Zekî Akil: Hikumeta Tirk dixwaze paqijiya etnîkî bike

Siyasetmedar Zekî Akil anî ziman ku desthilatdariya Tirk dixwaze Rojava bi temamî ji holê rake û mîna ku li Efrînê kir, dixwaze 'paqijiya etnîkî' bike. Zekî Akil got, dewleta Tirk bi vî rengî li pêşiya serdema nû ya Sûriyeyê dibe asteng.

BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYEYÊ

Siyasetmedar Zekî Akil bi bîr xist ku hikumeta Tirk bi salan e dibêje 'Kurd wê ti carî nebin xwedî statuyekê' û ji bo vê jî her tiştên jê tê dike û got, "Kurd û Rêveberiya Xweser alîgirê çareseriyeke demokratîk û aştiyane ya li Sûriyeyê ne. Lê belê hîn ne diyar e bê hêzên din wê helwesteke çawa nîşan bidin."

Siyasetmedar Zekî Akil geşedanên li Sûriyeyê diqewimin û siberoja Sûriyeyê nirxand. Nirxandina Zekî Akil bi vî rengî ye:

“Her ji niha ve li ser rewşa Sûriyeyê ku wê bi siyaseteke çawa şêwe bigire, axaftin pir zehmet e. aştiyeke mayînde encex wisa pêkan e ku hemû gel, bawerî û jin mafên xwe bi dest bixin. Salên dirêj sîstemeke hişk a navendî û netew dewlet hate meşandin. Pêvajoya şerê navxweyî-serûbin qewimî. Eger travmayên giran û çalakiyên hov, bi aqilane neyên nirxandin; wê pêşdarazandinên heyî û qutbûnan li qada siyasî jî nîşan bide. Eniyên tolhildanê wê gefê li çanda jiyana bi hev re bixwin.

Di nava aktorên siyasî de mutabaqat çêkirin, hêsan xuya nake. Ji ber ku em di pêvajoyeke welê de ne ku gelek hêzên derve mudaxil bûne. Tirkiye di vê pêvajoyê de, li ser esasê rola ku dilîze weke palpiştê HTŞ’ê û hêzên din ên siyasî tevdigere. Daxuyaniyên DYE û hêzên din ên mîna Ewropayê, herî kêm başîtiyekê di nava xwe de digire. Lê belê Tirkiye li dijî Kurdan dijminatiyeke eşkere raber dike. Vê yekê li ser hêzên Sûriyeyî jî ferz dike. Dixwaze tevlîbûna Kurdan a bi nasname û îradeya xwe, di şexsê DYE, NATO û Ewropayê de bloke bike. Her wiha hêzên rojavayî wê çiqasê girêdayî gotinên xwe bimînin, ev jî nediyar e. Trump dibêje, ‘berdin çi halê Sûriyeyê heye, bila bibîne’.

DYE ya ku ji bo çareseriyeke mayînde di pêvajoyê de rol dilîze û hêzên din ên rojavayî eger cidî bixebitin, dibe ku rê vebe. Yan jixwe rêxistinên heyî hemû di her mijarê de wekhev nafikirin. Tiştên dizanin dikin û eger were ferzkirin, wê demê dibe ku hawireke hîn kaotîktir derkeve holê.

Çareseriyeke mayînde di esasê xwe de wê wisa çêbibe ku gel û hêzên Sûriyeyî hebûna hevdû qebûl bikin û bi rêbazên siyasî li hev bikin. Eger dîsa kesên bindest û yên hatine çewisandin hebin, wê ev nebe çareserî û aştiyeke li ser esasê îradeya gelan.

Eger yekîtiya hundir û çanda jiyana hevpar a demokratîk esas bê girtin, wê ev bibe ya herî rast. Helbet hêzên mezin ên rol dilîzin jî divê şans bidin vê çareseriyê û dest ji lêgerînên xwe yên berfirehkirina qadên desthilatdariyê, bernedin.

