NÛ BÛ

Rojên Abdullah Ocalan ên Cîhanê bi çalakiyên cur bi cur dewam dike

Di çarçoveya Rojên Abdullah Ocalan ên Cîhanê de li gelek deverên cîhanê bi çalakî, stand, çalakiyên xwendinê û pêşangehên wêneyan berdewam dikin. Çalakiyên îro bi armanca danasîna paradîgmaya Rêberê Gelê Kurd pêk hatin.

Rojên Abdullah Ocalan ên Cîhanê ku bi boneya yekemîn salvegera kapêngava cîhanî ya "Ji Abdullah Ocalan re azadî ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” tê lidarxistin, bi boneya salvegera Komploya 9'ê Cotmehê bi çalakiyên cuda dewam dike.

KIEL

Jiyana Jîn û Meclîsa Civaka Kurd a Demokratîk a Kielê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li qada bajarê Kîel ê Elmanyayê stand vekirin. Çalakgeran li standê pirtûkên Rêberê Gelê Kurd dan nasandin û belavok belav kirin.

Li standê pankartên 'Die Kurden sind besorgt um ihren Repräsentanten Abdullah Ocalan, Wir mussen mit Sicherheit wissen, dass es ihm gut geht! (Nunerên Kurdan ji bo Abdullah Ocalan bi fikar in, divê em zanibin ku baş e!)” û “Freiheit fur Öcalan und eine politische Losung fur die kurdische Frage (Ji Ocalan re azadî û ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyas) hatin daliqandin. 

MEKSÎCO CITY


Di çarçoveya Abdullah Ocalan ên Cîhanê de li Navenda Çandê ya La Resistancia ya paytexta Meksîka Meksîco City di 3’yê Cotmehê de pêşangeha “Fikir, Zikir-Çalakî” hatibû vekirin, didome.

Pêşageh ji aliyê Komîteya Piştevaniya bi Tevgera Jinên Kurdistanê û xebatkarên Navenda Çandê ya La Resistancia ve hat organîzekirin û çalakiyên curbecur ên li Navenda Çandê tên lidarxistin bala beşdaran dikşîne ser xwe.

Nivîskarê Ûrûgûayî Raûl Zîbechî ku duh weke axaftvan beşdarî semînera li dijî kapîtalîzmê bû, li ser pêngava ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd hatiye destpêkirin nêrînên xwe parve kir. Rojnamevan Gloria Munoz Ramîrez ku beşdarî heman semînerê bû bi dîmen piştgiriya xwe anî ziman.

Nivîskar Raûl Zîbechî piştî silavkirina têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd got: “Ez ji rayedarên dewletê daxwaz dikim ku ji bo Abdullah Ocalan ê 26 sal in di girtîgehê de ye û ev 4 sal in di bin tecrîdê de tê ragirtin, demildest têkevin anav tevgerê û dawî li vê rewşê bînin. Ez ji rêxistinên mafên mirovan daxwaz dikim ku erkên xwe bi cih bînin û ji bo rakirina tecrîdê bikevin nava liv û tevgerê. Ji ber ku azadiya Abdullah Ocalan ji bo gelê Kurd wê bibe gaveke girîng a aştî û azadiyê.”

Rojnamevan Gloria Munoz Ramîrez jî got, “Ez têkoşîna azadiyê ya mafdar a gelê Kurd silav dikim. Ez daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku ev 26 sal in bi neheqî di girtîgehê de ye, dikim.” 

FREIBURG

Di çarçoveya Pêngava Tîrêjên Rojê de bi boneya salvegera Komploya 9’ê Cotmehê li Rathausplatz a navenda bajarê Freîbûrg ê Elmanyayê standa agahdarkirinê hat vekirin. Di standa ku ji aliyê Meclîsa Jinê ya Nûda ve hat vekirin de danezana Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) ku tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan radigihîne hat xwendin û li derdorê hat belavkirin.

