Şengalî li dijî Komploya 9’ê Cotmehê meşiyan: Hûn ê bi ser nekevin!

Li Şengalê Komploya 9’ê Cotmehê û Peymana Şengalê bi meşekê hate protestokirin. Hate destnîşankirin ku dijmin hewl bide bi komployan gel bitepirsîne jî nikare vî gelî û îradeya wê tune bike.

Bi pêşengiya Rêveberiya Xweser a Şengalê û Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) îro li Şengalê li dijî komploya navnetewî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û peymana 9’ê Cotmehê ya li dijî destkeftiyên civaka Êzidî meşeke girseyî pêk hat. Meş bi dirûşma ‘Komployên 9’ê Cotmehê kuştin, ferman û hilweşandin’  li ber Mekteba Zarîfe Osê (Mekteba Sor) dest pê kir û heta navenda Asayîşa Êzidxanê berdewam kir.

Di meşê de endamê Meclisa Xweser a Şengalê Heso Îbrahîm diyar kir ku dijmin bi komployan dixwaze wan tune bike, lê êdî dijmin nikare wan û îradeya wan tune bike û wiha got: “Di 9’ê Cotmeha 1998’an de li dijî Serok Apo komployeke navneteweyî pêk anîn. Di 9’ê Cotmeha 2019’an de dewleta Tirk bi piştgiriyê hêzên navneteweyî êrîşê dagirkeriyê li dijî Girê Spî û Serêkaniyê pêk anî û di 9’ê Cotmeha 2020’î de jî bi tifaqa dewleta Tirk, PDK û Iraqê ve li dijî destkeftiyên Şengalê peyman hat mohrkirin. Lê keç û xortên me li hemberî vê tifaqa qirêj li ber xwe dan û dijmin nekarî li hember îradeya wan li ber xwe bide. Ger em xwedî îradeyeke xurt bin em ê tu carî têk neçin û em ê tu carî careke din venegerin beriya fermanê. Ji bo çareserkirina pirsgirêkên li Iraqê çareserî Rêveberiya Xweser e, rêveberiya demokrat e.”

Endamê Yekitiya Ciwanên Êzidxanê Reşo Xidir jî komploya 9’ê Cotmehê û peymana li dijî Şengalê şermezar kir û şehîdên ‘Hûn Nikarin Roja Me Tarî Bikin’ bi rêzdarî û minetarî bi bîr anî.

Her wiha Berdevka TAJÊ Riham Hico jî komplo, êriş û peymana 9’ê Cotmehê şermezar kir û diyar kir, heya niha serneketine û dê ji niha û şûn ve jî sernekevin.

‘BI KOMPLOYA LI DIJÎ RÊBER APO ÊRÎŞÊN LI DIJÎ ROJHILATA NAVÎN DESTPÊ KIR’

Riham Hico da zanîn ku xwestin bi rêya peymanê Êzidiyan vegerînin dema beriya 2014’an lê, ev hewldana vala ye û vê peyamê da: “Em hemû peyman û komployan şermezar dikin. Çavkaniya van peymanan hemû yek e û çavkaniya xwe ji peymana Lozanê digire. Xwediyên vê dozê wê ti carî ne bi peymanan ne jî bi komployan tine nebin. Heman hêzan sala 1998’an Rêber Apo ji Sûriyeyê derxistin, heman hêzbûn peymana 9’ê Cotmehê li dijî Şengalê îmzekirin. Armanca peymana 2020’an tinekirina gelê Êzidî û berdewamkirina fermana 3’yê Tebaxê, ji holê rakirina îradeya gelê Êzidî bû. Armanca fermana 3’yê tebaxê valakirina Şengalê bû. Yên rê ji DAÎŞ’ê re vekirin û sponsoriya wê kirin, peymana 9’ê Cotmehê îmzekirin. Bi komploya 9’ê Cotmehê re ku Rêber Apo ji Rojhilata Navîn hate derxistin, hêzên navneteweyî derbasê Rojhilata Navîn bûn. Iraq, Sûriye dagirkirin, êrîş li ser gelê Kurdistanê û yek ji pêkhateya wê Êzidiyan kirin. Teqîna Sîba Şêx Xidir û Tilizêrê ji fermana 3’yê Tebaxê û peymana 9’ê Cotmehê ne qut e.

‘ARMANC QIRKIRINA CIVAKA ÊZIDÎ YE’

Armanca vê peymanê ew bû ku Êzidiyan vegerînin rewşa beriya 2014’an. Dixwestin careke din gel bixin bin kontrola xwe û tiştê dixwazin bi wan bidin kirin. Me çawa fermana 3’yê Tebaxê û peymana 9’ê Cotmehê 10 sal in vala derdixin, em ê berxwedana xwe ya bi fikir û felsefeya Rêber Apo dewam bikin û li ser piyan jî bimînin. Rêber Apo 24 sal in ji bo em azad bijîn û bikarin xwe rêxistin bikin û bibin yê xwe, li hember her cûre êşkence û tundiyê li ber xwe dide. Sîstema qirkirinê ya li Îmraliyê li Rojava û Şengalê jî di meriyetê de ye. Xelkê Serêkaniyê û Girê Spî nikarin vegerin ser cih û warê xwe, Şengal her roj tê bombebarankirin ji bo aram nebe, rojane şerê taybet li ser keç û jinên Êzidî tê meşandin. Armanc qirkirina civaka Êzidî ye.”

Riham Hico peyama berdewamkirina berxwedan û têkoşînê da û got: “Em bi koçberkirin û bombebaranê tine nabin. Sekin û berxwedana me wê her berdewam û xurt bibe. Ala berxwedanê û ya şehîdan wê her li ba be. Îro bihezaran kes hene amade ne ku di rêya ‘Tawisê Melek’ de ‘Ser bide sir nede’. Em ji vir dibêjin, peymanên we heya niha serneketine wê ji niha şûn ve jî sernekeve. Hêza we çi dibe bila bibe, hemû cîhan jî li pişt we be, wê nekare îradeya me tine bike.”

Piştî axaftinan meş bi dirûşma “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.