GELO GOTINÊN ERÊNÎ YÊN NY Û DYE’YÊ WÊ ÇIQASÊ DI PRATÎKÊ DE WERE DÎTIN?

Weke me diyar kirî daxuyaniyên hêzên mîna NY û DYE’yê, erênî ne. NY’ê berê jî biryar dabûn, lê belê hîna nehatin pêkanîn. Niha rewş û hevsengî guherîn. Eger DYE û hêzên mîna NY’ê roleke afirêner bilîzin, wê derfetên ji bo hêsankirina çareseriyê zêdetir bibin.

Li Sûriyeyê yek ji astengiyên herî mezin a li pêşiya çareseriyê tê dîtin, Tirkiye ye. Kesên berê ji hevdû bi sed hezaran kes dikuştin, niha şer nakin. Lê Erdogan bi israr şer ferz dike û belav dike. Berê êrîşên hêzên bi navê Artêşa Millî ya Sûriyeyê dide ser herêmên Kurdan û rêveberiyên demokratîk. Hewl dide Kurdan ji pêvajoya siyasî û ji erdnîgariya wan bike der û mafê jiyanê nede nasîn. Hewl dide hemû hêzên mîna DYE, NATO, Ewropa, NY’ê û platforman bloke bike.

Gotinên NY û DYE’yên dibêjin, ‘divê cihê her kesê di pêvajoyê de hebe’, wê çiqasê di pratîkê de were dîtin? Ev yek bi rakirina benda Tirkiyeyê û helwesta bê nîşandan ve girêdayî ye.

KURD Û RÊVEBERIYA XWESER ALÎGIRÊ ÇARESERIYEKE DEMOKRATÎK Û AŞTIYANE NE

Kurdan heta niha bi HTŞ û rêveberiya Şamê re hevdîtin nekirine. Hîn zêdetir bi êrîşên li dijî xwe re, mijûl dibin. Lê bi DYE û endamên cuda yên koalîsyonê re, di nava diyalogê de ne. Kurd û herêmên rêveberiya xweser alîgirê çareseriyeke demokratîk û aştiyane ne. Lê ne diyare ka wê hêzên din, helwesteke çawa raber bikin. Hîn zêdetir niyet tên vegotin û daxuyaniyên erênî tên dayîn. Her wiha Kurd ji bo ku di nava xwe de jî bibin hevpar, hewl didin. Ji bo vê yekê ji koalîsyonê hin hêz navbeynkariyê dikin. Berê hevdîtin hatine kirin, têkildarî hin mijaran mutabaqat jî çêbibû, lê pêvajo pêş neket. Lê niha herî kêm bi rengekî hevpar li Şamê lihevkirin, di hin tiştên sereke de lihevkirin, wê sûdê bide berjewendiyên hemûyan. Mijarên cuda dikarin piştre jî nîqaş bikin.

Kurd ji bo tevahiya Sûriyeyê sîstemeke demokratîk dixwazin û di zemînekê aştîxwaz de li çareseriyê digerin.

