Dewleta Tirk xiyanetê li gel ferz dike
Gelê ku ji ber êrîşên dewleta Tirk a dagirker nikare berhemên xwe bide hev û xizanî lê tê ferzkirin, bi zexta koçberî û sîxuriyê re rû bi rû tê hiştin.
Gelê ku ji ber êrîşên dewleta Tirk a dagirker nikare berhemên xwe bide hev û xizanî lê tê ferzkirin, bi zexta koçberî û sîxuriyê re rû bi rû tê hiştin.
Dewleta Tirk a dagirker ji bo karibe armancên xwe yên Mîsakî Mîllî bi dest bixe, her cûre maf û qanûnan binpê dike û êrîşê dibe ser gelê Kurd û nirxên civaka Kurdistanê.
Li herêma Başûrê Kurdistanê piştevaniya ku hêzên PDK dide artêşa Tirk hiştiye ku metîngerî bi awayekî rewa û bê sînor li ser gelê heremê were meşandin. Ev êrîş bi rengekî pergalî li seranserî qadên sivîl têne kirin, di nava rojê de bi dehan caran êrîşên hewayî, êrîşên bi obîs û çekên giran çêdibin. Bi vî rengî tirsê di nava gel de çêdikin, wan ji gundên wan, ji bax û erdên wan dûr dixin û mecbûrî koçberiyê dikin.
DAGIRKER PIŞTÎ ÊRÎŞAN SIXÛRTIYÊ JI GEL DIXWAZE
Gelê vê heremê yên ku debara xwe bi çandiniyê dikin, ji ber bombardimana artêşa Tirk nikarin derbasî nava erdê xwe bibin û berhemê keda xwe ji axa welatê xwe kom bikin. Lewra bi sedan dar li nava xaka vê heremê bi berhemên xwe ve dirizin. Gelê Başûrê Kurdistanê di encama van êrîşan de mehkûmî hejariyê dimînin. Dagirkeriya Tirk bi vê re sînordar namîne weke dewamî ji van polîtîkayên xwe yên qirkirinê re ew rewşa hejariya gel jî ji bo planên xwe yên metîngeriyê bikar tîne. Ji gelê hejar re teklîfên qirêj dikin, li hemberî Gerîlayên Azadiya Kurdistan ji wan xiyanetî û sîxûrtiyê dixwazin.