Welatiya eleqeyek mezin nîşanî stand dan û ji bo meşa navendî ya di 12'ê Cotmehê de li Stûttgart Lautenschlagerstrasse bi pêşengiya TJK-E bê lidarxistin bangawazî hatin kirin. Çalakiya standê ya di navbera saet 13.00-17.00’an de hat lidarxistin bi dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Jin Jiyan Azadî” bi dawî bû.

LUZERN

Rawestgeha kampanya "Tîrêjên Rojê" ya ku Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) li Swîsreyê dabû destpêkirin îro bajarê Luzernê bû.

Di standa agahdarkirinê ya bi pêşengiya Meclîsa Jinê ya Arîn Mîrkan a li navenda bajêr hat vekirin de der barê komploya 9’ê Cotmehê de raya giştî hat agahdarkirin. Di heman demê de fikrên Abdullah Ocalan û îdeolojiya azadiyê ya ku afirandiye ji raya giştî re hat nasandin û li dijî tecrîd û pergala êşkenceya li ser Abdullah Ocalan tê meşandin banga hestyariyê li raya giştî hat kirin.

Pirtûkên ku Abdullah Ocalan li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Îmraliyê nivîsandibûn wergerî Kurdî, Elmanî û Îngilîzî hatine kirin li derdorê hatin belavkirin.

Hevseroka Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Luzernê (CDK-Lu) Gevher Alturk li qada standê axivî.

Gevher Alturk diyar kir ku ji bo şermezarkirina Komploya Navneteweyî ya 9'ê Cotmehê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatine ba hev û got, "Di salvegera komploya ku 26 sal derbas bûne de, Rêberê me di bin şert û mercên giran ên tecrîdê de ye û 4 sal in agahî nayê girtin.” 

Alturk diyar kir ku ew bêdengiya Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê ya Ewropayê (CPT) a li hemberîî tecrîda mutleq şermezar dikin û destnîşan kir ku gelê Kurd heta rêberê xwe azad bike wê li qadan bin.  

Di vê çarçoveyê de bang beşdarbêna meşa navendî ya 12'ê Cotmehê li Baselê bê lidarxistin li her kesî kir.

STRASBURG

Di çarçoveya hemleya Tîrêjên Rojê ya di 26’emîn salvegera Komploya 9'ê Cotmehê de, Komuna Jinê ya Zîn li Qada Kleber a Strasburg ê Fransayê standa agahdarkirinê vekir.

Li standê bi qertên gotinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ser hatibên nivîsandin xistin nava kulîlkan û li derdorê belav kirin. Bi belavok û broşurên hatin amadekirin, der barê pêvajoya dîrokî ya Komploya Navneteweyî, pergala êşkence û qirkirinê ya Îmraliyê û her wiha tecrîda mutleq a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan agahî hatin dayîn.

Berdevka Komuna Jinê ya Zîn Roşna Çewlîg diyar kir ku wan di çarçoveya kampanya Tîrêjên Rojê de xebatên standê li dar xistine û diyar kir ku komplo li dijî hemû gelên bindest bi taybetî li dijî jinan û gelê Kurd hatiye kirin. Çewlîg got, "Heta ku pergala êşkence û qirkirinê ya Îmraliyê ji holê rabe û azadiya fîzîkî ya Rêberê me pêk were, em ê li her qadê têkoşîna xwe bidomînin. Em bang li her kesî dikin ku beşdarî çalakiya di 16’ê Mijdarê de li bajarê Kolnê yê Elmanyayê pêk were bibin.”

FRANKFURT

Bi wesîleya 26’emîn salvegera Komploya Navneteweyî ya 9'ê Cotmehê li bajarê Haûptwache yê bajarê Frankfurt ê Elmanyayê bi dehan Kurdistanî û dostên Elman hatin ba hev û kon vedan.

Kurdistanî û dostên wan komplo şermezar kirin, gelek broşur û belavokên fikrên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan lê hatibûn nivîsandin hatin belavkirin.