‘Zîhniyeta êrîşî Kobanê dikir îro jî êrîşî Farqînê dike’

Qedexeya kolanan a li Farqînê ku ket roja 9., li hember komkujiyan bertekek jî ji Wanê hat. Parlamenterê HDP’ê yê Wanê Lezgîn Botan diyar kir ku li Farqînê komkujî heye û wiha axivî: “Zîhniyeta duh êrîşî Kobanê dikir, îro jî êrîşî Farqînê dike.”

Qedexeya kolanan a li Farqînê ku ket roja 9., li hember komkujiyan bertekek jî ji Wanê hat. Parlamenterê HDP’ê yê Wanê Lezgîn Botan diyar kir ku li Farqînê komkujî heye û wiha axivî: “Zîhniyeta duh êrîşî Kobanê dikir, îro jî êrîşî Farqînê dike. Bi sebra gelê Kurd nelîzin.”

'ZÎHNIYETA ÊRÎŞÎ KOBANÊ DIKIR ÎRO ÊRÎŞÎ FARQÎNÊ DIKE'

Li navçeya Farqîn a Amedê qedexeya kolanan didome, li Wanê di pêşengiya Rêxistinên Bajar û Navçeyê yên DBP’ê û HDP’ê de li Parka Feqiyê Teyran a navçeya navend a Îpekyolû sedan kes hatin cem hev û komkujiya Farqînê protesto kirin. Dirûşmên, “Gelê Farqînê ne bi tenê ye”, “Her der Farqîn her der berxwedan”, bênavber hatin gotin. Parlamenterên HDP’ê yên Wanê Bedîa Ozgokçe, Lezgîn Botan, Hevserokê DBP’ê yê Bajarê Wanê Munîr Aras, rêveberên HDP-DBP’ê yên navçe û bajar, nûnerên saziyên civaka sivîl jî tevlî çalakiyê bûn. Parka çalakî lê hat lidarxistin ji aliyê wesayîtên zirxî yên polîsan hat dorpêçkirin.

Li ser navê girseyê Parlamenterê HDP’ê Lezgîn Botan axivî, bal kişand ku zîhniyeta êrîşî Kobanê dikir niha jî êrîşî Farqînê dike û wiha axivî: “Gelê me çawa li Kobanê li ber xwe da îro jî li Farqînê li ber xwe dide. Wê bi ti şiklî serî li ber zaliman û zilma wan netewîne. Gelê me di çalakiyên Kobanê de mafên xwe yên demokratîk bikar anîn û daketin qadan, îro wê ji bo Farqînê jî dakevin. Kesên ku dibêjin ez demokrat im, ez mirov im divê li hember vî şerê ku Erdagan û AKP’ê ji bo desthilatiya Qesrê dane destpêkirin derkevin. Gelê Farqînê ne bi tenê ye. Îro gelê Farqînê, ji bo tevahî nirxên gelê Kurd û mirovatiyê têdikoşe.”

Piştî axaftina Botan, girseyê dirûşma, “Bi berxwedanê em ê bi ser kevin” got û çalakî bi dawî bû.

...