deverên Kurdistanê meleyên nêzîkî HUDA-PAR’ê tên tayînkirin. Mizgeft ji bilî armanca xwe ji bo xebatên rêxistinî û armancên siyasî tên bikaranîn. Hin meleyên ku ji ber vê yekê aciz bûne, diyar kirin ku wan rewşê ji miftîtiyê re ragihandine, lê miftîtiyê ji wan re gotiye: "Ferman ji jor hatiye, tiştek em bikin tune ye.”

Ev rêxistina ku bingeha hişmendiya xwe li ser biratiya ummetê daniye, li hin deveran têgeha Kurdistanê weke formalîte bi kar tînin jî hatina wan a di bin ala Îslamiyetê de derewek e. Di van demên dawî de xebatên dîplomatîk nîşaneya vê yekê ye. Di gelek şahiyên xwe de dirûvê Selahaddîn Eyûbî derdixin pêş û bi vê re peyama vê didine me. Selahaddîn Eyûbî Kurd e, lê wek “Şûrê Ummetê” ango “Fermandarê Ummetê” tê pênasekirin. Wan di gelek şahiyan de ev dirûv bi kar anîn û derxistin pêş. Li Êlihê li ser hev meşên ku Selahaddîn Eyyûbî sembolîze dike hatin lidarxistin. Ji vir tê fêmkirin ku pirsgirêkên rasteqîn ên Kurdên ku mafên wan ên netewbûnê hatine desteserkirin tên serobinokirin, bi îdiaya ku civaka Kurdistanê di bin şûrê Îslamê de bi umetê re bînin gel hev, 'Civaka Demokratîk' ji cewherê wê bê dûrxistin û bê îradekirinê re bikin dûvikê miletê jor ê faşîst û bi vî awayî armanc dikin ku Têkoşîna Azadiyê ya Kurd biqedînin. Çawa ku di salên 90’î de Hîzbûlkontra bi mîsyona sînordarkirin û qelskirina Tevgera Azadiyê ya Kurd seferber bû, piştî komploya navneteweyî jî ji bo serketina vê komployê bi AKP’ê re avahiyek ku ev rol û mîsyon dane wan û hatine peywirdarkirin. Di vê wateyê de tê dîtin ku ji bo serketina komployê rol û mîsyona dane AKP’ê, di asteke biçûk de be jî, dane Hîzbûlkontra.

*Hevkariya Hîzbûllah/ HUDA-PAR-PDK’ê

Dewlet dixwaze hafizeya neyînî ya salên 90’î ya derbarê Hîzbûllahê de ji holê rake. Ger hûn bala xwe bidinê, beriya hilbijartinan Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Başûrê Kurdistanê bi israr piştgiriya xwe ji bo Erdogan nîşan da. Her wiha em dibînin ku di van demên dawîn de di navbera HUDA-PAR û PDK'ê de trafîkeke giran heye. Dixwaze li dijî Kurdên azad kontrayek ku ji HUDA-PAR-PDK’ê pêk tê, bê avakirin.

Xuya ye ku plana dewletê di vê çarçoveyê de ye. Lê divê ev jî were dîtin ku hêza pêkanîna vê planê bi wan re tuneye. Di vê rewşa heyî de, dev ji berfirehbûna kontrayên Hîzbûllahê berdin her ku diçe teng dibe û ji hev belav dibe. Ger hûn bala xwe bidinê, dewlet PDK û HUDA-PAR’ê di çavê Kurdan de weke amûrê rewakirinê bi awayekî bi bandor bi kar tîne. Yek ji armanca herî mezin a hevdîtinên Serokê Giştî yê PDK'ê Mesûd Barzanî bi Serokê Giştî yê HUDA-PAR’ê Zekeriya Yapicioglû re jî ev e.

Aliyeke din pir balkêş e. Derket holê ku Tirkiye bi hevkariya PDK’ê gundên Başûrê Kurdistanê yên di encama êrîşên dagikerî û îlhaqkirinê de vala kirine û  çeteyên DAÎŞ’ê li wir bi cih dike. Li navendên ku Hîzbûllah/ HUDA-PAR lê bi bandortir in, tê îdîakirin ku endamên DAÎŞ’ê jî tevlî wan bûne.

Di rastiyê de Serokê HUDA-PAR’ê yê Amedê yê berê Şeyhmus Tanrikûlû di 3’yê Tebaxa 2015’an de ji bo DAÎŞ’ê daxuyanî da û wiha got: “Divê em hinekî bi aqilê xwe nêzî bûyeran bibin. Hat gotin ku bûyera Pirsûsê ji roja ewil ve ji aliyê DAÎŞ'ê ve hatiye kirin, lê heta îro DAIŞ'ê ev negirtiye ser xwe. Ez bi xwe jê bawer nakim. Ez bawer nakim hem êrîşa bombeyî ya 5’ê Hezîranê li dijî mîtînga HDP'ê ya Amedê pêk hat û hem jî êrîşa bombeyî ya li Pirsûsê ji sedî sed ji aliyê DAIŞ'ê ve hatibe kirin. Ji ber ku berpirsyariya wan negirtiye ser xwe."

