Zehra Dogan xelata li Londonê wergirt diyarî çalakgeran kir

Index on Censorship xelata Azadiya Îfadeyê ya rojnamevan Zehra Dogan. Dogan xelata xwe diyarî çalakgerên greva birçîbûnê kir.

Saziya azadiya îfadeyê ya navneteweyî Index on Censorship, Xelatên Azadiya Îfadeyê ku dide mirovên li qada hunera li dijî sansurê, kampanya, aktîvîzma dîjîtal û rojnamevaniyê, da xelatgiran. Xelata îsal da rojnamevan-wênevan Zehra Dogan, ku di dema êrîşên qirker de yên li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê bi hinceta nûçe û wêneyên xwe hate girtin û zêdeyî 2 salan li girtîgehê hate hiştin.

'BIBIN DENGÊ ÇALAKGERÊN GREVA BIRÇÎBÛNÊ'

Dogan xelata xwe li Londonê bi merasîmekê wergirt û diyarî Hevseroka KCD'ê Leyla Guven û girtiyên di greva birçîbûnê de ne, kir.

Dogan di merasîmê de bi Kurdî axivî û ji bo çalakgerên greva birçîbûnê bang kir: "Niha li welatê min greva birçîbûnê heye ku parlamenter Leyla Guven dest pê kir û bi hezaran girtî tê de ne. Rewş krîtîk e, bibin dengê wan."