SÎSTEMA KU HEMÛ CUDAHIYÊN SÛRIYEYÊ LÊ KOM BIBIN, DEMOKRASÎ YE

Eger mirov bêje Sûriye li siberoja xwe digere, şaş nîne. Lê belê Sûriyeyê ji Sûriyeyiyan re nahêlin. Tirkiye di rewşa heyî de hema bêje xwe bi temamî li ser daye rûnişkandin. Çi dibe bila bibe dixwazin Kurdan ji derve bihêlin. Li aliyekê weke leşkerî êrîş dike, qadên xweser dagir dike û dorpêç dike, li aliyê din jiyana gelan a bi hev re texrîb dike. Ereban ji Kurdan dûr dikin, provokasyonan dikin û dixwazin Kurdan tenê bihêlin û bifetisînin. Niha tişta li Sûriyeyê diqewime ev e. Di vê rewşê de gelo modela netewa demokratîk, wê li Sûriyeyê çawa pêk were? Yanî hemû gel, bawerî û fikir wê bi rengekî azad bi hev re hebin. Bêyî ku bêjin kêm zêde, bêyî ku li baweriyên cuda binêrin, weke welatiyên azad û wekhev jiyan kirin, helbet çareseriya herî îdeal e. Eger evane di asta qanûnî û zagona bingehîn de pêk were, li Sûriyeyê pêkanîna wê zehmet nabe. Li Sûriyeyê gelek çêkerên çandî, etnîk û dînî yên dewlemend hene. Sîstema ku ew hemû li dorê kom bibin, demokrasî ye. Eger wiha çêbibe, ti kes ji derve namîne. Lê ji bo vê yekê civakeke rêxistinkirî û çêkerên siyasî pêwîst e.

Li ser rewşa Sûriyeyê ku wê bi siyaseteke çawa şêwe bigire, axaftin zehmet e. Feraseta HTŞ’ê ya ji bo demokrasiyê û sîstema wê ya siyasî, ne li gorî tiştên me diyar kirî ye. Tirkiye di nava xwe demokrasiyê pêk nayîne. Wê çawa li Sûriyeyê demokrasiyê qebûl bike? Gelo fikreke DYE’yê û welatên din ên Ereb ji bo demokrasiyê heye? Nîne. Weke me gotî, li ser rewşê pêşbînî kirin, pir zehmet e.

Em feraseta netewa demokratîk û pêkanînên wê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li aliyekê bihêlin, ew lez dikin da ku ya heyî jî bifetisînin û tune bikin.

MINBIC MODELEK BÛ

Minbic ji bo sîstemeke demokratîk, modeleke baş bû. Ji DAÎŞ’ê hate rizgarkirin. Meclîsên xwe ava kirin û beşên gel ên heyî, bêyî ferq û cudahî tevlî pêvajoyê bûn. Lê belê bi êrîşên dawî re ev rewş ji holê hate rakirin. Nûçe derketin çapemeniyê ku li wir jin tên qetilkirin. Tirkiyeyê li aliyekê berê êrîşên çeteyan dayê, li aliyê din jî bi hêzên ku di nava xwe de rêxistin kirî re tevilhevî çêkir. Ji bo ku zêde xwîn neyê rijandin û gel zirarê nebînin, hewldanên agirbestê çêbûn. Li gorî peymanê her du alî jî wê hêzên xwe yên çekdar ji bajar derxînin û gel wê bi xwe rêveberiya xwe domandiba. Li gorî peymanê meclîsa leşkerî ya Minbicê hêzên xwe vekişandibû. Lê çeteyên ku ketin bajêr derneketin û bi vî rengî li gorî peymanê tevnegeriyan. Qala navbeynkariya DYE’yê tê kirin, lê belê wan jî giraniya xwe nîşan neda.

TIRKIYE XETERIYEKE CIDÎ YE

Tirkiye li Sûriyeyê li pêşiya avakirina sîstemeke demokratîk, weke xeteriyeke cidî disekine. Çi ferqa zihniyeta Erdogan ji wan komên radîkal nîne. Dibe bi DAÎŞ’ê re jî li hev bike. Ku ev yek kir jî. Li Sûriyeyê girtîgeh hatin valekirin. Gelo Tirkiyeyê qet fikareke ku ‘terorîst wê ji vê yekê sûdê bigirin’ diyar kir? Na. Gelo ma di nava van de qet DAÎŞ’î nebûn? Erdogan ê ku li Tirkiyeyê dixwaze demokrasiyê tune bike, hewl dide şaredariyên di destê muxalefetê de bêbandor bike û ji bo tayînkirina qeyûm timî li benda derfetekê ye, helbet ji bo siberoja Sûriyeyê xeterî ye. Li herêmê bi demokrasiyê re mijûl nîne, dixwaze bandora xwe û nifûza xwe zêde bike. Teqez wê hewl bide Sûriyeyê bixe bin kontrola xwe.

