Gelê Kurd wê bi Rêbertiya xwe re bi ser bikeve
Gelê Kurd, rêxistinên wê û hêzên welatparêz hingî ji hêza xwe, Rêberê xwe û berxwedana xwe bawer bikin û hişyar bin, wê bikarin ji hemû pêvajoyan bi rengekî xurt derkevin.
Gelê Kurd, rêxistinên wê û hêzên welatparêz hingî ji hêza xwe, Rêberê xwe û berxwedana xwe bawer bikin û hişyar bin, wê bikarin ji hemû pêvajoyan bi rengekî xurt derkevin.
Demek dirêj piştî daxuyaniya Bahçelî ya ji bo Rêber Apo kirî, şandeya DEM’ê çû Îmraliyê. Rêveberiya Erdogan jî di vê navberê de êrîşên xwe yên li ser Rojava, zêde kir. Li aliyekê jî şerekî dijwar ê psîkolojîk meşandin. Gotin Rêber Apo wê banga çek berdanê bike û di nava raya giştî de bendewariyek çêkirin. Xwestin Rojava têk bibin yan jî qadên hîn berfirehtir dagir bikin, zexta raya giştî çêbikin û destê Îmraliyê lewaz bikin. Li aliyekê dijminatiyeke mezin, hewldanên bêstatu hiştina Kurdan û li dijî wan piştevaniya cîhanê girtin, li aliyê din jî demagojiya xwişk-biratiya Kurd û Tirkan rojev dagirt. Di nava vê nakokiya mezin û dijminatiyê de, şande hate rêkirina Îmraliyê.
Rêber Apo berê daxuyanî dabû. Got, “Ez xwedî wê hêza teorîk û pratîk im ku pirsgirêkê bikêşim zemînê hiqûqî û siyasî. Rêveberên dewletê dema di sala 2015’an de mase xira kirin, gotibûn, “Me pêvajoya çareseriyê xiste dolaba qeşayê.” Her wiha daxuyaniyên bi israr dabûn ku êdî Îmralî û partiyên mîna HDP’ê wê ji dervey pêvajoyên çareseriyê yên muhtemel bimînin. Ji bo îradeya berxwedanê ya gelê Kurd bişikînin û bêhêvîtiyê belav bikin, propagandayeke bêhempa ya reşkirinê û xapandinê meşandin. Gotina “me gerîla qedand, êdî nikare tevbigere. Heta ku yek gerîla dimîne, em ê têbikoşin” li her derê anîn ziman.
Qaşo li Sûriyeyê bi ser ketibûn, mutefîkên wan HTŞ heta Şamê çûbû û bûbû desthilatdar. Qaşo êdî dawiya PYD û QSD’ê, mirin bû! Hema bêje yekser HTŞ xistin bin çavdêriyê. Ji bo ku berê wan jî bidin QSD’ê, pir hewldan kirin.
Armanca dewleta Tirk ew bû ku, teqez nehêle Kurd beşdarî ti pêvajoyê bibin. Eger Kurd bibin xwedî maf, hiqûq û statuyekê, wê cîhan xirab biba. Ev yek ji bo xwe û cîhanê, weke xeteke sor û karesatê îlan kirin. Ev xebat bênavber dewam kirin û helbet çûyîna Îmraliyê, divê mirov pir bi baldarî binirxîne. Helbet çûyîna Îmraliyê, ne tesaduf e. Piştî pêvajoyeke tejî nirxandin, çûn. Weke me gotî, zextek mezin li ser Rêber Apo ava kirin, li raya giştî bi gotina wê çek bên berdan bendewariyek afirandin û destûr dan ku şande biçe.
Ti îşaret nînin ku AKP-MHP wê zihniyeta xwe biguhere, Kurdan nas bike û mafê wan bide. Pirsgirêka wan a esas, têkbirina berxwedan û têkoşîna Kurdan e. Ji sala 2015’an heta roja me, bênavber şerekî mezin û konsepteke êrîşê pêk anîn. Lê belê bi şer û êrîşan, encama ku dixwestin bi dest nexistin. Her wiha ew her çiqasê kêfxweş bibin ku li Sûriyeyê bi ser ketine û bendewariyan bilind bikin jî, hîna li Rojhilata Navîn geşedanên krîtîk dewam dikin. Tam nizanin ka wê pêvajo çawa encam bibe. Erdogan gelek kêfxweş bûbû ku Trump bi ser ket. Hesab dikir ku bi Trump re li hev bike û kokê Kurdan bi dawî bike. Lê belê eşkere ye ku stratejiya Trump jî wê ewlehiya Îsraîlê esas bigire. Ew vê dibînin. Lewma mîna berê bendewariyên wan zêde nînin, hinekî ditirsin. Hesab dikin ku hîna Biden neçûyî, di vê navberê de hingî bikare li Rojava êrîşî Kurdan bike, dema Trump hat jî bi rengekî xurt li ser maseyê rûne.
Tam nayê zanîn DYE wê li Iraq û Îranê çi bike. Lê belê tê zanîn ku wê wan deran jî ewqasê hêsan neberde. Ji vî alî ve herêm evqasê bi krîz û geşedanan dagirtî ye. Erdogan û Bahçelî bi qasî hêza xwe dixwazin Kurdan bixin bin kontrola xwe. Ne ji ber ku poşman bûne yan jî zihniyeta xwe guhertine, Îmraliyê dikin rojev. Nekarîn PKK û gerîla belav bikin. Armanca wan ew bû ku Rêber Apo tenê bihêlin û ji hêzê bixînin. Bi salan xistin bin tecrîda giran. Qanûn û hemû hêmanên exlaqî, binpê kirin. Lê belê nebû, neçar man û çûn Îmraliyê.
Gelo wê tiştek ji van hevdîtinan derkeve, divê mirov çiqasê cidî bigire? Gel ji dewletê bawer nake. Rêber Apo gelek caran agirbest îlan kir. Di sala 2013’an hewldaneke bêhempa raber kir. Sebreke mezin nîşan da. Lê belê dewletê “plana têkbirinê” tercîh kir. Wan xwestin hêviyên Kurdan bişikînin. Kurdan jî bi fedekariyeke mezin li ber xwe dan. Ev şer li cihekî veguherî şerê şikandina îradeyê. Kurd tevî her tiştê li ser piyan e û îdîaya xwe diparêzin.
Gelê Kurd, rêxistinên wê û hêzên welatparêz hingî ji hêza xwe, Rêberê xwe û berxwedana xwe bawer bikin û hişyar bin, wê bikarin ji hemû pêvajoyan bi rengekî xurt derkevin. Hêzên şoreşger ji bo ku hîn bi aktîf beşdarî pêvajoyê bibin û roleke bi bandor bilîzin, divê bikevin nava liv û tevgerê.