*Têkoşîna Azadiya Kurd a li dijî eniya dijşoreşê hê jî hêviyê dide

Rêzecînayetên bi awayê herî hovane hatin kirin. Kisên cenazeyan, têlên xeniqandinê, kasetên lêpirsînê, her tişt bi delîlan ve hatiye girêdan… Niha li ser navê 'alim' tinazê xwe bi aqilê gelê Kurd dikin û tinazê xwe bi hemû êşên hatine kişandin dikin. Ev maske bi ilim û zanistê re li hev nayê. Ev navên sûnî tenê maske ne. Maskeke ku têra şûştina paşerojê nake... Ji ber ku bûne partiyeke siyasî nayê wê wateyê ku hem ji aliyê hiqûqî û hem jî ji aliyê siyasî ve rewa ne. Rewabûn di warê hiqûqî de û heta di warê siyasî de jî li ber çavê Wezareta Karên Hundir ji yasayîbûnê gelek bilindtir e. Her çend Hîzbûlkontra bûye partiyek siyasî ya qanûnî jî, li hember rastî û delîlên ku di van dosyayan de têne xuyankirin, tu carî ne rewa ye. Jidil tovbe nekir, xwîna destên xwe paqij nekir. Berovajî vê yekê amadekariya komkujiyên nû dike. Pir ecêb e ku kontrayên ku bi cezayê giran ê heta hetayê tên mehkûmkirin, pir ecêb e ku xwe di ser dîwarê lêpirsîna ewlehiyê re diavêjin. Û gefên wan ên giştî jî nîşana wê yekê ye ku pêvajoya hêzê bi det bixin dîsa destpê kiriye. Li pişt metirsiya tikandina bişkojê di her kêliyê de ji bo çalakkirina kolana ku ji hêla dewletê ve hatî çêkirin de hêzek pêbawer heye. Ew hêz Hîzbûlkontra ye.

Birayên mezin ên ciwanên bêsebir ên ku bi zorê nikarin wan li malê bigirin… Peyamên tund ên desthilatdariya siyasî girîngiya Hîzbûlkontra û pêkhateyên siyasî yên girêdayî wê zêde dike. Di van salên dawî de hewldan û bangên tundî û hovîtiyê yên dorpêçkirina kolanan jî hêza vê tevgera kontra li aliyê desthilatdariya siyasî hatiye zêdekirin. Ev meyla di siyasetê de bala Hîzbûlkontra li ser asta dewletê zêde dike. Ev tevgera kontra ji roja damezrandina xwe ve heta niha bi dewlet û desthilatan re têkiliyên nêzîk datîne. Ji ber vê yekê jî her ku diçe dewlet li hemberî Tevgera Azadiya Kurd di nava tengasiyê de ye, weke amûra herî bikêr a ku dewlet serî lê dide, bi domdarî rola xwe dilîze.

Du xetên Kurdiyetê tên çêkirin. Yek jî xeta navend a PDK’ê ye ku bi aboriya bazarê re di nava aştiyê de ye, bi modernîteya kapîtalîst re tu pirsgirêkên wê nîne, guhertineke radîkal naxwaze û heta radeya ku bi kêmanî Kurdayetiyê dikare bijî, razîbûnê çêdike. Ya din jî xeta rizgarî û serxwebûnê ya ku siyaseteke şoreşgerî û radîkal derdixe pêş û dixwaze ne tenê Kurdan, li gelên ku Kurd pê re dijîn jî biguherîne. Ev her du rastî li hev tên.

Lê belê di nava civaka Kurd de veguhertineke pir mezin a ku tevgera Kurd afirandiye heye. Her çend hewl didin bi qeyûm û operasyonên qirkirina siyasî pêşî li veguherîna civakî bigirin jî, potansiyel hîn jî heye. Li Împaratoriya Osmanî ji xelkên ne Sunnî û ne Tirk re reaya dihat gotin. Gelê asayî tenê xwediyê “mafê îtaetkirinê” bû. AKP bi alîkariya dewletê hewl dide li Kurdistanê nifûsa Kurdên Sunnî ava bike. Ew "gelekî" kevneperest, Sunnî ku çi dibe bila bibe ji biratiya ummetê ya bi Tirkan re bibêje "erê" dixwaze û qet xetên sor ên dewletê derbas neke.

Wê dewam bike...