Gurgîn Oktar piştî 30 salan ji girtîgehê derket

Gurgîn Oktar ku li Girtîgeha Tîpa S a Doşemealti ya Antalyayê dihat ragirtin, piştî 30 salan hate berdan.

Gurgîn Oktar ku li Girtîgeha Tîpa S a Doşemealti ya Antalyayê dihat ragirtin, piştî 30 salan hate berdan. Oktar, di sala 1994’an de hate girtin û bi îdiaya “Xerakirina yekitî û yekparetiya dewletê” cezayê muebbetê lê hatibû birîn. Oktar, li pêşiya girtîgehê ji hêla malbata xwe û rêveberên Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUAYDER) hate pêşwazîkirin.

Gurgîn Oktar û malbata xwe piştre ji bo biçin bajarê xwe Gimgim a Mûşê, bi rê ketin.