ARMANCA TIRKIYEYÊ EW E KU MÎNA LI EFRÎNÊ, PAQIJIYA ETNÎKÎ BIKE

Ji bo Rojava pêdivî bi gotinê jî nake. Rêveberiya Tirk a heyî, bi temamî dixwaze Rojava tune bike. Çawa ku li Efrînê paqijiyeke mezin a etnîkî kirî, li herêmên din jî armanca wî heman e. Bi salan gotin, ‘Kurd wê ti carî nebin xwedî statuyek’ û ji bo vê yekê pêk bînin, her tiştê dikin.

TIŞRÎN Û QEREQOZAX BI FEDAKARIYEKE MEZIN HATIN PARASTIN

Tişrîn û Qereqozax bi fedakariyeke mezin hatin parastin. Êrîş hatin şikandin. Lê belê li van deveran şer hîn bi dawî nebûye. Herêm bi giranî hate dorpêçkirin. Eger ne ji koordîne û êrîşên hewayî yên dewleta Tirk be, êrîşkar nikarin gavekê jî biavêjin. Em dibînin ku berxwedaneke bêhempa tê nîşandan. Pirsgirêka wan a cebilxane, lojîstîkê nîne. Dewleta Tirk berê wan dide van herêman ku êrîş bikin. Artêşa Mîlî ya Sûriyeyê rêxistiniyeke bi serê xwe nîne. Li gorî fermanên Tirkiyeyê tevdigere.

Li vê herêmê ji bo çar rojan agirbest hatibû pêkanîn. Tê gotin, DYE dîsa di dewrê de ye. Eger Tirkiye ya ku dixwaze bi dest nexe wê agirbest nemîne û êrîş dewam bike. Tirkiye zû bi zû dest ji vê herêmê bernade.

KURD BI ÇÊKERÎ TEVDIGERIN, LÊ BELÊ...

Nêta dewleta Tirk gelekî xerab e. Bi gotina, 'Em ê tirba Suleyman Şah bibin Qereqozaxê' çapemenî ketiye dansa şer. Ji bo anînê ne pêwîste ku şer bikin. Eger ewqasî dilxwazê şer in, dema ku DAÎŞ'ê gef dixwar bila şer bikira. Berevajî vê yekê wan bi xwe xwestin, tirb bê veguehstin. YPG'ê jî alîkarî da wan û anîn gundê Eşme. Ew der gundekî Kurdan bû. Kurd wê ewqasî bi çêkerî û dostane nêzîk bibin, lê belê ew ê ji bo şer bikin qareqar. Eger ji bo anînê şert û mercan guncaw bibînin, wê agahiyê bidin û bînin. Ji xwe nayê gotin, tirbê nînin. Armanca wan şer e, nêta wan xerab e.

Di çapemeniyê de hate weşandin ku hevdîtinên di vê mijarê de bi rengekî neyînî bi encam bûye. Berevajî anîna tirbê dixwazin qadeke berfireh bi dest bixin û çekên xwe yên giran bi cih bikin. Ji bo tirbeyeke sembolîk bêguman pêwîstî bi qadeke berfireh û çekên giran nîne. Bi dehan salan ew tirb li wê derê bû û pêwîstî bi van tiştan nebû. Li hemberî Kurdên ku bi aştiyane û çêker tevdigerin, di her mijarê de ji xwe re hinceta şer peyda dikin.

