Li Mêrdînê jinan bi berxwedanê bendên polîsan hilweşandin

Jinan li Mêrdînê komkujiyên li ser jinan şermezar kirin û bi berxwedanê bendên polîsan hilweşandin.

KOMKUJIYA JINAN

Platforma Jinan a Şahmaran bi armanca şermezarkirina komkujiyên li ser jinan li navçeya Artûklû ya Mêrdînê hatin ba hev. Jinên ku li ber Odeya Endezyarên Înşaatê hatin ba hev û xwestin bimeşin. Polîsên li ber Parka Karayollari bend danîbûn hewl dan meşa jinan asteng bikin. Li ser vê yekê jinan bi berzkirina dirûşmeyên "Jin jiyan azadî", "Xweparastin maf e, nayên darizandin", "Zilam lê dide, dewlet diparêze” û “Bendan ne li pêşiya jina li pêşiya kujeran deynin” bi ser polîsan de meşiyan. Jinên ku bi deqeyan li bendên polîsan dan û di encama berxwedana bi israr a jinan de polîsan neçar man bendan rakin û vekişin.

Jinên bend derbaskirin daketin ser rê ji bo şermezarkirina helwesta polîsan çalakiya rûniştinê li dar xistin û rê li trafîkê girtin. Welatiyên derdorê û esnafan  bi lêdana çepikan û tilîliyan piştgirî dan jinan.

Endama Platformê Gulîzar Îpek Bîlek li ser navê jinan daxwazên xwe anîn ziman. Gulîzar Îpek Bîlek diyar kir ku jin û zarok tên qetilkirin û Tirkiye veguheriye goristana zarokan û wiha got: “Yên ku bendan li pêşiya kujeran danaynin, li pêşiya jinan datînin. Em ji vir careke din dibêjin; weke jin em ê ti carî dest ji têkoşînê bernedin. Hûn polîtîkayên hikûmetê yên dijminatiya jinan nîşan didin. Em ê ti carî vê qebûl nekin. Em ê bi felsefeya jin, jiyan, azadî jiyana xwe tacîdar bikin û têkoşîna xwe bidomînin. Em ê jiyaneke bê tundî biafirînin. Her roj 3-5 jin tên kuştin. Em ji vê re dibêjin jinkujî. Em li dijî kuştina jinan li qadan in. Bendan jî em ê jin hilweşînin.”

Piştî daxuyaniyê jinan bi berzkirina dirûşmeyan demekê rê li trafîkê girtin û piştre çalakiya xwe bi dawî kirin.