LI DÊRAZORÊ REWŞ ARAM E, LÊ BELÊ LI REQAYÊ TEVDAN HEYE

Li Dêrazorê bi rewşa heyî rewş aram xuya dike. Li vê derê jî hin şexsan hewl dan pirsgirêkê biafirînin, lê belê bi rêya hevdîtin û diyalogê hate çareserkirin. Rûspiyên eşîran diyar kirin ku ew ê bi QSD'ê re tevbigerin û naxwazin li herêma wan tevlîhevî hebe. HTŞ'ê jî gotiye bila QSD li herêma xwe biîne, ew ê li herêmên di destê rejîmê de bûn bi cih bibin. Niha ev gotin bi cih tê anîn.

Yên ku li Dêrazorê hewl didin tevlîheviyê bikin komên alîgirê dewleta Tirk in. Hewl didin bi rêya nas û xizmên wan xwe bigihînin ên li wê derê û wan sor bikin. Her wiha bi rêya medya dîjîtal jî şerekî psîkolojîk ê berfireh tê meşandin.

Li Reqayê rewş hinekî din aloz bû. Weke encama mejiyê ji salên dûr û dirêj, mirovan para xwe ji neteweperestiyê wergirtibûn. Bi banga çeteyên alîgirê Tirkiyeyê hin kes daketin qadan. Hinekan gule li derdorê reşandin. Li gel vê yekê jî hêzên ewlekariyê bi xwînsarî tevgeriyan û bûyer xistin bin kontrolê. Normal li gelek deveran ji ber hilweşandina rejîmê pîrozbahî hatin lidarxistin. Di encama hevdîtina bi gel re rewş aram bû. Lê belê li ser cudahiya Kurd-Ereb tevdan dewam dike.

METIRSIYA DAÎŞ'Ê GELEKÎ CIDÎ YE, ÇALAK DIBE

Metirsiya DAÎŞ'ê gelekî cidî ye. Bi sûdwergirtina ji bûyerên dawî yên li Sûriyeyê û valahiya rû da, xwe çalak dike. Ji xwe li herêmên çolê yên navbera Iraq û Sûriyeyê serwerî nikarîbû bihata kirin. DYE, Neteweyên Yekbûyî û saziyên weke wan di vê mijarê de daxuyanî dan, hişyarî dan. Encamên erênî yên ku bi têkoşîna bi salan hatin bidestxistin, bi metirsiya têkçûnê re rû bi rû ne.

Di nava SMO de hejmara DAÎŞ'iyên berê gelekî zêde ye. Hin ji wan tevlî HTŞ'ê bûne. Di nava van rêxistinan de çûn û hatin heye. Piştî ku yên ji aliyê fikrî nêzî wan e xurt bûn, hêz wergirtin. Her wiha kûrbûn û armancên sereke yên van hêzan niha cuda ye. Mînak, QSD di bin êrîşeke giran de ye. Li cografyayeke hîn befireh tê dorpêçkirin. Dewleta Tirk û SMO timî êrîş dikin. Ji bo parastina hêza xwe û herêmên xwe, neçar dimînin ku cihên xwe biguherînin. Ji ber vê yekê jî bivê nevê têkoşîna li dijî DAÎŞ'ê lawaz dibe.

Girtiyên DAÎŞ'î û kamp bi hevkariya bi koalîsyonê têne kontrolkirin û parastin. Heta ku ji derve êrîş neyê kirin û tevlîhevî rû nede, pirsgirêkeke cidî xuya nake. Lê belê di vê mijarê de jî metirsî heye. Divê tedbîr bêne zêdekirin. Lê belê helwesta Tirkiyeyê her tiştên li Rojava, li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dixe nava metirsiyê. Rîsk û metirsiyek heye ku cîhanê eleqedar dike û divê bi rengekî hîn cidî nêzîkatî bê nîşandan. Tirkiye ji xwe dixwazin DAÎŞ'î ne girtî bin, lê li derve bin. Di nava OSO yên li ber destê wan ji xwe bi sedan DAÎŞ'î hene. Dibêjin têkoşîna li dijî terorê û filan û bêvan, lê belê derdê esasî yê dewleta Tirk Kurd in."